www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

01.05.2003 - 18:46

Weşan in nû ji Navenda Havîbûn a weşan û lêkolînên kurdî

BERLÎN (amude.com) - Li paytexta Elmaniyayê Berlîn, çend berhem in nû ji nav weşanên "Navenda Havîbûn a weşan û lêkolînên kurdî" derketin. Herweha cotehejmara kovara Havîbûn (12 & 13) a ku bi zimanê kurdî (tîpên erebî) tê weşandin, derket.

Di vê cotehejmarê de, gelek lêkolînên û gotarên nivîskarên kurd ji seranserî Kurdistanê û wergera lêkolîneke nivîskarê elmanî Hans-Lukas Kieser cihê xwe girtine. Kovar ji 336 rûpelan pêk tê.

Di dawiya kovarê de, xebatkarên kovarê agahdariyek li ser daxwaza wan bo weşana kovarake taybetî bi navê "Kurdnasî" weşandine. Sernivîserê kovarê Salimê Casim ragihand Malpera Amûdê ku : dixwazin bi kovara Havîbûnê re kovareke taybetî bi şêweyekê ekadêmî nivîsên li ser kurdnasiyê biweşînin. "Em bangî hemû nivîskaran dikin ku bi berhemên xwe beşdarî vê projeyê bibin. Herweha em li hêviya peşneyar û alîkariya xwendevan û nivîskaran in", Casim berdewam kir. Hejmara yekê niha amade dibe û dê di demek nêzîk de bikeve nav destên xwendevanan de.


Salimê Casim
Li aliyekî din, Salimê Casim ragihand ku ew bi nêt in ku kovareke din biweşînin bo nivîsên bi tîpên latînî. Ew niha li ser vê yekê dixebitin û di demek nêzîk de diyar bibe ka çawa û bi çi awayî ev kovar dê bê weşandin.

Navenda Havîbûn ta niha 30 pirtûk weşandine û çap kirine. Dora 10 pirtûkên din bo çapê amade dibin. Li ser vê yekê Salimê Casim got: "Em dizanin ku nivîskarê kurd zehmetiya dikş,îne bo çapkirina berhemên xwe. Ji ber vê yekê em dixwazin alîkariya nivîskarî bikin û pirtûkên wî jê re çap bikin." Çapkirina pirtûkan ne belaş e, lê ji weşanxaneyên din erzantir e. Havîbûn tenê mesrûfa çapê ji nivîskar distîne.

Bo têkiliyê bi kovar û navenda Havîbûnê:

Havibun
Postfach 652106
13316 Berlin

e-mail: havibun@havibun.com, havibun@web.de
malper: www.havibun.com

Li jêr çend pirtûkên nû ji weşanxaneya Navenda Havîbûnê:


Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]