02.04.2003 - 23:17
Şevek helbestê bi helbestvan Ferhadê Içmo re
ŞAM (amude.com) - Roja 27ê meha borî, helbestvanê kurd
Ferhadê Içmo ji Qamişloka evînê bibû mêvanê
Kurdan li Şama paytext û di şevbûhêrkeke
helbestê de ew bi xwe re birin cîhana helbestên xwe. Dora
40 kesî amade bibûn.
Di vê şevbûhêrkê de, helbestvan Içmo
komek ji helbestên xwe yên "mobayil", nûjen, zarokan
û herweha yên stranî pêşkêşî
amadebûyan kirin. Piştre wî û guhdaran
bi hevre ew helbest guftûgo kirin û nirxandin.
Kesên ku bi germî beşdarî guftûgoyê
bibûn helbestvana kurd Diya Ciwan, Selah Berwarî,
Hoşeng Osê, Restem Hemze û kes in dî bûn.
|
|