www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.10.2003 - 16:41


PSK
>> PSK
>> KOMKAR
>> KADEK
Li Firensayê endamekî KOMKAR hate birîndar kirin

DORTMUND (amude.com) - Di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî, Komîteya Derve ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ragihand, ku di roja 18ê vê mehê de, li Parîsê çend endamên KADEK êrîşî endamekî rêxistina Firensayê ya KOMKAR bi navê M. Kurt kirin û ew dan ber lêdanê û birîndar kiribûn. Kurt xwesteka endamên KADEK ne pejirandibû û pere ji bo alîkariya KADEK ne dabûn wan.

PSK di daxuyaniya xwe de eşkere dike, ku endamên KADEK berî êrîşê bi çend rojan çûbûn cem bazarvanê kurd M. Kurt û doza alîkariya peran ji bo KADEK jê xwestibûn. Lê Kurt xwesteka wan ne pejirandibû. Endamên KADEK gef li Kurt xwaribûn û jê re gotibûn, ger ew pera ne de, ew dê bi şêweyeke din armanca xwe pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, PSK diyar dike, ku "PKK-KADEK ev çend sal in, ku li ber dewletê stûyê xwe xwar kiriye, ji hemû doz û daxwazên xwe dest kişandiye û vê yekê jî wek xwe nû kirin nîşan dide. Ji aliyê din ve jî êrîşan tîne ser welatparêzên kurd."

Hêjayî gotinê ye, ku endamên KADEK li Elmanyayê jî Kurdan mecbûr dikin, ku alîkariya peran bidin partiyê. Ev yek digihê wê radeyê, ku her malbat mecbûr dibe, ku salê carekê alîkariya mehekê, ya ku ew ji bo jiyanê ji dewletê werdigirin, bidin KADEK. Kesê ku vê daxwazê ne pejirîne, gef lê tê xwarin. Ji ber vê yekê, gelek malbatên kurd ji tirsa lêdanê bêyî dilê xwe alîkariyê didin endamên KADEK. Lê di dema dawî de, li hin herêmên Elmanyayê ev şêweyê wergirtina alîkariyê kêm bûye.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]