 |
 |
10.09.2003 - 16:25
Duh 19'emîn salvegera mirina hunermendê kurd Yilmaz Guney bû
DORTMUND (amude.com) - Yilmaz Guney, li hemberî pirsgirêkên gelê xwe bi
berpirsiyarî tevdigeriya û di sînemayê de jî li ser vê rastiyê rawestiya.
Guney, li Parîsê li sîrgunê jiyana xwe ji dest da. Yilmaz Guney di sala
1937'an de li gundê Edeneyê Yenîce hate dinê.
Guney yek ji heft zarokên malbatekê karker a ji Kurdistanê koç kiriye bû. Dibistana seretayî û navîn li Edeneyê temam kir.
Guney ji karê pembû heta hesapgiriyê di gelek karan de xebitî û di van salan de êdî bi wêje re eleqadar bû û dest bi nivîsandina çîrokan kir.
Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Enqerê û Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê xwend. Dema li zanîngehê dixwend, derhener Atîf Yilmaz nas kir. Hunermend, di cîhana sînameyê de bi navê 'Qralê Nexweşik' dihat nas kirin û alîkariya derhênerî, lîstekvanî kir û senaryo nivîsand.
Fîlmên bi navê 'Hêvî', 'Dîwar', 'Rê', 'Pez', 'Heval', 'Seyît Xan', 'Gurên Birçî', "Belengaz" û "Dijmin" fîlmên girîng ên Yilmaz Guney in. Guney, di sala 1972'an de bi sedema ku tevlî bûyerên siyasî bûye hate girtin û piştî 2 salan serbest hate berdan. Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, bi îdîaya dozgerê navçeya Yumurtalikê kuştiyê, 18 salan ceza lê hate birîn.
Di sala 1981'an de ji girtîgeha nîvvekirî ya Îmraliyê reviya û bi rêyên qeçax derket derveyî welat. Yilmaz Guney di 9'ê Îlonê sala 1984'an de li sîrgûnê, li paytexta Fransa Parîsê çavên xwe li jiyanê girt.
Fîlmên Hunermênd Guney, ku bi mijarên nexekiyan, îşkenceyên li girtîgehan, bêrûmetiya tê ferz kirin û têkoşînê hatine kişandin, gelek salan li Tirkiyeyê hatin qedexe kirin. Li Festîvala Fîlman a Douarnenez, ku di 16'ê tebaxa 2003'an de dest pê kir û îsal ji bo Kurdan hat li dar xistin, fîlmên Guney ên bi navê 'Rê','Pez' û 'Dîwar' hatin nîşandan û bi vê yekê di 19'emîn salvegera mirina wî de careke din hatibû bi bîr anîn.
Ji 'Rojev' hate wergirtin.
|
 |
 |