08.01.2003 - 13:59
'Rojnamegerî û pîvanên vê yên sereke' derket
STENBOL (amude.com) -
Pirtûka Cemîl Oguz ya bi navê 'Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke' wekî yekem
pirtûka li ser rojnamegeriyê li Stenbolê ji Weşanên Pêriyê derket.
Oguz di pirtûka xwe de bi awayekî berfireh li ser rê û rêçikên rojnamegeriyê,
bi taybetî jî li ser nûçegihanî û nûçeya bi zimanê kurdî sekiniye.
Di pirtûkê de bi hûrbûnî li ser nûçe çi ye, çawa tê şopandin, çavkaniyên nûçeyê çi ne,
qalibên nûçeyê yên bi kurdî çawanin, nûçegihan kî ye, ji kî re rojnameger tê gotin,
taybetiyên wê/î çi ne, hevpeyvîn çawa tê kirin? hatiye sekinîn.
Ji bilî van Oguz bi kurtahî cih daye 'Dîroka rojnamegeriyê', hem li ser rojnameyên yekem
ên ku li cîhanê derketine û hem jî li ser rojnameyên kurdî yê yekem û yên ku mora xwe
li dîroka rojnamegeriya kurdî dane.
Ligel van di pirtûkê de li ser karbeşiya nav weşanekê, li ser serwîsan
û li ser qalibên nûçeyê yên kurdî jî hatiye sekinîn.
Cemîl Oguz ku yek ji edîtorên rojnameya Azadiya Welat e, ev sê sal e li ser vê berhemê dixebite.
Li ser armanca nivîsandina pirtûkê Oguz ev tist anîn ziman: "Di kurdî de berhemên bi vî rengî
yên ber bi çav nîn bûn. Ciwanên me jî ji ber kêmasiyeke bi vî rengî ji zimanên biyan hînê
vê pîşeyê dibûn. Ez dixwazim êdî ciwanên me bi zimanê xwe hînê vî karî bibin û vî karî bimeşînin.
Tiştekî din bi vê xebatê min xwest zimanê kurdî ku gelek dewlemend e,
di vî warî de jî dewlemendiya xwe sanî me bide û ev aliyê ziman jî pêş bikeve."
Bo têkiliyê û xwestina pirtûkê:
cemilocemilo@hotmail.com
|
|