25.03.2003 - 12:35
Pênc xwendekarên kurd li Zanîngeha Helebê hatin girtin
HELEB (amude.com) - Roja şemiyê li Zanîngeha Helebê pênc xwendekarên kurd
ji aliyê hêzên ewlehiyê yên zanîngehê hatin girtin. Xwendekarên ku hatin girtin
ev in: Serhad Hisên, Enwer Ibrahîm, Mihemed Koko, Mihemed Eto, Ehmed Mihemed Elî.
Li gorî agahiyên xwendekarên kurd li Helebê bo Malpera Amûdê, hêzên ewlehiyê
di şeva piştî Newrozê de, demjimêr 23.00, êrîşî jûra xwendekaran a bi
hejmara 334an a di xaniyê 13an de yê wargeha xwendekarên Zanîngeha Helebê
de kirin bi hiceta ku wan dizî kiriye, bêyî ku ew hêz xwe bidin naskirin
ew girtin. Lê dûra diyar bû ku ew hêzên ewlehiyê ne û di
jûra xwendekaran de pirtûkên kurdî dîtine.

Zanîngeha Helebê (wêne: yekiti.com)
Xwendekarên ku hatin girtin ev in: Serhad Hisên, Enwer Ibrahîm, Mihemed
Koko, Mihemed Eto, Ehmed Mihemed Elî.
Piştî girtina wan, her pênc xwendekar ji aliyê hêzên Zanîngehê hatin şandin bo
polîsên ewlehiya siyasî li Helebê. Ta niha tu kes nizane çi bi serê
wan de hatiye û ji bo çi hatine girtin.
|