www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.10.2003 - 19:52

Perlemanê Ewropî konferansek li ser paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk anî


Mihemed Seîd Alûcî
QAMIŞLO (amude.com) - Li ser daxwaza parlementerên sosyalîst di Perlemana Ewropayê de û Instîtûya Kurdî li Parîsê, pêncşema borî Perlemanê Ewropî li Brûkselê konfranseke taybetî li ser paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê li dar xist. Komek ji Kurdan beşdarî vê konferensê bûbûn û di nav wan de nûnerê rêxistina Ewropayê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûryayê (El-Partî) Mihemed Seîd Alûcî.

Di konfransê de, pirsgirêkên Iraqê û meseleya federaliyetê û rola Kurdan tê de hatin guftûgo kirin. Herweha konferans li ser mijara derbasbûna leşkerên tirk ji bo Iraqê û rola Ewropiyan di paşeroja Iraqê rawestiya. Û ji ber van xalên jêrîn pêkanîna vê konferansê ji bo Kurdan gelekî giring bû

1. Pirsa kurdî di Perlemana Ewropayê de hate guftûgo kirin.
2. Cigirê sekretêrê giştîtî yê Yekîtiya Netewan (YN) beşdarî vê konferansê bûbû û piştrast kir, ku YN dê biryarên vê konferensê bi şeweyeke fermî hembêz bike.
3. Hemî beşdaran razîbûna xwe ji bo projeya federaliyetê eşkere kirin.
4. Hemî beşdaran nerazîbûna xwe dan li ser derbasbûna leşkerên Tirkan ji bo axa Iraqê dan xuya kirin.
5. Pêwîstiya rola Ewropayê ya aktîv di pirsgirêkên Iraqê de hate piştrast kirin.


Jocye Blau, Şefîq Qezaz û Kurdo Baksî (wêne: Nasser Sîna/Zayele)


Hêjayî gotinê ye, ku serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herweha wezîrê derve yê Iraqê Hoşiyar Zîbarî ji bo konferansê hatibûn dawet kirin, lê wan nikarîbû beşdar bibin. Lê wezîrê alîkariya mirovayetiyê Şefîq Qezaz beşdar bûbû. Herweha nûnerên herdu partiyan PDK-Iraq û YNK beşdarî konferansê bûbûn. Ji Swêdê jî çend Kurd beşdarî konferansê bûbûn û ew jî ev bûn: Keya Izol, Nedîm Dagdeviren, Kurdo Baksî, Nasser Sîna û Taha Berwarî.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]