17.03.2003 - 11:30
LI PAŞ HEFT DERIYÊN HESIN
Cîhan Roj*
rcihan@nefel.com
KÎJAN ZIMAN?
Di gotegot û çîrokan de forma weke "Li paş heft deriyên hesin…" destpêdike di xwe de xem, êş, neçarî, hêvî û hewlên têkoşînê dihewîne; ev, derbirîna kareseta nirxên dilgirtî ye, carna bedewek e xwe ji dêwan diparêze, carna egîtek e ji dunya tarî hewl dide ku derbikeve dunya ronî, carna evînek e bi birîn e, carna jî hêviya herî mezin e ku di kesayetiyan de bi gewde dibe.
Ev form û derbirîn li deriyê odeya zimanê me vedibe ku di odeyê de her pirsek weke kilîta dehan odeyan e; îro ro di derbarê ziman de gelek kesên dilbaz , xwedî derbirîna xweş û bedew nivîsan lêdikin, bala me vedikişînin ser êş û birînan; wext e , ev kesên pispor û xwedî dilên nerm divê carna riya xwe bi ser vê rê bixin. Lê ji berku bi hişmendiyek gelemperî û "tevahî" nayê fikirîn sedem û hin rastî di siya dabaş û gengêşiyên rojane de dimînin. Ev jî bi xwe re bêmoralî û bêhntengiyê tîne. Pêşî li pirsan nayê vekirin. Ku di warekî de em bi ser neketibin ji bo me êdî dawiya dunyayê ye!
Ji van nêziktêdayînên yekparsû jê yek jî ev e ku tê gotin zimanê kurdî qels e. Dîsa ji ber vê qelsiyê ye ku evqas nivîskar û helbestvan dertên ser dikê..!
Pêşî emê destnîşan bikin bê kîjan ziman qels e; ku mebest jê kêmaniya peyvan be rast e. Dîsa di warê teknîk û zanyariyê de (ji ber sedemên diyar)ziman li paş maye. Bi bawer im mebest jê zimanê wêjeyê ye.
Baş e; ez hema derdikim ku ez ne di wê baweriyê de me ku ji ber qelsiya ziman e ku evqas nivîskar hwd dertên ser dikê, berevajî vê ji ber xurtiya ziman e ku bi kedeke evqas kêm û bi tiralî bi navê berhemên wêjeyê evqas berhem têne afirandin. Li vir xal bi xal em dê hinek mînak rabixin û çend tiştan bi bîr bixin:
1. Kilasîkên kurd mînakên herî li ber çav in ku zimanê kurdî ji bo wêjeyek xurt weke robarek e.
2. Dîsa folklora kurdî mînaka dî ye; Memê Alan (ne Mem Û Zîn)û dastanên Homeros bidin berhev..! Tê gotin ku dastanên Homeros bingeh in ji bo wêjeya Ewropa. Gelo Memê Alan berhemeke bi Îngîlîzî bûya dê wanî li paş heft deriyên hesin bûya? Na. Bersiv na be wê çaxê emê hew bi pêşdeçûna zimanê Îngîlîzî ve girê bidin? Bi tena serê xwe ev jî "Na" ye. Li vir meseleya "desthilatdariyê" dertê.
3. Yaşar Kemal kesek bi eslê xwe kurd e. Îro li dunyayê tê nasîn. Bi tirkî dinivîsîne. Pirs, ev ji xurtiya zimanê tirkî ye bi tenê? "Na". Belê peyv bi tirkî ne. Gelek kes dibêjin û rastiya vê jî ev e ku hêma, form, wate û haveynê "zimanê" nivîskar zimanê kurdî ye. Raste rast tê gotin ku ew xwe bi Evdalê zeynikê "xwedî" dike.
4. Dîsa helbestvanekî tirk bi navê Nazim Hîkmet heye. Di wexta wî de rewşa wêjeya bi tirkî ne ew rewş bûye ku gelek pêşdeketîbûye. Lê îro ro helbestvanê navborî bi navudeng e û di heman demê de bûye pêşengê helbesta tirkî. Dixwazim bibêjim ku rewşa helbestvan bixwe jî hêmanek e ji bo serkeftinê. Hîkmet tiştên nivîsiye jiyaye jî. Bi zimanê rojane nivîsiye. Dîsa îro ro kes ji berhemên Sartre bêtir tewra wî ya li hember zordariyê bibîrtînin. (Ji vê hêlê ve şensê helbestvan û nivîskarê kurd kêm bû an jî tunebû; hemî koçber in. Ne di nav sikakên xwe de ne.)
5. Me divê em li ser hişmendiya civakê û têkiliya bi ziman re kûr bifikirin. Civak her ku pêşde diçe ziman jî şax vedide. Zanîngeh, sazgeh û dezgeh girîng in. Hebûna vana jî ne bes e. Bi civakeke modern re zimaneke modern , wêjeyek modern bi cî dibe. Li derudor îro ro gelek dewlet hene ji berku civak ne demokratîk in lewre di warê wêjeyê de tu gavên berbiçav neavitine. (Li vir tewra roava ya li hember rohilat jî sedemek e, ew hertim tişta ne li gorî xwe diavêjin nav heriyê.)
6. Ne hewceye ku em bibêjin ji alî giramerê ve û avaniyê ve besî xwe zimaneke berfireh e. Tewange ye. Li ciyek weke Mezopotamya ber lê fireh bûye. Derfetên zimanên dî jî jê re bûye şensek. Li vir dimîne zimanê wêjeyê. Li vir emê careke dî berhemên rûsî bi bîr bixin. Têkiliyek heye ji vê hêlê ve di navbera zimanê rûsî û kurdî de ew jî ev e ku tê gotin ji alî zargotinê ve bêtir ji stranan ve zimanê rûsî jî xwedî derfetên berfireh e.
7. Em dikarin bibêjin zimanê nivîskar qels e. Em nikarin qelsiya nivîskar weke qelsiya zimanê kurdî binavbikin. Jixwe nivîskar ew kes e ku ji nûve wate li peyvê bar dike, rîtmek nû lê bar dike. Dinexşîne. Estetîze dike. Jenga li ser peyvê paqij dike. Ev feraset gere bi nivîskar re hebe.
"Tu zimanek negihiştiye bê kêmaniyê; zimanê herî serkeftî her titşî , hertim bi heman alavan, tiştên dişibin hev jî bi riyên dişibin hev re wê derbibe; bi navê nediyariyê çi hebe dê bête aqvêtin ji wê zimanî…çi helbest be çi nivîsên dî be, rastî be, bedewî be, raman be, hest be, besî derbirîna vana gişkan e ziman…"(Dilbilim ve göstergebilim kuramlarî, Mehmet Rifat,Yazko.)
HEST Û RAMAN
Em kurd bi dilê xwe difikirin! Heya yekserî û beramberî di navbera hiş û dil de pêkneyê wê niyeta me ya herî zelal bibe sedema bêmoraliyê.
Ev kûrahî û dilzîziya dil nirxeke bi rûmet e. Lê carna li pêş hin pêşketinan dibe asteng. Ev di rexneyê de astengiyek mezin e. Em ketine rewşeke wanî ku beriya em rexne li nivîskarekî bigirin, li ku ye em lêborîna xwe jê dixwazin.
Dîsa ku yek rexne li yekî digire êk dî weke dêwek ji xewna hezarsalî hêşar bibe; ez bi reben im , radihêje kevir û daran, humehum û gumeguma wî /ê çol û çiyayan hiltîne… Îro teknîk derfetê dide ku em xwe bigihînin her parçeyî. Ji sedemên derbirîna me ya ne serkeftî jê yek jî ev e ku em bi "ez" û "tu" yan her titşî çareser dikin!
CÛTIN
Taybetiyek civaka me ya dema nêz e. Hê jî bi me re maye. Me titştek di derbarê cîranê xwe de dibihîst di dewsa ku em çareseriyê jê re bibînin me ew bi rojan dicût.
"Pêşeroj" û "paşeroj" jî bû ev mesele. Eman ha hun çareseriyê jê re nebînin! Bi sedan peyv hatin çêkirin. De ji kerema xwe re bila kurmancîaxêv dev ji herduyan jî beredin û ji "Soranî" werbigirin…
KED
Aragon: "Çîroka helbestê, dibêje, çîroka karkeriya wê ye." Tiştek ku em gelek pê biyanin jî ked e. Sedema serneketina di berheman de beriya ziman û tiştên dî ev e. Hem nivîskar tiral e hem jî xwendevan(Aniha xwendevan jî bi gelemperî nivîskar in. Sosret e ku carna hin helbest bi nivîskaran jî giran tê. Ew nivîskar di dewsa ku lêbikole, ked bide riya herî asan hildibijêre, "Helbest giran e"!)
NIRXANDIN
Em kurd di dewsa ku li rastiya xwe bifikirin û li gorî rastiya xwe tevbigerin, berheman binirxînin dikevin nav şaşitiyekê, berhemên xwe li gorî xeyalên xwe dinirxînin. Xeyalên me jî bi wêjeya biyan germ bûne.
Beledî, moral û romantîzm ji bo me girîng in. Bi şertê ku em rastiyên xwe û asta xwe, kêmaniyên xwe xwe û nirxên xwe veneşêrin. Ango em nebin "heyranê xwe"!
DERÛNIYA KESAN
Li rê ye ku gava kes radihêjin pênûsê mebesta wan ev mebest e ku tişta herî baş biafirînin. Tê gotin her sedsal ji bo ku çend kesên navdar biafirîne bi sedan kesan xerc dike. Belê rastiya vê heye. Dîsa hin caran beşek ji demê di şexsiyetekê de an jî di berhemên wî/wê de(carna dibe ku berhem bi têra xwe ne serkeftî be jî)tê derkirin.
Rewşa cîhanê jî li ber çav e. Ji alî wêjeyê ve jî cîhan piçûk bûye. Îro ro kesekî "navdar" dertê berhemekê diafirîne salekê "xwendevan" hewcedariya xwe ya wêjeyî bi wê behremê têr dike..!
PIRSEK
Di wêjeyê de pirsek bingehîn heye ew jî ev e:"Ez ji bo kê dinivisînim? "!Herku em bixwazin ji bo hemî cîhanê binivisînin jî dawiya dawî hin kes ji berhemên me hez dikin hin jê hîç hez nakin. Carna dê hezkiriyên me gelek kêm bin! Ev bi tenê ne ji kêmaniya berhema me ye..!
Gelş e, li hêlekê rewşenbîr û piraniya xwendevanên kurd li derve ne û li benda berhemên weke berhemên neteweyên dî ne. Berhemên wanî bi jiyana takekesî sînorkirîne bi piranî. Li hêla dî jî bi gelemperî civak.
Li tirkiyê ku berhema we bi hişmendiya tirkî nehatibe nivîsîn ne pêkan e ku berhema we bête xwendin! Li vir tiştek dimîne li pêş we ew jî ev e ku hun tu gavê paşve neavêjin helbet dê roj bê xwendevanên ji dibistanên kurdî dertên berhema we bixwînînin û binirxînin.
SIYASET Û WÊJE
Taybetiyek siyasetê ye ku dixwaze hemî tişt weke alav di dest de be.Ji bo desthilatdariyê lezek pê re ye. Wêje weke her tiştî ji alî demê ve jî sînoran nasnake.
Rast e wêjevan hertim dijber e. Hest, wîjdan …li pêş her tiştî ye. Lê tirsek bi ser gelek kesan ketiye ku sînoran ji xwe re ava dikin. Di rastiyê de wêje û siyaset ji hevudu ewqas ne dûr in. Siyaset jî kesayetiyan diafirîne û dawiya dawî wêje bi wan kesayetiyan re mijûl e çerçawa wêje jî kesayetiyan diafirîne.
Hun li kîjan kovara kurdî dinihêrin weke ,"KOVAREKE WÊJEYÎ, SERBIXWE…" destpêdike. De îja...! Rast e cûrbecûr berhem tê de cî didin xwe lê ev nayê vê wateyê ku kovar bê armanceke siyasî çandî derçûbe.
Carna hin kesên ku bi dev her û her dixwazin wêjevan serbixwe bin hun dinihêrin siyaseta herî mezin dikin. Carna jê jî berhemên wêjeyî têne nirxandin , qaşo, rasterast dest bi gefan tê kirin..!
Ev bi derûniyê ve jî girêdayî ye. Wextê em basa xwe an jî civaka xwe dikin tirsek bi ser me dikeve; gelo tişta min nivisî wêjeyî ye an na..! Ev di berhem û nirxandinan de xwe dide der!
Ev e, şereke dîsa rû dide ( ji bo me baş be jî ne baş be jî )dawiya dawî dê karesat bête jiyîn, însan bimirin, agir bi her deverî bikeve…Ma ne gere aniha kovar û weşanên me bi berhemên derbarê vî şerî dagirtîbana? Ka hestê kûr? Ka pêşniyar û şîroveyên me ku rê li siyasetmedaran vebike. Ka dilê me ku bikele daku berhemên serkeftî jî derên û bibin kilasîk…Na birawo nenivisînin, heya niha kesên dimirin ji "wan" bûn lewre jî ne xema we bû. Vêca jî ji yên "dî" ne îja jî yên dî bila nenivisînin… Jixwe yên biyanî heruher Vîetnam nivîsîn(ne tiştek şaş e jî) lê tucar Helebçe hîs nekirin…
Azîneyek faşîzmê ye,kes pê li serê hevudu dikin daku derenceyekê ber bi jor ve bimeşin! Carna hin rexne vê nêziktêdayîna reş bi bîr dixin. Ma gelo dê dunya hilweşe ger em tiştekî binirxînin û kêmaniyan bibêjin. Filan an jî bêvan tişta wê/î jî baş e..!
PEYVÊN MITRIB!
Di zimanan de hinek peyv hene ku dişibin jiyana mitribiyê. Ew herku bi kesan xweş neyên jî di nav xwe de bi coş û dilxweş in. Pirsgirêk ne ya wan e. Ew însanetî û dilsozî bi me re nîn e ku em hêla wan ya xweş binasin. Basa wan peyvan dikim ku di her zimanî de cî wergirtine û tu sînor û zagonan nasnakin.
XWEŞÎ Û GEŞÎ
Îro bi tevî kêmaniyan bi dehan berhem der diçin. Di berheman de gelek derbirînên hêja jî hene. Lê hin kes bi derûniya weke berhema min baş nehat xwendin tengezar dibin. "Li xweşiyê çûyîn jî weke têgiştinê bi tîmek şertan ve girêdayî ye.Dixwazim bibêjim li xweşiyê çûyîn karê tore, hişmendî û perwerdehiyê ye."(Şiir sanatî, varlîk yayinlari,Yaşar Nabî)
Ku rewşa kurdan a belawela bête bîra me ev bêtir wate werdigire.
Memê Alan
Herku kes pê ne biyan bin jî ezê dîsa çend derbirîn û forman ji dastana Memê Alan bi bîr bixim. Bawer im dê bibe sedem ku em careke dî li ser gelek tiştan bifikirin.
"ji hesinê birûskê çêkirine…
Dilê min liyan e, sê cara liyan e…
Ji mermerê sor ê simsimî û reş ferşan e…
Çirke çirka serê qeleman e…
Ko ro hate dema taştiyan e…
Emê îşev vekin qutîka dilan e…
Ji niha ve dilê wî rabû mîna behran e…"
Hun çi dibêjin dostino? Ji bo zimanekî hûn li çi digerin? De ka lê bifikirin û helbestvan û nivîskarên herî bi navudeng bi bîr bînin…Êdî wext hatiye ku em hinek li ser xwe bifikirin; ev di heman demê de şikestina qalikekê ye jî. Taybetiyek rohilatiyan e ku babet kesê/a sêyemîn be em dikarin bi roj û mehan li ser bifikirin, wî/ê bi rastî "êk dî " di nav heriyê de bifetisînin an jî derbixin asîmanê heftan! Lê babet em bi xwe bin em nikarin du deqeyan li ser xwe bifikirin, rexne li xwe bigirin an jî rexneyên li me têne kirin bi dileke fireh vehewînin…
---------------------------------------------------
* Helbestvan e ji Bakurê Kurdistanê
|
|
|