www.amude.com - navenda çanda kurdî


09.10.2003 - 14:30

Kurdên Swêdê dixwazin siyaseta Sûryayê riswa bikin

STOCKHOLM (amude.com) - Piştî ku li seranserî Ewropa çalakiyên protestoyê li dij rêjîma Sûryayê pêk hatin, Kurdên Swêdê jî dixwazin bigihên hev û bi hevre li dij siyaseta Sûryayê xwepêşandanekê pêk bînin. Çalakiya wan şemiya bê li dar dikeve.

Partî û rêxistinên amadekar agahdariyek derbarî vê çalakiyê amade kirine. Em wê li vê derê diweşînin:

AGEHDARÎ

Îsal 41 sal derbas dibin, ku hemwelatiya 250 hezar Kurd li Kurdistana Sûriyê ji wan hatiye standin û ji hemû mafên mirovayetî bêpar manin.
Bi vê helkeftina tracîdî, diyaspora kurd li Swêdê roja 11-10- 2003ê, katjimêr 11.00, xwepêşandineke protestoyê hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê pêk tîne.

Dirûşmên xwepênîşandinê ev in:

• Naskirina hebûna gelê kurd li Kurdisatna Sûriyê û pejirandina mafên wî yên demokratî
• Vegerandina hemwelatiya Kurdan li herêma Cizîrê
• Rakirina ”Kembera Erebî” û nehiştina erebkirina Kurdan
• Azadkirina hemû girtiyên siyasî yên kurd di zindanên Sûriyê de

Em bangî hemû niştîmanwerên kurd dikin ku beşdarî vê çalakiyê bibin û vê siyseta nijadperest riswa bikin.

Amadekar:
Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê - Komîteye Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê- FKKS
Komîteya Hevakariya Rêxistinên Kurdistanî li Swêdê
Instyatîva Kurd li Swêdê

Cih: Metro - Karlaplan Alle (Närvavägen) - Stockholm
Kat: 11 Oktober 2003, 11:00-13:00



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]