23.11.2002
Ebdûla Peşêw bo yekem car bêyî alaya Kurditanê
helbestên xwe dixwîne
Hekar Findî - Duhok
DUHOK (amude.com) -
Ji bizavên Yekîtiya
Nivîskarên Kurd / Duhok, li şeva roja 21.11.2002an de û
li hola Xanî li serokatiya Zanîngeha Duhokê
rûniştineka çandî bo helbestvanê kurdperwer EBDULA
PEŞÊW li ser ezmûna wî ya helbestî hate lidarxistin.
Li berahiyê helbestvan Pêşew li dor serbora
xwe ya helbestê peyivî û weha da xuyakirin ku li
dawiya sala 1960an û li destpêka sala 1961an de
dest daye nivîsandina helbestê, ango li gel destpêka
Şoreşa Îluna mezin. Ev ji aliyekî ve, û ji aliyekê din
ve got ku wî yekemîn helbesta xwe di heftenameya HEWLÊR
de weşandiye.
Herwesa Peşêwî got ku ev cara yekemîn bû ku ew helbestê dixwîne û alaya Kurdistanê ne li li pêş wî bû…
Hêjayî gotinê ye ku Peşêwî ji sala 1994an ta 2002an 38
semînarêb helbestê li Ewrupayê gêrane û di hemûyan de
alaya Kurdistane li pêş wî bû.
Paşan pêş çend helbesên xwe mîna (Dayik, Qerec, Duberekî, Aştî, Bax, Kungire , Şûşe, Helat û gelekin din gotin.
Ebdula Peşêw li sala 1946a li Hewlêrê hatiye dunyayê.
Li sala 1979an li Rûsyayê Master bi hunerê wergêranê ji zimanê rûsî bo ingilîzî û ji ingilîzî bo rûsî wergirtiye. Paşan doktora li ser jiyan û serbora helbestvanê kurd ê navdar Pîremêrd wergirt.
Li ser vê yekê jî Peşêwî got: "Ev helbestên
Pîremêrdî yên ku niha li ber destên me ne, hemû yên di jiye 50î saliyê ji Pîremêrdî nivîsnadine.".
|
|