www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.09.2003 - 14:08

Li Japonê pîrtirîn mêr li cîhanê mir


Yukichi Chuganji 114 sal kirin (dpa)
TOKYO (dpa/amude.com) - Yukichi Chuganji, pîrtirîn mêr li cîhanê, doh li mala xwe li Japonê mir. Temenê wî bûbû 114 sal. Malbata wî ragihand, ku rewşa wî ya tendurustî baş bû û wî ta dawî jî 3 caran di rojê de xwarin dixwar. Kêfa wî pir ji şêraniyê re dihat û wî pir karamêl bi diranên xwe (!) dixwar.

Yukichi Chuganji di 23.03.1889ê de ji dayik bûbû. Wî jiyana xwe li gel malbata xwe li parêtgeha Fukuoka derbas kir. Piştî ku di destpêka sala bûrî de mêrê îtalî Antonio Todde di temenê 112e salan de mir, Chuganji ji aliyê Pirtûka Guinness a rêkordan wek pîrtirîn mêr li cîhanê hate qeyd kirin. Herweha pîrtirîn jin li cîhanê jî ji Japanê tê. Di 16ê vê mehê de, Kamato Hongo bû 116 salî.

Hêjayî gotinê ye, ku li Japonê bêtirî 20.000 mirovên sedsalî hene. Sedema temê Japoniyan ê dirêj ew e, ku ew pir xwarina baş dixwin. Piraniya mêran li Japonê digihên temenê 78,32 û jin dibin 85,23 salî. Ev yek dibe sedema ku civaka japonî ber bi pîrbûnê ve diçe. Li Japonê kêm zarok çê dibin. Ji ber vê yekê demin zehmet li pêşiya sîstemên Japonê yên sosyal in.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]