www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.10.2003 - 19:13

KADEK partiyeke nû li Sûryayê damzirand

DORTMUND (amude.com) - Li Sûryayê partiyeke nû ya kurdî hate damezirandin. Berî çend rojan, 'Partiya Yekîtiya Demokratîk' damezirandina xwe îlan kir. Armanca wê ya sereke ew e, ku "li hemberî desthilatdarên Kurdistanê têkoşîna azadiya gelê kurd bimeşîne û di tekoşîna demokrasiyê ya Rojhilata Navîn de roleke çalak bilîze". Bi vê yekê, KADEK beşek din ji biryara kongireya xwe ya 8an, ku li perçeyên Kurdistanê yên din partiyên taybetî damezirîne, pêk anî.

Di danezana damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk de, tê destnîşan kirin, ku di "jinûveavakirina Rojhilata Navîn de rêjîmên statuko-parêz li hemberî gelê kurd hê jî polîtîkayên xwe yên înkarê didomînin." Herweha partiya nû eşkere dike, ku "gelê kurd li hemberî rêjîmên serdest û statokoparêz tekoşîneke demokratîk dimeşîne" û ew jî ji bo ku heman têkoşînê li Başurê-Rojavayî Kurdistanê bi rê ve bibe, hatiye damezirandin. Partiya Yekîtiya Demokratîk di heman demê de dixwaze li hemberî rêveberiya Şamê "têkoşîna azadiya gelê kurd bi hêz bike."

Di danezanê de, tê gotin, ku "rêveberiya Şamê li hemberî helwestên gelê kurd ên dostane bersivê nade û Sûrya ta îro ziman û nasnameya Kurdan nas ne kiriye û gelê kurd înkar kiriye." Herweha hatiye nivîsandin, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk "ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd wezîfeyên giring dide ber xwe" û bang li rêveberiya Şamê dike, ku mafên gelê kurd nas bike.

Di danezanê de tê destnîşan kirin, ku "bi taybetî jî xebatên ku serokê giştî yê KADEKê Abdullah Ocalan li vî welatî meşandine, bi xwe re nirx û pêşketinên mezin afirandiye" û bi bîr tîne, ku "Kurdên li Başurê-Rojavayî Kurdistanê ta îro bi hezaran şehîd dane."

Partiya Yekîtiya Demokratîk di danezana xwe de piştrast dike, ku "ji bo têkoşînê jî jin, ciwan, gelên kedkar, xwendekar, demokrat û rewşenbîran weke hêza pêşeng tên nîşandan." Herweha ew eşkere dike, ku ew "ji bo sazkirina Sûryayekê azad" jî bang li hemû gelên kurd û ên li Sûryayê dike ku bibin yek.

Hêjayî gotinê ye, ku di 8e-mîn kongireya xwe de, ya ku ji 4-10.04.2002ê hate li dar xistin, PKK nav û programa xwe guhertin û xwe kir KADEK. Yek ji biryarên vê kongireyê ew bû, ku li li Başûr, Rojhilat û Başûrê-Rojavayî Kurdistanê partiyên cuda damezirîne. Piştî ku sala borî li Baş,ûrê Kurdistanê Partiya Çareseriya Demoqratî Kurdistan hate damezirandin, niha KADEK pêkanîna biryara kongireya xwe berdewam dike û li Sûryayê jî partiyek damzirand. Herweha ew dê nêzîk damezirandina partiyeke nû li Rojhilatê Kurdistanê jî îlan bike.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]