www.amude.com - navenda çanda kurdî


18.09.2003 - 23:55

Mîrê Êzîdiyan Tehsîn Beg birîndar bû

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Mîrê êzidiyan mîr Tehsîn Seîd Beg doh êvarî li ser rêya Elqoşê tuşî teqeyekê bû û ne diyar e ka kesên ku dixwestin wî bikujin, kî ne. Mîr Tehsîn Seîd Beg ji devera Şêxanê ber bi gundê Biyanê yê nêzîkî Elqoşê ve diçû. Elqoş 40 km li bakurê Mûsilê ye.

Li gor şahidên ku bûyer bi çavên xwe dîtine, otomobîleka Opel a rengsor li hêviya otomobîla mîr Tehsîn Seîd Begî bû û gava ku otomobîla mîrî xwe nêzîkî Opelê kir, yekê ji Opelê narincokek ber bi otomobîla mîrî ve avêt û ew narincok li kêleka otomobîla mîrî li erdê ket û teqiya.

Bi teqîna narincokê, camên otomobîla mîr Tehsîn Seîd Begî şikestin û mîr û zelamekê wî jî birîndar bûn. Êrişkarên terorîst ji cihê bûyerê revîn û ta niha jî ne diyar e ka ew kî ne û polîsên Kurdistanê hêj ew negirtine.

Mîr Tehsîn Seîd Beg mîrê hemî Êzîdiyên cîhanê ye û hejmara Êzîdiyan li Kurdistanê û li derve ji nîv milyonê zêdetir e.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]