
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Erşîva nûçe û berhemên malperê
|

|

 |
 |
 |
30.11.2003 - 02:27
Beşê duyem ji hevpeyvîna
radyoya SBS li gel Sîrwanê Hecî Berko
SYDNEY (amude.com) - Beşê kurdî
di radyoya australî SBS de, doh beşê duyem ji hevpeyvîna
li gel Sîrwanê Hecî Berko weşand. Di vî beşê dawî
ji hevpeyvînê de, Hecî Berko bersiva pirsên derbarî
PKK û pirsa serokatiya gelê kurd dide. Herweha ew li ser
pirsa piştgiriya ewropiyan ji ramana serxwebûna Kurdistanê
re radiweste.
>> [Li beşê duyem guhdar ke]
|
|
 |
 |
 |
 |
29.11.2003 - 02:25
Gulistan Perwer: "Strangotin ji bo min îbadet e!"
Salihê Kevirbirî - STOCKHOLM (ÊVAR BAŞ) - Gulistan Perwer yek ji xweşavazên stranbêjiya kurdewar û hesteberz e û
bernameçêkera televizyona MEDYA'yê ye. Pêşkêşvana bernameya 'Baxçê Gulan' e,
ku ev bername bûye zaroka duyem a wê û 'delalê ber dilê' hezkiriyên televizyonê.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
28.11.2003 - 20:51
Hesenê Mihemedê Xelo çû ser dilovaniya xwe
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, welatparêzê kurd
Hesenê Xelo, biraziyê serokê eşîra Mêrsînan Evdî Axayê Xelo,
koça dawîn kir. Xelo di sala 1910ê de li gundê Topiz nêzîkî
bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
ji dayik bûbû.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
28.11.2003 - 20:35
'Rizgarî Online' jî piştgiriya Malpera
Amûdê dike
DORTMUND (amude.com) - Portala 'Rizgarî Online'
jî piştgiriya Malpera Amûdê dike
û di beşê xwe yê kurdî de
bangî mêvanên xwe dike, ku alîkariya Malpera Amûdê
bikin, da ku bikaribe xebata xwe berdewam dike.
>> [www.rizgari.org]
|
|
 |
 |
 |
 |
28.11.2003 - 14:52
Nivîskarê çîk Jiri Grusa bû serokê PENê
MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Nivîskarê çîk Jiri Grusa (65)
serokê PENa navnetewî yê nû ye. Ew dikeve şûna
serokê berê yê meksîkî Homero Aridjis, ê ku
6 salan serokatî PENê bû. Kongreya PENê li Meksîk
îro bi dawî tê. >> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
28.11.2003 - 14:17
Malpera Gelawêj piştgiriya Malpera Amûdê dike
BERLÎN (amude.com) - Piştî ku Malpera Amûdê
agahdariyek li ser rewşa xwe ya aborî weşand û tê de diyar kir, ku
ger ta dawiya salê rewş baştir nebe, ew dê xebata xwe rawestîne,
malpera Gelawêj.com, ku xwediyê wê nivîskar Receb Maraşlî
ye, bangek ji bo alîkariya Malpera Amûdê di rûpela xwe
ya pêşî de weşand.
>> [www.gelawej.com]
|
|
 |
 |
 |
 |
28.11.2003 - 01:52
YNKe partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike
ŞAM (amude.com) - Berî du rojan, Malpera Amûdê nûçeyek
derbarî girtina nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Şamê
ji aliyê hukûmeta Sûryayê ve weşand. Berpirsê ragihandinê yê
nivîsgeha YNKê li Şamê Selah Berwarî îro nameyek ji berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî
Berko re şand û tê de diyar dike, ku nivîsgeh nehatiye girtin
û nûçeya girtina wê derew e. Herweha Berwarî
ji ber sedemine nediyar partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
27.11.2003 - 21:20
'Mezopotamya TV' weşana xwe zêde dike
BRÛKSEL (amude.com) - Kenala kurdî ya ezmanî 'Mezopotamya TV'
dê ji 01.12.2003ê û pê ve demjimêrên weşana
xwe zêde bike. 'Mezopotamya TV' dê ji bilî weşana xwe
ya berî nîro, her êvar 3 demjimêran programên bi zimanê
kurdî pêşkêş bike. >> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
27.11.2003 - 13:58
Taha Xelîl: "Romana kurdî tune ye!"
AMED (DÎHA/ÊVAR BAŞ) - Di destpêka vê mehê de, nivîskarê kurd Taha Xelîl ji Qamişloyê
beşdarî Konferansa Rojhilata Navîn û Pirçandiye û Rojên Wêjeyê li Amedê
bûbû. Li ser rewşa çanda kurdî û pirsgirêkine din,
Ajanseya Dilcle ya nûçeyan hevpeyvînek li gel Xelîl
kir. >> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
26.11.2003 - 17:01
Sûryayê ji dostê xwe Talebanî aciz bûye
û bîroya partiya wî li Şamê girt
ŞAM (amude.com) - Hukûmeta Sûryayê bîroya
Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), a ku serokê
encûmena iraqî yê vê mehê Celal
Talebanî sekretêrê wê yê giştî ye,
li Şamê girt, wiha malpera erebî elaph.com îro di nûçeyeke
xwe de radigihîne. Bi vê yekê, Sûrya nerazîbûna ji xwe
rexneyên Talebanî yên hefteya borî li dij wê
eşkere dike.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
26.11.2003 - 00:26
Hukûmeta Urdun pirtûkên Selîm Berekat şewitandin
URDUN/EMAN (amude.com) - "Dezgeha Weşanan" li Urdun 300 pirtûkên
helbestvan û romannivîsê kurd Selîm Berekat
ji pirtûkxaneyan derxistin û ew şewitandin, wiha malpera
elaph.com ragihand. Pirtûka ku hate şewitandin, romana Berekat a
nû "Dilşad" e, ya ku berî demekê li Beyrûtê
hatibû weşandin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
25.11.2003 - 10:50
Dîmenek ji Amûdê
AMÛDÊ (amude.com) - Îro roja pêşî
ji cejna remezanê ye. Wek her car, îro jî gelê
bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
berî derketina rokê berê xwe da goristana bajêr, da ku
serdana gorên meriv û dostên xwe bike. Ev wêne îro
li Amûdê hatiye kişandin.
|
|
 |
 |
 |
 |
25.11.2003 - 00:48
Kurdên Binxetê li Elmanya dê bikevin greveke birçîbûnê
DORTMUND (amude.com) - Çend rêxistinên Elmanyayê yên
partiyên kurdî li Sûryayê dê di 10.12.2003ê de, roja
mafê mirovan a naventewî, li Berlînê dest bi
çalakiyên protestoyê li dij rêjîma sûrî
bikin. Bêtirî 30 kurd dê 3 rojan li pêşiya perlemana
elmanî bikevin greva birçîbûnê. Di şemiya 13ê mehê de,
dê li pêşiya avahiya Wezareta Derve xwepêşandanek
li dar keve.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
24.11.2003 - 17:24
"'Kewê Canê' dê di hinek dilan de bibe yarek"
AMED (ÊVAR BAŞ) - Ji nav weşanên Gun û rezepirtûkên Hîvron, li Stenbolê
yekemîn pirtûka helbestvan Receb Dildar derket. Pirtûk bi navê
'Kewê Canê' ye û ji 78 rûpelan pêk tê. 35 helbest û her weha çend
wêneyên wênesaz Fewzî Bîlge cih di pirtûkê de girtine. Receb Dildar
di sala 1958ê de li Amedê ji dayik bûye û li
wê derê dijî.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
24.11.2003 - 14:38
Li Meksîko kongreya PENê bi beşdarbûna kurdan dest pê kir
MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Bi bangiwaziyekê ji bo parastina
peyva azad, doh êvarî li Meksîko kongreya PEN a navnetewî
dest pê kir. Ev kongreya 69emîn a yekîtiya nivîskaran,
ku di 1921ê de hate damezirandin, ta înê li jêr dirûşma
"Pirbûna kulturî û azadiya nerînê" didomîne.
Hêvî Berwarî û Bêrîvan Dosky ji aliyê
Navenda PENa Kurd ve beşdarî vê kongreyê bûne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
23.11.2003 - 21:07
Civîna xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê li Elmanya
BONN (amude.com) - Komek ji xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê û li xwendegehên Elmanyayê dixwînin, dê
roja 20.12.2003ê li bajarê Bonn li hev bicivin û li ser şêweyê
xebateke hevbeş guftûgo bikin. Civîn vekirî ye û hemî
xwendekarên kurd ên ji Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê û li xwendegehên Elmanyayê dixwîn,
vexwendî vê civînê ne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
23.11.2003 - 02:19
"Berbang Qedexe ye"
DORTMUND (amude.com) - Malpera Amûdê
pirtûka helbestvanê kurd Arşevê Oskan "Berbang Qedexe
ye" ji bo xwendevanên xwe amade kiriye û ew di beşê
epirtûkan de weşandiye. Bi vê pirtûkê, hejmara pirtûkên
dîjîtal di Malpera Amûdê de digihê 33 pirtûkan.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
23.11.2003 - 01:04
Li Şamê dîroka Kurdaxê bû babeteke şevbuhêrkên kurdî
Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Îna borî, li Şamê şevbuhêrka pêncem ji
şevbuhêrkên kurdî hate li dar xistin. Babeta vê şevbuhêrkê bi sernavê
"Kurdax di neynika dîrokê de" bû û ji aliyê helbestvan û lêkolîner Merwan Beraket
hate pêşkêş kirin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
22.11.2003 - 15:10
Hevpeyvîn li gel Sîrwanê Hecî Berko
SYDNEY (amude.com) - Beşê kurdî yê radyoya
SBS li Australiyayê, îro hevpeyvînek bi berpirsê Malpera Amûdê
Sîrwanê Hecî Berko re pêk anî. Mijarên vê hevpeyvînê
vegerandina penaberên kurd ên li Elmanyayê bo Iraqê,
wêneyê kurdan di çapemeniya elmanî de û herweha pirsa
helwesta ewropiyan bo serxwebûna Kurdistanê bûn. Hevpeyvîn ji du beşan pêk
tê. Beşê duyem dê hefteya bê bête pêşkêş
kirin.
>> [Li beşê duyem guhdar ke]
|
|
 |
 |
 |
 |
22.11.2003 - 01:43
"Wêneyê kurdan di medyaya elmanî de gelekî baştir bûye!"
Sîrwan Hecî Berko - BOCHUM (amude.com) - Rojnamevanê elman Heiner Bremer xwedî programeke
nûçeyan di kenala RTL de ye, ku 5 rojan di hefteyê de nîvê şevê
tê pêşkêş kirin. Ew yek ji navdartirîn rojnamevanên
Elmanyayê ye. Bi Malpera Amûdê re, Bremer li ser wêneyê kurdan
di medyaya elmanî de û sedemên guhertina vî wêneyî
ber bi başbûnê ve axift.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
21.11.2003 - 13:24
"Tirkiyê şaşitiyeke mezin dike!"
Sîrwan Hecî Berko - BOCHUM (amude.com) - Martin Schulz (Martîn Şults)
berpirsê grûpa endamên Partiya Sosyal Demoqrat a Elmanya (SPD)
di Perlemana Ewropayê de ye. Herweha ew dê di hilbijartinên ji
bo Perlemana Ewropayê, ku dê di 16.11.2004ê de pêk werin,
serkêşiya partiya xwe bike.
Di konferensa giştî ya SPD de, ku ji 17-19ê vê mehê li
bajarê Bochum pêk hat, min bi Schulz re ev hevpeyvîn
pêk anî:
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
20.11.2003 - 04:08
Hêviyên ji guhertinên li Sûrî û cihê pirsa kurd di nav de
Dr. Ebdulbasit Seyda - UPPSALA (amude.com) - Mirovê ku li rewşa Sûrî bi detalyl û pirsgirêkên wê binêre,
wê bighê nerîneke, ku di dema werê de wê hinek guhertin û tiştên nû bibîne,
guhertinên ku bikaribin wê ji vê rewşa wê xelas bikin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
20.11.2003 - 01:44
Tevgera "azadîxwaz" a kurd li Sûriyê û pêşwazîkirina guhertinên navnetewî
Tariq Hemo - ELMANYA/AHELN (amude.com) - Li ber destê min niha çend nûçe hene:
1- Peyva serokê DYA Georg Buş, a ku wî di roja pêncşema borî de (06.11.2003) di
ahengek taybet de sebaret bi şerê cîhanî li dijî terora navnetewî gotbû:
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
19.11.2003 - 13:10
Helbestvan Selwa Gulî dê li Hannoverê helbestên xwe bixwîne
HANNOVER (amude.com) - Li jêr duruşma "Jin û Penaberî",
helbestvana kurd Selwa Gulî dê roja 25ê vê mehê li bajarê
elmanî Hannover şeveke helbestxwendinê pêk bîne. Gulî
ji Dihokê ye û li bajarê Götteborg li Swêdê dijî.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
19.11.2003 - 13:10
Çalakvanê mafên mirovan Dr. Heysem Menaa
semînarekê li Hannover pêk tîne
HANNOVER (amude.com) - Li jêr duruşma "Sûrya û Demoqratî îro",
berdevkê fermî yê Komîteya Erebî bo Parastina Mafên Mirovan Dr. Heysem Menaa
dê roja 29.11.03ê semînarekê li bajarê Hannoverê li Elmanyayê
pêk bîne. Semînar ji aliyê Kurdên li Hannoverê ve tê
amade kirin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
18.11.2003 - 16:35
"Em ê li ser vegera penaberên kurd bo Iraqê bixebitin"
Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê
re, cihgirê serokê grûpa SPD di Perlemana Elmanyayê de Gernot Erler ragihand, ku ger rewşa Iraqê baştir bibe,
Elmanya dê li ser vegera penaberên kurd ên ji Başûrê Kurdistanê bo Iraqê bixebitin. Erler got
ku li gorî zagonên Elmanyayê, hemî penaber dikarin bêne şandin welatê wan, ger rewşa siyasî li wî welatî
wiha bête guhertin, ku ti sedem ji hebûna wan a li Elmanyayê re nemîne.
Hevpeyvîn nêzîk tê weşandin.
|
|
 |
 |
 |
 |
18.11.2003 - 15:14
"Wêneyê kurdan di medyaya elmanî de baştir bûye"
Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Rojnamevanê elman ê navdar Heiner Bremer
(RTL Nachtjournal) di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re eşkere kir, ku wêneyê kurdan li Elmanyayê ji berî çend
salan baştir bûye. Li gorî Bremer, sedema bingehîn bo vê yekê ew e, ku "kurd nema li kolanan
otomobîlan disekînin û herweha ew nema xwe dişewitînin." Bremer berdewam kir û got, ku
xebata PKK a radîkal a berî çend salan hişt ku elman û medyaya elmanî bi şêweyekê negatîv li kurdan binerin.
Hevpeyvîna li gel Bremer nêzîk belav dibe.
|
|
 |
 |
 |
 |
18.11.2003 - 10:55
 Gerhard Schröder
|
Gerhard Schröder dimîne serokê SPD
Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Di hilbijartinên ku doh li konferensa
Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya (SPD) pêk hatin de, musteşarê elmanî Gerhard Schröder careke din
wekî serokê partiyê hate hilbijartin. Wî 80,83 % ji dengan stand. Malpera Amûdê îro jî beşdarî
konferensê bûye. Li gorî derfetan, em dê agahiyên nû yekser li vê derê biweşînin.
|
|
 |
 |
 |
 |
17.11.2003 - 16:22
"Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdên Iraqê nake!"
Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Martin Schulz, berpirsê endamên SPD di Perlemana
Ewropayê de, di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re, ku berî 10 deqeyan
di konferensa SPD de pêk hat, ragihand, ku Yekîtiya
Ewropayê piştgiriya serxwebûna Kurdên Iraqê nake. Herweha wî got,
ku wî biryara 'Kurdên Bakur' ji bo parastina hebûna kurdî
di hundirê sînorên Tirkiyeyê de bi kêfxweşî wergirit. Schulz berdewam kir
û got, ku pirsa kurdî her tim di rojeva Perlemana Ewropayê de ye
û Ewropa piştgiriya xebata kurdan ji bo mafê wan ên kulturî û
etnîk dike.
Hevpeyvîna bi Martin Schulz re di demek nêzîk de tê belav kirin.
|
|
 |
 |
 |
 |
17.11.2003 - 14:59
Malpera Amûdê beşdarî konferensa partiya hukûmeta
Elmanyayê bûye
Sîrwan H. Berko - ELMANYA/BOCHUM (amude.com) - Îro li bajarê elmanî Bochum, konferensa
Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya (SPD) dest pê kir. Malpera Amûdê beşdarî
vê konferansê bûye û çend hevpeyvîn bi siyasetvan û rojnamevanên elman derbarî pirsgirêkên
Rojhilata Navîn û pirsa kurdî kir. Konferans sê rojan didomîne. Li gorî derfetan, Malpera
Amûdê dê beşdariya xwe berdewam bike û nerînên siyasetvanên hikûmeta Elmanyayê û yên
Perlemana Ewropayê ji bo xwendevanên kurd pêşkêş ke.
|
|
 |
 |
 |
 |
16.11.2003 - 22:18
Hevpeyvîn li gel rojnamevana kurd
Lawên Mohatdî û komelnas Dr. Nezend Begîxanî
STOCKHOLM (amude.com) - Li Swêdê, rojnamevana
kurd Lawên Mohatdî ya 24 salî xelata sala 2003ê ya rojnamevanî ji Yekitîya Kovarên Swêdê wergirt.
Beşê Kurdî yê Radyoya Swêdê (Zayele)
hevpeyvînek li gel Mohetdî pêk anî. Herweha radyoyê gotûbêjek
li gel komelnas û vekolera pirsgirên jinan a kurd Dr. Nezend Begîxanî
pêk aniye.
>> [Guhdar ke]
[Malpera Zayele]
|
|
 |
 |
 |
 |
16.11.2003 - 20:20
Bavê nivîskar Helîm Yûsiv çû ser dilovaniya xwe
AMÛDÊ (amude.com) - Îro li bajarê Amûdê
li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, bavê nivîskarê kurd
Helîm Yûsiv çû ser dilovaniya xwe.
|
|
 |
 |
 |
 |
16.11.2003 - 20:03
Di derbarê Îraqê de: Heft mehan li dû dawîhatina karbidestiya Seddam
Şahîn B. Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Bi encama zêdebûna kiryarên sabotacî li Îraqê, bi tayebetî li dû teqîna li Nasiriye ya bûyî
egera mirina 27 kesan, 18 endamên hêzên îtalî jî di nav de, hukûmeta emerîkî
dest pê kir hinek guhertinan bi cîh bike.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
16.11.2003 - 04:00
Filmê kurdî 'Buhişteke sutaw'
di televizyona swêdî de
STOCKHOLM (amude.com) - Roja sêşema
18ê vê mehê, demjimêr 22.30, kenala swêdî
SVT 2 dê filmê kurdî 'Buhişteke sutaw' ê derhêner
Ezîz E. Reşîd pêşkêş ke.
>> [Agahiyên bi swêdî]
|
|
 |
 |
 |
 |
16.11.2003 - 02:14
Serokê gelê kurd tune ye!
Sîrwanê H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Doh li Başûrê Kurdistanê, partiyeke nû bi navê
'Kongreya Gelê Kurdistan' (KGK) damezirandina xwe eşkere kir.
Ev partî kete şûna partiya KADEK, a ku di 26ê meha borî de
bû beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
15.11.2003 - 20:31
Partiya Kongreya Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan wekî
'Serokê Gelê Kurd' hilbijart
DORTMUND (amude.com) - Partiya 'Kongreya Gelê Kurdistanê' (KGK), ku
îro li Başûrê Kurdistanê hate îlan kirin,
di danezana damezirandina xwe de da xuyanî kirin, ku ew dê
mîna partiyeke siyasî ji bo berjewendiyên gelê kurd
bixebite. Herweha wê piştrast kir, ku "hilweşandina sînorên dewletên ku
kurd di nav de dijîn", ne ji armancên wê ye. Di kongireya xwe ya
damezirandinê de, KGK Abdullah Ocalan wekî "Serokê Gelê Kurd"
hilbijart.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
15.11.2003 - 16:36
'Sîrwan, tu qiyametekê di dilopeka avê de radikî'
STOCKHOLM (amude.com) - Di nameyekê de ji bo berpirsê
Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko, Arif Zêrevan
bersiva nivîsara 'Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan'
dide.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
15.11.2003 - 11:35
Zubeyir Aydar bû serokê rêxistina KADEK a nû û Emerîkî
dibêjin ku 'PKK dimîne rêxistineke terorîst'
MUSIL (dîha/amude.com) - li gundekî
Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê,
Zubeyir Aydar (42) di civîneke çapemeniyê de da xuyanî
kirin, ku dê şûna KADEKê, ya ku di 26ê sermawêzê de xwe fesh
kiribû, 'Kongreya Gelê Kurdistanê' were ava kirin.
Li gorî agahiyan, dê Zubeyîr Aydar bibe serokê partiya nû. Li ser rola
Ocelan di vê partiyê de hîn ti agahî diyar nebûne.
Li aliyekî din, Emerîka ragihand ku "PKK çi navê li xwe jî
ke, ew dimîne grûpeke terorîst."
|
|
 |
 |
 |
 |
14.11.2003 - 13:50
Hevpeyvîn bi deng û wêne li gel Mehdî Zana
NEW YORK (amude.com) - Dezgeha "Democracy Now" a
emerîkî, doh hevpeyvînek li gel siyasetvanê kurd
Mehdî Zana kir. Di destpêka hevpeyvînê de bi zimanê
ingilîzî li ser Leyla Zana û rewşa kurdan li Bakurê
Kurdistanê tê axaftin. Herweha filmê Leyla Zana tê nîşan dan,
dema ku wê di perlemana Tirkiyeyê de sond xwar.
Piştre Mehdî Zana bi zimanê kurdî bersivên
pirsan dide.
>> [Li hevpeyvînê
temaşe û guhdar ke] (22 deqe)
|
|
 |
 |
 |
 |
14.11.2003 - 01:07
Keftar
Rezo Osê - QAMIŞLO (ÊVAR BAŞ) -
Di civateke rewşenbîrî de (li xatirxwestina rewşenbîrên Binxetê,
yên ku çûn Konferansa Edebiyeta Kurdî li Serxetê), gengeşeyeke kurt li ser
Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê vebû.
Endamekî komîteya birêvebirina festîvalê li ser bidawîanîna festîvalê axifî û
got: "Me navên endamên komîta birêvebir û partyiyên piştgir jî....".
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
13.11.2003 - 16:51
"Em li Sûriyeyê nikarin bi rehetî bi zimanê kurdî biaxifin û
pirtûkên me nayên çap kirin."
Omer Tur - STENBOL (dîha/amude.com) - Li Sûriyeyê, ji ber ku salê çûn 'Zagona Çapxaneyê' hatiye derxistin,
pirtûkên bi zimanê kurdî nayên çap kirin. Nivîskarê kurd Pîr Rustem
ragihand ku wî heta niha 4 pirtûkên bi kurdî nivîsandine. Lê ji ber ku li Sûriyeyê
zimanê kurdî qedexe ye, pirtûkên xwe bi hejmareke hindik weþandiye.
Ew naha li Efrînê pirtûkan dinivîsîne. Pîr Rustem
pirtûkek bi navê "Zarokatiya awêneyê û tiþtên din" nivîsandiye û dixwaze wê li Tirkiyeyê
çap bike û biweþîne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
13.11.2003 - 16:18
Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Şamê doza
reforman kirin
ŞAM (amude.com) - Îro li Şamê,
dora 150 xwendekarên kurd, ên ku li Zanîngeha Şamê
dixwînin, li hev civiyan û bi çalakiyekê xwestin ku hikûmeta Sûryayê
dawî li kirinên xwe yên dijî demokratîkê bîne, wiha Ajanseya
Dicle a Kurdî li Stenbolê di nûçeyeke xwe
de radigihîne. Xwendekarên kurd ji rêjîmê xwestin,
ku reformên demokratîkbûyînê pêk bîne.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
13.11.2003 - 16:09
Daxuyaniya Firat Cewerî
STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, nivîskar Firat Cewerî
bersiva daxuyaniya nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan dide, ya ku
berî çend rojan di Malpera Amûdê de hatibû
weşandin. Em li vê derê daxuyaniya Cewerî
wek ku ji me re hatiye, diweşînin:
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
13.11.2003 - 05:02
Salvegera 43ê-yemîn a
şewata sînemaya Amûdê
DORTMUND (amude.com) - Îro berî 43 salan, roja 13-11-1960î, sînemaya
bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê
şewitî, û pê re bêtirî 280 zarokên kurd
ên vî bajarî şehîd ketin. Ji bo bîranîna
vê bobelata mezin, me ji we re doseyeke taybetî amade kiriye.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
12.11.2003 - 16:43
Name û bersiv derbarî rawestandina programa
'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de
HAMBURG/ROUEN (amude.com) - Doh, Husên Dûzen di nameyekê de,
ku di rê emailê re belav kiribû, ragihand, ku ew êdî nema
programa 'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de berdewam dike
û sedemên vê yekê jî diyar kirin. Herweha wî êrîşî
çend kesan kir, ku li gorî wî ew jî beşek ji
sedemên rawestandina programê ne. Ibrahîm Seydo
Aydogan bersiva vê nameyê daye û ew ji bo weşandinê
ji me re şandiye. Em li vê derê herdu
nameyan diweşînin.
>> [Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
11.11.2003 - 23:59
Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan
S.H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Li Ewropayê, ti welatî wekî Swêdê xwedî li kurdan û parastina çand û
zimanê kurdî derneketiye.
Ji dema ku kurd çûne Swêdê û ta roja îro jî, hikûmet û dezgehên swêdî
ji bo pêkanîna projeyên kurdan ên çandî, kulturî û civakî bi melyonên dollaran alîkarî dane wan.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
11.11.2003 - 18:31
KADEK jî navê xwe guhert
STENBOL (dîha/amude.com) - Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê (KADEK), a ku
di 4ê nîsana ya sala 2002ê de hatibû damezirandin,
di 2-mîn kongreya xwe ya awarte de xwe fesh kir.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
10.11.2003 - 13:30
Di Paltalkê de semînarek li ser
şewata sînemaya Amûdê
DORTMUND (amude.com) - Di salvegera
43ê-yemîn ya şewata sînemaya
Amûdê de, Koçka '
Qamişlo Bajarê Evînê' di Paltalkê de dê
roja 13ê vê mehê semînarekê li ser
şewata sînemaya Amûdê pêk bîne.
Semînar dê demjimêr 21.30 dest pê bike.
|
|
 |
 |
 |
 |
09.11.2003 - 01:12
Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
di konferansekê de bo guhertinan guftûgo kirin
BONN (amude.com) - Berî çend demjimêran,
li bajarê Bonn li Elmanyayê konferansa NAVEND li ser pirsa
kurdî li Sûryayê bi dawî hat. Bêtirî
150 siyasetvan, rewşenbîr û nûnerên
partiyên kurdî li Sûryayê beşdarî konferansê
bûn û bi hevre li ser guhertinên dawî li herêmê
û rewşa Kurdan li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê û
Sûryayê guftûgo kirin. Raporek berfireh
li gel çend nivîsarên hin kesên beşdar
di demek nêzîk de têne weşandin.
|
|
 |
 |
 |
 |
08.11.2003 - 22:39
Hunermend Baran Kendeş çû
ser dilovaniya xwe
KOBANÎ (amude.com) - Hunermendê kurd Baran Kendeş
îro li bajarê xwe Kobanî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
çû ser dilovaniya xwe. Kendeş 34 sal kiribûn û ew
birayê hunermend Miço Kendeş e, yê ku niha li Swêsrayê dimîne.
>> [www.m-kendes.ch]
|
|
 |
 |
 |
 |
07.11.2003 - 15:57
Li Elmanyayê şevek hunerî di sedsaliya Cegerxwîn de
BREMEN (amude.com) - Derbarî çalakiyên ji
bo sedsaliya Cegerxwîn, rêxistina Elmanyayê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûryayê
(PDPKS) dê roja şemiya 22ê vê mehê li bajarê
Bremenê şeveke hunerî li dar xîne. Komek ji hunermendên
kurd dê bi awaz û dengên xwe beşdarî vê şevê
bibin.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
07.11.2003 - 02:44
Sibe li Bonnê konferansek ji bo Kurdên Binxetê li dar dikeve
BONN (amude.com) - Komeleya 'NAVEND ji bo Lêkolînên Kurdî'
dê sibe, şemiya 08.11.2003ê, li bajarê Bonnê li Elmanyayê
civînekê bi navê 'Guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdên Sûriyê
şansek e?' li dar xîne. Komek ji lêkolîner, siyasetvan û kesayetiyên
kurd û elman dê beşdarî vê civînê bibin.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
07.11.2003 - 02:28
Serokê Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda Riyad Hemê:
"Em ne alternatîv in ji Tevgera Kurdî re!"
HOLENDA/WAGENÎNGEN (amude.com) - Berî çend mehan, çend komeleyên Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê xwe gihandin hev
û platformek bi navê 'Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda'
damezirandin. Di ahenga îlankirina platformê de,
ya ku di 03.10.2003ê de pêk hat, min bi serokê platformê
Riyad Hemê re ev kurtehevpeyvîn pêk anî:
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
07.11.2003 - 00:17
Stranbêj û helbestvan Xebat Şakir:
"Di hunera kurdî de xal-xwarzîtî serdest e!"
OLDENBURG (ÊVAR BAŞ) - Li bajarê Oldenburg li Elmanyayê,
rojnamevan Salihê Kevirbirî ji bo ÊVAR BAŞ hevpeyvînek li gel stranbêj û
helbestvanê kurd Xebat Şakir pêk anî.
Hozan Xebat li ser jiyana xwe ya hunerî diaxife, gazinan li kurdan dike
û nerazîbûna xwe li hemberî helwesta wan a hunerî rave dike.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
06.11.2003 - 16:34
"Ger xewn be, bila ne qede; ne xewn be, bila wiha bimîne"
AMED (dîha/amude.com) - Ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê 4 nivîskar û rewşenbîr
beşdarî çalakiyên 'Rojên wêjeyê' li Amedê
bûne. Lêkolîner û zimannas Deham Ebdilfetah ji Amûdê,
çîroknivîs Pîr Rustem û helbestvan Salih Bozan
ji Efrinê û helbestvan Fethullah Huseynî ji Dirbêsiyê
ji Binxetê çûne Amedê. Peyamnêrên DÎHA li
Amedê bi Deham Ebdilfetah û Pîr Rustem re hevdîtin
pêk anîn û ji wan pirsa nerînên wan kirin:
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
06.11.2003 - 16:09
Dilê wêjeya kurdî li Amedê lê dide
Mizgîn Delal - AMED (amude.com) - "Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn û
Pirçandiyê" di 4ê sermawêzê de bi resepsiyoneke ku li Demîr
Otelê hate dayîn, dest pê kir. Resepsiyon ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin
a Amedê ve ji bo destpêka "Rojên Wêjeyê" û hevdîtin û hevnasîna mêvanên
bernameyê hatibû li dar xistin. Mêvanên ku ji Îran, Iraq, Sûriyê û Swêdê hatibûn,
bi Amediyan re li ser zimanê kurdî, wêje û nivîsê sohbet kirin.
Nêzikî 150 siyasetvan, wêjenas, nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurd beşdarî
resepsiyonê bûn.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
06.11.2003 - 02:42
Di Paltalkê de şevek
li gel hunermend Zoro Yûsiv
DORTMUND (amude.com) - Roja yekşema
09.11an, hunermendê kurd
Zoro Seîd Yûsiv dibe mêvanê Koçka
'Qamişlo Bajarê Evînê' di Paltalkê de.
Ew dê stranên xwe bêje û li ser hunera xwe
biaxife. Destpêka şevê demjimêr 21.00 e.
|
|
 |
 |
 |
 |
06.11.2003 - 01:29
Demoqrasî û "problêma kurdî"
li Sûryayê
BERN (amude.com) - Xortekî kurd bi navê
Selahedîn Bekir, ku li bajarê Bern li Swêsrayê dimîne, nivîseke
bi elmanî li ser rewşa kurdan li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê nivîsandiye û ji me re bo weşandinê
şandiye. Em daxwaza wî bi cih tînin û wê li vê derê
diweşînin.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
05.11.2003 - 19:32
Zarokên kurd û holendî dê çîçekan deynin
ser "Gora Zarokên Amûdê"
HOLENDA/DELFT (amude.com) - Bi helkefta 43-saliya şewata
sînemya Amûdê, Platforma Kurdên Sûryayê
li Holenda û Komeleya Ahemdê Xanî dê roja 9ê vê mehê
çalakiyeke taybetî ya bibîranînê amade dikin.
Piştî vê çalakiyê, zarokên kurd û holendî
dê çîçekan deynin ser "Gora Zarokên Amûdê"
di goristana malbata şah a holendî de.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
04.11.2003 - 18:22
Dr. Burhan Yasîn: "PDK û YNK li miletê xwe
guhdar nakin û dixwazin Iraqê vegerînin
sîstema wê ya erebî ya berê!"
S. H. Berko - BONN (amude.com) - Şemiya borî, li bajarê Bonnê li Elmanyayê,
konferensek ji aliyê NAVEND li ser pirsa referandum li Başûrê Kurdistanê
pêk hat. Yek ji beşdarên vê konferansê
Dr. Burhan Yasîn ji zanîngeha Lund a swêdî bû.
Li ser referandum û armancên wê min bi
Dr. Burhan Yasîn re ev hevpeyvîn kir:
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
04.11.2003 - 15:53
'El-Partî' sekretêrê xwe yê berê Kemal Ehmed
bi bîr anî
QAMIŞLO (amude.com) - Bi boneya borîna 7salan ser mirina sekretêrê giştî
yê berê yê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (El-Partî) Kemal Ehmed, doh li
Qamişloyê 'El-Partî' bi beşdarbûna cemawereke mezin ji heval û
dostên şehîd û nûnerê Partiya Demoqrat a Kurdistana - Iraq û nûnerên
hêzên niştîmanî yên kurdî, erebî û aşûrî civîneke bibîranînê li
dar xist.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
04.11.2003 - 14:21
Günter Verheugen: "Guhertinên li Tirkiyeyê tenê
li ser qaxezê ne!"
S. H. Berko - BERLÎN (amude.com) - Komîsarê Ewropa yê Berfirehkirinê
Günter Verheugen di hevpeyvîneke de bi malpera elmanî 'Spiegel.de' re
careke din piştrast kir, ku ger Tirkiyeyê hemû daxwazên Yekîtiya
Ewropayê (YE) pêk neyne, ew dê ji derveyê YE bimîne.
Wî diyar kir, ku YE biryara hembêzkirina Tirkiyeyê wekî endam
ji sala 1999ê ve standiye, lê bi şertê ku
Tirkiyeyê lîsteya standartên ewropî pêk bîne.
Ger ew şertên Ewropayê di praktîkê de pêk neyne,
ew dê ji derveyî YE bimîne.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
04.11.2003 - 03:40
Pirsgirêka Antolojiyên Edebiyatê
ROUEN (amude.com) - Berî çend rojan,
pirtûka Firat Cewerî "Antolojiya çîrokên kurd" li Stenbolê
hate çap kirin. Nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan
di daxuyaniyekê de vê antlojiyê rexne dike, ji ber
ku çîrokên hin nivîskaran hewandine, yên ku
bi kurdî nanivîsînin. Hin nivîskarên din
têbîniyên xwe derbarî vê yekê nivîsandine
û beşdarî guftûgoyê bûne.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
03.11.2003 - 03:29
Çîroka keça kurd Fadia û problêma zewaca bi zorê li Elmanyayê
S.H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, her sal
bi hezaran keç - û di nav wan de jî keçên kurd -
bi zorê têne zewicandin. Siyasetvanên elman niha li ser
zagonên li dij zewaca bi zorê guftûgoyê dikin û
dixwazin ku keç bêtir bêne parastin.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
03.11.2003 - 00:59
Duyemîn hejmara 'PÊL' derket
BERLÎN (amude.com) - Li Berlînê û ji
nav weşanên 'Havîbûn', duyemîn hejmara kovara
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmanyayê
'PÊL' derket. Yekemîn hejmara 'PÊL'ê di gulana
2002ê de derketibû.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
02.11.2003 - 20:53
Kurtejiyana siyasetvanê kurd Kemal Ehmed
QAMIŞLO (amude.com) - Berî heft salan, di roja
03.11.1996ê de, sekretêrê giştî yê
Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (El-Partî)
Kemal Ehmed di bûyereke trafîkê de çû ser dilovaniya xwe.
Bi mirina Kemal Ehmed, Tevgera Kurdî li Sûryayê
siyasetvanekî hêja winda kir.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
01.11.2003 - 10:30
Li Şamê Melayê Cizîrî bi şevbuhêrkek wêjeyî hate vejandin
Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Berî du rojan, li Şamê şevbuhêrkek li
ser helbestvanê mezin Meleyê Cizîrî hate li da rxistin. Semînar ji aliyê
siyasetvan û rewşenbîr Cemal Mele Mehmûd hate pêşkêş kirin û
Guman Hesen ew bi rê ve bir.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
01.11.2003 - 04:10
Lîsteya Romanên Kurdî (Kurmancî)
ROUEN (Êvar Baş) - Nivîskarê kurd
Îbarhîm Seydo Aydogan di zanîngeheke fransî de
dektoraya xwe li ser romanên kurdî amade dike. Wî
ji bo vê yekê, lîsteya romanên kurdî (kurmancî)
amade kiriye.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
01.11.2003 - 03:30
Rola Cegerxwîn di nav tevgera neteweyî de
Dr. Hesen Seyfedîn - QAMIŞLO (amude.com) - Bi rastî, Cegerxwîn ne tenê ristevan, çîrokvan û lêkolînereke gewre û hêja
bû di nav miletê xwe de, lê belê di nav refên xebata neteweyî de têkoşer
û xebatkarekî bê westan bû, weke wî ji hevalên xwe yên xebatê re gotiye 'Naxwazim
di nav karwanê azadîxwazan de destvala bi rê kevim, ta ji min tê û ji min bê ez ê
bi we re ji miletê xwe û hemî miletên bindest re bixebitim'.
[Bixwîne]
|
|
 |
 |
 |
 |
01.11.2003 - 02:40
Xeman nexwin brano
Bubê Eser - STOCKHOLM (amude.com) - Hin brader henin, hîn jî ditirsin ku hêzên hevpeyman, ango Emerîka û Ingilîz,
wê Kurdan bixapînin an jî wan di nava destên dijmin de bi tenê bihêlin. Loma ez
dibêjim ku xema nexwin, brano.
[Bixwîne]
|
|
 |
| |