28.02.2003 - 11:20
"Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" - Pirtûka
nû a helbestên Hoşeng Broka
STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên Pêrî
li Stenbolê pirtûka helbestvanê kurd Hoşeng Broka
"Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" derket. Pirtûk
ji helbesteke dirêj pêk tê ku di çar beşan de
xwe li ser 144 rûpelan pêşkêş dike
û bi tablo û motîvên hunermend
Reşîd Hesso hatiye xemilandin.
Bi vê dîwanê pirtûka Broka ya çaran derdikeve. Berî
niha 3 berhemên wî hatine weşandin, du dîwanên helbestê
(Bawişkandin ji kopên minareyên razayî /1995, û Serborkên
çarşembên tozê/1999)
û lêkolîneke bi zimanê erebî (Mîtolojiya Êzdiyatiyê /1995).
Hoşeng Broka di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê
Tilxatûnkê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.
Di sala 1994an de dîploma sosyolojiyê li zankoya Şamê wrgirtiye, berî
ku di zivistana 1994an koçberî Elmaniyayê bibe. Niha li bajarê Bielefeld
dimîne. Emaila wî bo têkiliyan ev e:
hoshengbroka@amude.com
Naveroka pirtûkê:
- Pêjna goristanan
- Şîhş,îha Aliyan
- Wexta ku sînor diherkîn xwîna te
- Eger hat û bîra di devê nesterê de,
nimêj bi xwîneke bilind vegirt
----------------------------------------
Ji pirtûka nû perçeyek ji beşê helbestê yê
çaran "Eger hat û bîra di devê nesterê de,
nimêj bi xwîneke bilind vegirt":
Lê tu dê ji ku
dest bi bîranînên aliyan;
dema ku ew dişemitîn ber tewafa
pêkên te,
bikî?!
Tu dê ji ku
dest bi dîrokkirina tozê
û dînîtiya ecacokên sergerdan,
wexta ku li navê te;
yê tifal,
dibûn gijlok,
bikî,
XERÎBO!??
.........
........
|
|