 |
 |
18.09.2003 - 23:22
Li Dihokê filmê 'Jiyan' hate pêşkêş kirin
Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Li jêr cavdêrî û birêvebirina
Yekîtiya Nivîserên Kurd/Dihok, îro li Htêla Jiyan filmê
'Jiyan', ê derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, hete pêşkêş kirin.
Filmê 'Jiyan' ta niha beşdarî 29 festîvalên filman ên
cîhanî bûye û 3 xelat wergirtine. Herweha ew
weke baştirîn film li 'Stobal Portogal' derketiye û derhênerê wî jî
wek baştirîn derhêner li 'Stayil Film Festîval' li Emerîkayê
hatiye xelat kirin.
Wekî din ew ji bo xelata 'Tayger' li Rotterdam hatiye helbijartin.
|
 |
 |