09.05.2003 - 14:29
Dr. Cemal Nebez: Kurd divê serxwebûnê bixwazin, ne federalîzmê!

Dr. Cemal Nebez (wêne: S.H.Berko)
|
BIELEFELD (amude.com) - Sêşema borî, di semînarekê de ku ji aliyê
rêxistina xwendevanan li zanîngeha Bielefeld a elmanî
ve hatibû amade kirin, zaniyarê kurd Dr. Cemal Nebez dîrok
û rewşa Iraqê berî û piştî şer
şirove kir û got ku Kurd dîsa ji tecrûbeya xwe
fêr nebûne û ku ew divê bizanibin ku tiştek bi serê
xwe nayê.
Di semînarê de, Dr. Nebez bi berfirehiyeke kurt şirove kir
çawa welatên Rojava û bi taybetî Ingilîzan
netewperestiya erebî di Iraqê de çandin û çawa
wan hişt ku Sedam ji xortekî kolanan bibe hêza herî xurt di Iraqê de
ku di dawiyê de xurtirîn hêz di cîhanê de rabe
şerî wî bike. Li ser vê yekê Dr. Nebez got:
"Sedam fênomêna hezkirina Rojava ji pera re ye!".
Piştre Dr. Cemal Nebez li ser rola Kurdan di şerê dijî Iraqê
axift. Wî eşkere kir ku Kurd
nikarîbûn beşdarî vî şerî nebûbana.
Sedema herî giring ji beşdarbûna wan ew bû ku
Başûrê Kurdistanê ji sala 1991ê de ji aliyê
balafirên Emerîka û Birîtaniya ve dihat parastin. Herweha
ji mesleha Kurdan bû ku bi hêzên hevpeyman re şer bikin.
Li ser pirsa malpera Amûdê ew projeya
federalîzmê li Iraqê çawa dinirxîne, Dr. Cema nebez wiha got:
"Kurd federalîzmê dixwazin. Lê gelo ew ê federalîzmê
werbigrin? Kî garantiyê dide wan ku gelê Iraqê dê vê sîstemê
helbijêre? Ta niha ti kesî ji oposîsiyona iraqî negotiye û imze
nekiriye ku sîstema Iraqê ya nû dê federalîzm be. Ji ber vê yekê
ez çêtir dibînim ku Kurd vê derfeta dîrokî
ji dest xwe bernedin û Kurdistaneke serbixwe bixwazin. Di baweriya min de,
niha derfetek baş bo vê yekê ketiye nav destên me de. Ger
Kurd serxwebûnê bixwazin, bawer im dê gelek welatên din
piştgiriya me bikin. Lê mixabin wiha xuya dike ku Kurd vê carê
jî ti sûdê ji tecrûbeya xwe nawergirin. Divê ew baş
bizanibin ku tiştek bi serê xwe nayê. Mixabin herdu partiyên mezin li
Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe dimeşînin bêyî ku
daxwaza gel pêk bînin. Ger ew niha ji gelê Kurd bipirsin ew federalîzmê
dixwazin an serxwebûnê, dê ji wan re baş eşkere bibe
go Kurd serxwebûna xwe dixwazin û netiştekî din."
|
|