 |
 |
13.10.2003 - 15:39
'Min Kurdistan bi çavan ne dît, lê min bihîst' -
Hecî Ebdulah Seyda koça dawîn kir
 Ebdulah Seyda |
AMÛDÊ (amude.com) - Doh li bajarê Amûdê,
demjimêr 18.15, dilê welatparêzê kurd Hecî Ebdulah
Seyda sekinî. Seyda birayê mezin ê Sekretêrê Giştî yê
Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê Ismet Seyda bû.
Ew doh di goristana Amûdê de hate veşartin. Gotinên Seyda yên
dawî ev bûn:
'Min Kurdistan bi çavan ne dît, lê min bihîst'.
Hecî Ebdulah Seyda di 1915ê de li Bedlîsê
li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû
û ew kurê mezin ê Mele Fethullah Seyda bû,
yê ku li gel birayê xwe Mele Ûbeydullah beşdarî
Serhildana Bedlîsê di bin serkêşiya
Mele Selîm û Şêx Beha El-Dîn de bûbû.
Herweha rehmetî bavê Sekretêrê Giştî yê berê
yê Partiya Karkeran (Şexîlê) li Sûryayê
Sebxetullah Seyda bû.
|
 |
 |