 |
 |
10.09.2003 - 23:44
Siyasetmedarekî PKK/KADEK li Elmanyayê tê dadgeh kirin
 Elî Z. (ap) |
DORTMUND/HAMBURG (amude.com/ap) - Ji ber endametiya
di rêxistineke krîmînêl de û berpirsiyariya
dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD) li bajarê
Hamburgê li bakurê Elmanyayê berî çar salan,
doh li Hamburgê dadgehkirina siyasetmedarê PKK/KADEK Elî Z.
dest pê kir.
Li gor agahiyên polîsan, Elî Z. ji sala 1998 ta 1999an
berpirsiyariya PKK li herêma 'Bakur-Rojava' li Elmanyayê dikir.
Di wê demê de, Z. dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD)
li bajarê Hamburgê ji aliyê grûpeke Kurdan
organîze kiribû, wiha di rapora polîsan de hatiye diyar kirin.
Alî Z. bixwe li dadgehê got, ku ew ne gunehkar e
û doza serbestberdana xwe kir.
Elî Z. di dawiya sala 2002an de li bajarê Bonnê hate girtin
û ji wê demê de di zindanê de ye.
Hêjayî gotinê ye, ku di 17.02.1992an de,
23 alîgerên PKK êrîşî xaniyê
SPD li Hamburê kiribûn û berpirsiyarekî wê
xistibûn bin hêza xwe de. Piştî 9 seetan, çalakiya wan
bi dawî hat.
PKK li tevaya Elmanyayê bi çalakiyên wiha girtina
Ocelan ji aliyê Tirkan ve protesto dikirin. Ev çalakî bûn
sedema nerîneke nêgatîv ji aliyê miletê elmanî ve
li hemberî Kurdan.
|
 |
 |