 |
 |
07.10.2003 - 10:52
Îro Pêşangeha Frankfurt a Pirtûkan vedibe
FRANKFURT (dpa/amude.com) - Îro li bajarê
elmanî Frankfurt, dê 55e-mîn Pêşangeha
Pirtûkan a Frankfur vebe. 6400 weşanxane ji bêtirî
100 welatan xwe ji bo pêşangehê qeyd kirine û dê
weşanên xwe li wê derê pêşkêş kin.
Ta 13ê mehê, dê bêtirî 270000 kes biçin mezintirîn
pêşangeha wêjeyî ya li cîhanê.
Li gor agahiyên birêvebirên pêş,angehê, îsal
dê bêtirî 350.000 pirtûk bêne
pêşkêş kirin.
Îsal welatê mêvan Rûsya ye. Ew dê bi
150 nivîskaran were pêşangehê û wêjeya
xwe ya modêrn pêşkêşî cîhanê ke.
Ji aliyê Kurdan ve, Weşanxaneya Mezopotamiya ya
li Kölnê dê li Pêşangeha Frankfurtê
pirtûkên kurdî pêşkêş ke.
|
 |
 |