www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.10.2003 - 13:03

Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê êrîşa Israîl a li ser xaka Sûryayê protesto dike

QAMIŞLO (amude.com) - Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê, ku ji 5 partiyên kurdî pêk tê, di daxuyaniyekê de êrîşa balafirên Israîl ên leşkerî ya li ser xaka Sûryayê protesto û şermezar dike.

Di daxuyaniya xwe de, ku bi zimanê erebî ji MALPERA AMÛDÊ re hate şandin, Hevnedî bangî hemî hêzên demoqratî û yên aştîxwaz dike, ku li dij "êrîşên rêjîma Şaron a rasîst" raweste. Herweha ew bang dike, ku yekgirtina neteweyî li Sûryayê xurtir bibe, da ku bibe eniyek li hemberî êrîşên li dij Sûryayê



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]