www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.09.2003 - 20:22

Ji ber kuştina keça xwe, bavekî kurd dê jiyana xwe di zindanên ingilîzî de derbas bike


Heşu Yûnis & bavê wê Ebdela (ap)
LONDON (kurdishmedia.com/amude.com) - Piştî ku Ebdela Yûnis di 12.10.2002ê de keça xwe Heşu ya 16e-salî kuştibû, ew doh ji aliyê dadgehekê li Londonê hate tawanbar kirn û dê tevaya jiyana xwe di zindanê de derbas bike. Yûnis 48 salî ye û Kurdekî Başûrê Kurdistanê ye.

Ebdela Yûnis berî 10 salan li gel malbata xwe hatibû Londonê. Keça wî Heşu ji kurekî fileh ê libnanî hez dikir û dixwest bi wî re bireve. Lê ev yek pêk ne hat, ji ber ew di 12.10.2002ê de ji aliyê bavê wê di mala wan de bi şêweyeke hov hate kuştin.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]