www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
03.02.2004 - 00:25

KARWAN

Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org


Rezoyê Osê (dîha)
-1-

Me karwanê yarmetiyê ji gelê Cezayir re ji bajarê Amûda rengîn bi rê kir. Dema karwanê me barê xwe vala kir, me li ser şehîdên sînemê lîland û me, ji welatperwerî, ala Cezayir li ser goristana zarokên peritî çikand. Me di guhên hev de got "Agir kete gova berxên ciwan!" û gov qeland.

-2-

Li Amedê stêra karwankuj di çaxekî çewt de li me hilat.
Dema me nasî, ku me karwanên şehîdên serhildanan winda kirin, me kum û kolosên xwe li Nisêbînê avêtin û li ber dîloka "Serefo " govend gerand. Me xwe ji mil û navmilan hejand.

-3-

Ba û bahoz li me rabûn û barana tirş laşê me keland. Dengê me di sebetên sîngan de bûn pîşo û agir bi bedena me ket, kesekî xwe ne leqand.
Hêsirên me di kurihên çavan de bûne xarikên pîpoqî û cobar li ber wan hatin girtin. Me nema pêşiya xwe peland.
Me karwanê bêcan li pêşingeha Helepça bi cih û war kir û rûmet lê vegerand. Çiyayên Barzan bi ser me de hêrivîn û hawara "anfalan" qirik li me çirand.
Me kula xwe bi xwe re hiland, tanî tem û gival tev bûrîn, asman li me şîn bû û germa buharê çoxikên pişkojan bi darê zorê qetand.

-4-

Çira me li garsîna " Çwarçira " vemirî û taristaniyê konê wêraniyên xwe li Berlîn û Viyêna li ser me vegirt.
Me karwanê nemiran li ber roniya çavan bi rondikan şûşt, bi xilêfan nexumand û di dilê xwe de bi cih kir.
Em bi demê re, ne bûne kelemper û ber bê neketin. Bablîsokan konê reştariyê ji ser me virand û singên wî ji ser sînga me hilqetand. Me hilmeke kûr kişand û me dîroka serpêhatiyên xwe, rûpel bi rûpel, vegerand.

-5-

Zargotineke kurdî dibêje: "Ne sala dubuhar, ne pîra bi guhar!". Ev zargotin - weku diyar e - bi xwerist û demsalan ve girêdayî ye.
Dibêjin, di saleke wisa dubuhar de, Enter derkete çiyê, dît va çûka toretanî hêlîna xwe daniye, got: "wey gidî, dêmek çaxê bazirganiya min e, lê min rojên xwe şaş jimartine!" Wilo vedigere mal û karwanê xwe bo bazirganiyê kar dike. Lê, nizane ku hîna "dehekên paşî" li dar in û rojên seqema dijwar hîna li pêş hene û derbas nebûne.
Karwan bi serkêşiya Enter bi rê dikeve. Bi rê de li karwên dibe berf û bandef. Karwan ji serma diqufile. Hinga Enter hest dike, ku ev buhara xapandek e û rojên zivistanê yên giran derbas nebûne. Rê li ber têne girtin û çare nayên dîtin. Radibe devehekê digurîne, sebeta sînga wê vala dike û bi çekên xwe ve dikeve sebeta deveha gurandî de. Wilo, xwe ji seqemê diparêze tanî lê dibe sibeh.
Dibêjin, li vegerê Enter rêya xwe bi çûka ser hêlînê dixe, dibîne va çûk di hêlîna xwe de hişk bû ye, hinga dibêje: "Wey gidî, çûka toretanî, te mala xwe wêran kir, ya min jî di rex de danî !"

Qamişlo, 27.01.2004


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]