 |
 |
07.10.2003 - 10:33
Kurdên Nerwic û Swêdê jî dixwazin
rêjîma Sûryayê rûreş bikin
OSLO/STOCKHOLM (amude.com) - Kurdên Nerwic û Swêdê jî
dixwazin li Oslo û Stockholm çalakiyên protestoyê
li dij hikûmeta Sûryayê pêk bînin. Sibe li Oslo û şemiyê
li Stockholmê dê xwepêşandan li dar kevin.
Sibe li paytexta Nerwicê Oslo, Hevkariya Partiyên Kurdistanî
li Nerwicê dê civîneke protestoyê li pêşiya
perlemana nerwicî li dar xîne. Berpirsên Hevkarî dê
dokumentekê li ser rewşa Kurdên Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê bigihîne serokatiya perlemanê. Herweha ew dê
doza roleke aktîv a Nerwicê derbarî çareserkirina
pirsgirêkên Kurdan li Sûryayê bikin. Çalakiya
protestoyê demjimêr 14.00 dest pê dike.
Roja şemiya 11ê vê mehê, rêxistinên Swêdê
yên partiyên kurdî li Sûryayê dê bi hevkariya
rêxistin û partiyên kurdistanî rêjîma Sûryayê
û siyaseta wê ya li dijî Kurdan protesto bike.
Xwepêşandana wan dê ji demjimêr 11-13 li
Karlaplan Alle (Närvavägen) li Stockholma paytext pêk were.
|
 |
 |