 |
 |
29.09.2003 - 12:23
'Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê
protestoyeke bêdeng dixwaze'
DORTMUND (amude.com) - Partiyên kurdî li Sûryayê ta niha
li ser şêweyê çalakiya protestoyê di 05.10an
de li Şamê li hev nekirine. Berpirsê rêxistina Belcîkayê ya
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê
Zîwer Umer ragihand, ku Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê
xwepêşandaneke protestoyê ya bêdeng, bêyî
hildana dirûşman û bi hejmarake ji kesan, ku ne bêtirî 150î
bin, dixwaze. Lê partiyên din vê yekê napejirînin.
Doh, di semînareke Koçka Qamişlo ya
Paltalkê de, Zîwer Umer ragihand, ku partiya
wî, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd
li Sûryayê û Eniya Demoqrata Kurd
li Sûryayê şertên Hevbendiyê napejirînin
û dê bi serê xwe bi xwepêşandanê rabin,
ger Hevbendî dev ji şertên jorîn bernede. Wî berdewam
kir û got, ku îro civîneke partiyan pêk tê û
tê de dê diyar bibe ka bi kîjan rengî dê çalakiya
protestoyê pêk were.
Ev demek dirêj e, ku partiyên kurdî
li Sûryayê behsa xwepêşandanekê li Şamê dikin.
Di 05.10an de, 41 sal li ser projeya "Serjimartina Awarte" derbas dibin.
Berî 41 salan, rêjîma sûrî nasnameya Sûryayê
ji 150.000 Kurdî li parêzgeha Hisiçayê
stand û ew kirin mirovin biyanî li welatê wan.
Herweha îsal salvegera 30î ye ya projeya "Kembera Erebî"
ye. Ev proje bû sedema erebkirina herêm û navên
gund û bajarên Kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê.
Partiyên kurdî li Sûryayê
tucar li dij rêjîma sûrî nebûne yek rêz. Di nav wan de, hin partî hene
ku dixwazin di guftûgoyekê de bi rêjîmê
re çareseriyekê ji problêmên Kurdan re bibînin.
Hin ên din jî vê yekê napejirînin û dibêjin
ku rêjîma sûrî ji bo guhertinan ne amade ye.
|
 |
 |