15.03.2003 - 02:20
ALFABÊTA KURDÎ
Zagrosê Hajo - Swêd
Armanc ji alfabêta zimanekî ew e, ku hemû dengên di wî zimanî de bi awakî nivîsandî wek tîpan (neqşan, sîmbolan) nîşanbike. Eger bi zimanekî matematîkî mirov bibêje, armanc ji alfabêtê ew e, ku:
Deng = Tîp.
Ev wekhevî ji bona alfabêteke îdeal rast e, lê mixabin ti alfabêt ji, yên li dinayayê tên bikaranîn vê wekheviya matematîkî pêknayênin. Tevlî wê jî piraniya alfabêtan kêm-bêhtir nêzîkî vê wekheviyê dikin, lê ev yek ne hesanî pêkhat. Riya dîrokî, ya pêşveçûna alfabêtan berî ku bigehine van formên xwe, yên dawî li cîhanê rêke dirêj û aloze bû. Hê berî 6-7 hezar salî bi awakî gekekî prîmîtîv dinivîsandin. Mirovên wan heyeman ji bona tiştên di xweristê de wêneyên nêzîkî rastiyê çêdikirin, wek ku çavên wan didît, dineqişandin. Bi vî awayî serincên xwe li ser latan û li ser dîwarên şkevtan dinivîsandin. Lê pir zor bû, da mirov karibe hayedarî û saloxdanan bi vî awayî binivîse. Nemaze ji ber ku hemû parçeyên axaftinê wek : Navên bernas(Alan, Reşo, Þêrîn, Mêdî û yên mayî), navên razber(raman, hiş, sewdan, biratî, hevatî û ym.), rengdêr (kesk, sor, zer, mezin, sar, xweşik û ym), cînav(ez, tu, ew, em, win û ym.), lêker(çûn, hatin, birin, firîn û ym), hoker(zû, dereng, hêdî û ym), daçek(bi, di, ji û ym) û gehandek(û, yê, ya, yên û ym.) di vê nivîsandina prîmîtîv de nebûn.
Di demeke derengtir de nêzîkî çar hezar salan BZ(Berî Zayînê) li welatê Sûmer (Kurdistana îro û Îraq) Sûmeran ew nivîsandina grafî gelekî bi pêş de birin. Pêşî wan neqiş (wêne, graf, tîp) hesankirin û piştre wateyên abstraktîv dan wan tîpan, wek:
|
|
|