 |
 |
22.10.2003 - 20:56
 Dr. Ebdilbasit Seyda
 'Pirsa Kurdî li Sûryayê'
|
Li Stockholmê semînarek li gel Dr. Ebdilbasit Seyda
STOCKHOLM (amude.com) - Roja şemiya 25ê vê mehê,
lêkolînerê kurd Dr. Ebdilbasit Seyda dê
di semînareke 'Kitêbxaneya Kurdî' de li paytexta swêdî
Stockholm li ser pirtûka xwe 'Pirsa Kurdî
li Sûryayê' biaxife.
Berî çend mehan, pirtûka Seyda 'Pirsa Kurdî
li Sûryayê' ya bi zimanê erebî ji aliyê
weşanxaneya Nîna ve li Uppsala (Swêd) derket. Di vê pirtûkê
de, Seyda pirsa kurdî li Sûryayê bi şêweyekî
zanistî ji bo xwendevanan şirove dike.
Dr. Ebdulbasit Seyda di sala 1956ê de li bajarê Amûdê
li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.
Di sala 1991ê de, wî li Zanîngeha Şamê
doktoraya xwe de felsefeyê de wergirt. Piştre wî di zanîngehên
Sibha û Nesir de li Lîbyayê mamosteyetî kir. Dûra wî berê xwe
da Swêdê û ew niha li bajarê Uppsala dimîne û
di zanîngeha bajêr de dixebite.
Cih: Kitêbxaneya Kurdî, Slupskjulsvägen 26, Skeppsholmen, Stockholm
Dem: Şemî, 25.10.2003 - demjimêr: 15.00
|
 |
 |