09.12.2002
"Komele û saziyên kurdî li Almaniyayê -
cih, armanc û berhengarî" - Civînek zanistî li Almaniya
BONN (amude.com) -
Navenda "NAVEND" bo lêkolînên kurdî
li Almaniyayê, roja 14ê vê mehê, demjimêr
9.45-17.30, li bajarê Bonnê civîneke zanistî
li dar dixîne. Babeta vê civînê "Komele û saziyên kurdî li Almaniyayê -
cih, armanc û berhengarî" ye.
Cihê civînê:
Gustav-Stresemann-Institut, Langer Grabenweg 68, 53175 Bonn
Programa civînê ev e:
10.00 - Vekirin û axaftina li ser mijarê
Dr. Jan Ulrich Clauss, berpirsê zanistî yê Enstîtuya des Gustav Stresemann
Dr. Jochen Hippler, cigirê serokê NAVEND e.V. û INEF
10.15 - Destpêk û guhertin û pêşxistina komele û saziyên kurdî li Almaniyayê,
prosesên guhertinê di
grûpên koçberên kurd de û hayjihebûna wan di
giştiyê û xwepêşkêşkirina wan
Dr. Ilhan Kizilhan, zanîngeha Konstanz
Guftûgo
11.30 - Bêhnvedana qehweyê
11.45 - Hevkarî û nelihevkirinên (konflîkt) saziyên kurdî li Almaniyayê
Dr. Ferhad Ibrahim, zanîngeha Erfurt
Guftûgo
Pêşkêşkirin: Aras Marouf, Saarbrücken
13.00 - Firavîn
14.00 - Şirovekirina nerînên saziyên kurdî li ser çend mijaran (derbasbûna Tirkiyê di YE
(Yekîtiya Ewropayê) de ,
rewşa siyasî ya niha li Kurdistana Iraqê û siyaseta YE, têkiliyên bi partiyên
siyasî li Almaniyayê
Prof. Dr. Ronald Mönch, zanîngeha Bremen
Guftûgo
15.15 - Bêhnvedana qehweyê
15.30 - Siyaseta koçberiyê û întegrasiyonê ya komele û saziyên kurdî
(Problêm, kêmasî û perspektîv)
Dr. Gülistan Gürbey, FU Berlin
Guftûgo
16.45 - Pêşkêşkirina projeyên vekolînan ên aktûêl
17.15 - Peşneyar bo civînên bê
Pêşkêşkirin: Metin Incesu, serokê NAVEND
17.30 - Dawiya civînê û xatirxwestin
Bo têkiliyê:
malpera NAVEND: www.navend.de
|
|