www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.10.2003 - 00:45

Li Qamişloyê dehsaliya koçkirina Osman Sebrî hate bi bîr anîn

Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Bi helkeftina derbasbûna deh salan di ser koçkirina Apo Osman Sebrî re, doh li Qamişloyê civîneke bîranînê ji aliyê 'Komîteya Xelata Cegerxwîn' û 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' li gel komek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd hate li dar xistin.

Di destpêka civînê de, nivîskar Rezo Osê bi navê komîteyên xelatên Cegerxwîn û Osman Sebrî bixêrhatina beşdaran kir û got, ku xwesteka wan bi pêkanîna wê civînê, ya ku di sedsaliya Cegerxwîn de pêk tê, "du nivîskarên 'Hawar'ê û siyasetmedarên qonaxeke berfireh di civata kurdî de li hev bicivînin".

Piştre, nivîskar Konê Reş bi firehî li ser jiyan, xebat û rewşenbîriya Sebrî rawestiya û rojên wî yên çetîn û dijwar ji guhdaran re dan xuya kirin. Herweha ew li ser xebata Sebrî di warê hînkirina zimanê kurdî de rawestiya.

Dûra, nivîskar Dîlawer Zengî, yê ku taybetî ji bo civînê ji Şamê hatibû Qamişloyê, gotina 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' xwend û silavên malbata Sebrî ragihandin beşdaran û ji wan re bi berfirehî çîroka damezirandina 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' got.

Di pey wî re, helbestvan Dildarê Mîdî çend gotin derbarî Sebrî pêşkêş kirin û helbestek li ser xwend. Herweha nivîsareke nivîskar Bêwar Ibrahîm bi navê 'Serhişk bû mîna çiyayê Sasûnê, nazik bû mîna evînê' hate xwendin.
Romannivîs Bavê Nazê jî bi firehî li ser bîranînên xwe bi Osman Sebrî re axifî, nexasim di warê zimanê kurdî û avakirina gotin û hevokan de. Herweha wî pêwîstiya xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji beşdaran re eşkere kir.

Dûra helbestvan Ibrahîm Yûsiv di gotina xwe de eşkere kir,. ku Osman Sebrî yek ji pêşengên siyaset û rewşenbîriya kurdî li Sûryayê bû û çend bîranînên xwe pê re anîn ziman, nexasim di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de.

Nivîskar Deham Ebdulfetah jî gotineke derbarî bîranînên xwe bi Apo Sebrî re anîn ziman û rexneya rêxistinên kurdî kir û pirsî çima ew weha bîranîn di ser guhên xwe re davêjin. Herweha ew li ser xebata ji bo ziman û rêzimana kurdî, ya ku di navbera wî û Sebrî de çêb ûye, rawestiya.

Nivîskar Fewaz Ebdê jî ji hêla xwe ve jî diyar kir, ku pêkanîna bîranînên wiha ji rêxistinan wek ku ji rewşenbîran tê xwestin. Seydayê Keleş jî beşdarî civînê bû û piştî pesnê Sebrî û mêraniya wî anî ziman, mixabiniya xwe ji partiyan diyar kir û di pey re helbestek li ser geşbûna xwe di vê demê de xwend.

Di nav axaftinan de, birûskên endeziyar û nivîskar Rustem Zaza, Şêx Birimce û Hisên Ehmed hatin xwendin û di nav re jî nivîskaran Siyamed Mîrzo Celal Ebdella çend gotin pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku di roja îna 17.10.2003ê de, dê ahengek mezin li Şamê ji aliyê 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' ve di mala Sebrî de bê li dar xistin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]