www.amude.com - navenda çanda kurdî


05.01.2004 - 19:45

Sûrya ji damezirandina Kurdistaneke serbixwe li Başûrê Kurdistanê bi tirs e


Serokê Suryayê Beşar el-Esed (ap)
ENQERE (afp/diha/amude.com) - Di hevpeyvînekê ji bo televizyona CNN-Turk de, serokê Suryayê Beşar el-Esed eşkere kir, ku Sûrya li dijî perçekirina Iraqê û damezirandina Kurdistaneke serbixwe li Başûrê Kurdistanê ye. El-Esed ev gotin di êvara çûna xwe ya dîrokî ji bo Tirkiyeyê de gotin.

"Em ne tenê li dij welatekî kurdî ne, em herweha li dijî aksyonên li dijî yekbûna xaka Iraqê ne.", weha e-Esed di hevpeyvînê de. Wî berdewam kir û got: "Paşeroja Iraqê bi paşeroja me tevan ve girêdayî ye." Li ser pirsa bê Sûryayê ji xwesteka kurdan ji bo otonomiyê û welatekî serbixwe bi tirs e, Beşar el-Esed ji CNN-Turk re got: "Helbet!"

Serok Beşar el-Esed dê sibe biçe Tirkiyeyê û sê rojan li wê derê bimîne. Ew dê bi rêveberên Tirkiyeyê re li ser peymanên aborî bide û bistîne. Ji ber vê yekê jî dîplomat girîngiyê didin çûna el-Esed bo Tirkiyeyê û diyar dikin ku dê di dema hevdîtinê de li ser mijarên siyasî û Iraqê jî were rawestandin.

Beşar el-Esed li ser vexwendina serokomarê Tirkiyeyê Ahmet Necdet Sezer sibe di demjimêrên nîvroyê de bi jina xwe Esma el-Esed re biçe Enqereyê. Ew dê pêşî li Enqereyê serdeana gora Ataturk bike. Piştre, ew dê ji hêla Sezer ve bi awayekî fermî were pêşwazîkirin û dûre dê bi serokê perlemana Tirkiyeyê Bulent Arinç û serokwezîr Recep Tayîb Erdogan re hevdîtinan pêk bîne.

Di roja duyem a serdana xwe de, Beşar el-Esed dê bi wezîrê karê derve Abdullah Gul û serokê CHPê Denîz Baykal re rûne û dûre dê bi serokê Artêşê serfermendar Hîlmî Ozkok re hevdîtenekê pêk bîne. Herweha el-Esed dê bi nûnerên welatên ereb ên li Tirkiyeyê re jî hevdîtenekê pêk bîne.

El-Esed piştî Enqereyê dê biçe Stenbolê û li wir bi hemwelatiyên Sûryayê yên ku li Stenbolê dijîn re, hevdîtinekê pêk bîne. Herweha tê hêvîkirin ku el-Esed dê bi karsazên tirk û sûrî re jî hevdîtenekê pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, ku cara dawî ku serokekî Sûryayê serdana Tirkiyeyê kir, berî 58 salan bû.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]