 |
 |
29.09.2003 - 21:21
Li Vienayê çampyona
fotbola roboteran li dar dikeve
VIENA (dpa/amude.com) - Bêtirî 100 tîm ji 21 welatan hatine
paytexta Nemsayê Viena, da ku beşdarî çampyona
fotbola roboteran a cîhanê bibin, a ku îro dest pê kir. Zanîngeha Teknîkê
(TU) li Viena vê çalakiyê amade dike.
Ta 3ê meha 10an dê çamyonên hemî
polên lîskê bêne nas kirin. Piçûktirîn
roboter 4 cm dirêj in û li ser dûlaban digerin.
Roboterên herî mezin li ser du lingan dimeşin
û dirêjbûna wan 40 cm e. Mezinbûna lîstekgehê
1,5x2,5 metro ye. Her lîskek
du caran 5 deqeyan dirêj dike. Roboter dikarin ta
18 kîlometran di seetekê de bimeşin.
Ev roboterên 'intîlîgênt' bêyî ti
alîkariya mirovan dilîzin. Compûtera her tîmekî
bi xwe hevalên xwe kontrol dike. Ji bo vê yekê,
kamereyek li jora lîstekgehê girêdayî ye
û ew 60 wêneyan di saniyekê de radighîne
compûter, ê ku lîstekvanên xwe û yên
tîma hemberî wan dibîne û lîstekvanên xwe
diş,îne cihên ku ew baş dibîne.
 dpa |
|
 |
 |