www.amude.com - navenda çanda kurdî


01.09.2003 - 01:07

Dîsa Kurdek li Sûryayê hate girtin

DORTMUND (amude.com) - Di sibeha şemiya borî de, endeziyarê kurd Xelîl Mistefa Silêman (1958) li bajarê Tel El-Deman (herêma Çiyayê Sem´an/parêzgeha Helebê) ji aliyê hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî ve hate girtin û şandin Şama paytext, wiha bîroya siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê di daxuyaniyekê de ragihand. Ti kes nizane ji bo çi Silêman hate girtin û ta kînga ew dê girtî bimîne.

Di daxuyaniya xwe de, ku ji MALPERA AMÛDÊ re hate şandin, bîroya siyasî ya 'Yekîtî" radigihîne, ku endeziyarê Silêman karê xwe li avahiya çandiniyê li bajarê Tel El-Deman dikir, dema ku hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî ew girtin. Herweha ew dibêje, ku endeziyar Xelîl xwedî navekî baş li herêmê bû û ji ber vê yekê ew di sala 1994an de ji aliyê tevgera kurdî ji bo endametiya Perlemana Sûryayê hate helbijartin. Ev yek bû sedema ku hêzên sûrî cihê karê wî ji bajarê Cindirîs (Efrîn) birin bajarê Tel El-Deman, ku 240 km dûrî Cindirîs e.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, 'Yekîtî' vê girtinê protesto dike û ji hêzên netewî yên demoqratî û yên mafên mirovan doza blindkirina deng û xebatê ji bo serbestberdana endeziyar Xelîl Silêman dikin.

Hêjayî gotinê ye, ku endeziyar Xelîl Mistefa Silêman di sala 1958an de li gundê Şêx El-Hedîd ji dayik bûye. Navê diya wî Kerîme û yê bavê wî Mistefa ye. Wî di sala 1983an de xwendina endezyariya çandiniyê li Zanîngeha Helebê bi dawî aniye. Ew bi jin e û çar zarokên wî hene: Ferzend, Rolav, Delav û Deland.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]