www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
20.01.2004 - 17:52

TIFIK

Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org


Rezoyê Osê (dîha)
-1-

Kalekî sermest di pêkenînokeke serwext de, li ber roniyê li tiştekî digere. Mirovek lê radiweste, dipirse: "Mamo, tu li çi digerî?" Dibêje: "Taximê min ji devê min ketiye, ez lê digerim!"

Piştî hin pirs û bersivan tê nasîn, ku taxim ne li ber roniyê, lê li ber reşê ji dev ketiye. Hinga, ew mirov dibêje: "Mamo, bê li kû ketiye here li wir lê bigere!" Yê sermest dibêje: "Ne cihê lê ketî reş e, ez nabînim…!"


-2-

Dema em sîpe bûn, ez çûme sînemê. Ev sînema jî dikete kenarê bajêr ê bakur de. Bakurî bajêr jî Serxet bû. Ango ti mal li vî milî nebûn.

Gava em ji sînemê derketin, bîneran teva berê dane bakur. Ango, berê xwe dane Serxetê. Lê min bi tenha xwe semta xwe ya rast û durust girt û berê xwe da başûr, da hêla bajêr. Ez çend gavekî berevajî cemawerê ji sînemê derketî meşîm û hinekî ji wan dûr ketim. Lê, ez ji nişka ve rawestiyam û min biryar da, ku bi wan re serxet bibim. Min ji xwe re got: "Talana tev de dawet e! Hema ew serxet bibin, ez jî dê bi wan re herim Serxetê." Wilo, min berê xwe guhert û da pey wan.

Piştî em gihiştin kolana nava bajêr, ez li xwe hay bûm û hişê min hate serê min. Min nasî, ku ez şevgerkî bûme. Ango, şev li min gera ye û semta rast û durust a cemawer bû.


-3-

Li gorî alavên ragihandin û nûçeyên cîhanî, qûncîçiya rêjîma tirkî piştî roxandina rêjîma Seddamê bedkar nayê! Belê, va şahyarê karûbarên derve yê rêjîma tirkî berê xwe dide Tehranê, da ku li wir li ber roniya çira karbidestên rêjîma Îranê "Federalîzma Îraqê" bibîne û rûpelên wê bixwîne. Lê nizane, ku Tehran jî li kuncikeke bi ronî digere, da tê de li taximê jidevketî bigere.

Ev rêjîm komîteyên amnistî bi mebesta têkdana pirsa kurdî dadimezirînin, da rê û şivîlekan li ber peyva "federalîzmê" bigirin û wê bitemirînin. Lewra, seredanên wan ji hev re hewildanek e, ku pilanên gemarî hemberî kurdan û pirsa kurdî pêk bînin. Wilo, rêjîmên ku serdestiyê li kurdan dikin, ji ber peyva "federalîzmê" sewesî bûne û ketine taya giran de. Wilo li wan hatiye, u hêzên xwe dikin yek, da hevbendiya hersê tîpên pêşî ji peyva federalîzmê/ango "fed"/ li hev siwar nebin û wateyekê nedin. Tanî bi bihîstina lihevkirina van tîpan dikevin jehrî û bi edrê dikevin, kef û kinc bi ser devê wan dikeve û dîlana dînan dikin.

Pilanên wan ew in, ku van tîpan sêwî bihêlin û hevgirtina wan ne tenha ji alavên ragihandinên xwe rakin, lê wilo jî wan ji ferhenga têkiliyên navneteweyî û lîsteyên mafên mirovan rakin, da şûna wan tenha "hevgirtina xak û sînorên" serdestiyê bimîne. Wilo jî xwe mafdar dibînin, ku ev tîp tenha bi wan ve bên girêdan û bikevin bin siha berjewendiyên wan de. Loma kesekî din mafdar nabînin, ku van tîpan bi kar bînin.


-4-

Leystikên folklorî di civaka kurdî de pir in. Dawê jî yek ji wan e. Ev leystik di civaka werzevanî de, ango li gundan, bi nav û deng e. Pirê caran gund diçin ser hev û şevbuhêrkên xwe bi vê leystikê diqedînin.

Li gorî yasayên vê leystikê, mêr hev dibijêrin û dibin du bend. Herdu bend hemberî hev bi rêz rûdinin û her bendek serkêşekî ji xwe re hildibijêre. Yê serkêş tiştekî (pirê caran gustîlk e, lewra li gelek deveran navê gustîlkê -hingulîskê- li vê leystikê dikin) di dawa hevalbendên xwe de vedişêre. Benda din gereke binase, bê ew tiştê veşartî di dawa kê de ye. Eger nas kirin, gustîlk digihê benda din û ew bend êdî vedişêre. Lê ku tê dernexistin, nuqteyek ji wan re dikeve tûrik. Wilo, kîja bend xwe bigihîne bîst û yek nuqteyê, bi ser dikeve.

Rola serkêş di vê leystikê de rola herî giring e. Ew bi benda xwe dişêwire, dorê dide û sundê dixwe. Sund jî ne bi Xwedê û pêxemberan e, ne jî bi Tewrat, Incîl û Quranê ye, lê bi "Sobê", "Tifikê" û tiştên wilo ye. Lê ya giring ew e, ku yê serkêş gerek ne tenha zana û bêhnfereh be, lê gerek e cansivik û tinazoker jî be.

Dibêjin, carekê Remo serkêşê benda xwe bû. Xemo jî yek ji vê bendê bû. Sund jî "Tifik" bû. Wilo, her ku Xemo digot: "bi tif..", Remo gotina wî dibirî û nedihişt peyva "Tifik"ê bi dawî bîne. Erê, her ku Xemo "bi tif.." digot, Remo yekser ba dikir: "Hêde...hêde, min sedcarî gotiye, bila ji min pê ve kesek ti guyî nexwe!"

Ez nizanim, ne şev li rêjîma tirkî gera ye, ne li taximê jidevketî digere, ne jî serkêşiya leystika dawê dike û sund jî "Federalîzm" e?!

Qamişlo, 12.01.2004


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]