www.amude.com - navenda çanda kurdî


13.09.2003 - 23:01

Li Sûryayê du Kurd hatin kuştin

QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan, Ebdilmecîd Şêxo, birayê hunermendên kurd Mihemed û Beha Şêxo, û li gel wî Kurdekî din ji gundê Girbawî, li Sûryayê hatin kuştin. kujerê wan Kurdeke nas ji Qamişloyê ye. Ew îro hate girtin.

Li gor agahiyên ku gihan MALPERA AMÛDÊ, Şêxo û hevalê xwe - herdu weke şûfêr li ser baseke fîrmeya kurdî Dicle kar dikirin - ji bajarê sûrî Himis vedigeriyan û berê wan ber bi bajarê Helebê bû. Bi rê de, nasekî wan ji Qamişloyê ew sekinadin, li basê siwar bû û bi wan re çû. Berî ku bigihên Helebê, wî mêrî Ebdilmecîd û hevalê wî kuştin. Sedema kuştinê jî pere bûn. Herduyên kuştî pereyên hin kesan bi xwe re rahiştibûn, da ku bigihînin kesin din li Helebê. Li gorî agahiyan, hayê kujerê wan ji vê meseleyê hebû.

Ebdilmecîd Şêxo 47 salî bû û jin û 8 zarok (2 kur û 6 keç) bi du xwe de hiştin.

Ji bo têkiliya bi hunermend Beha Şêxo re: 00905425576398


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]