06.12.2003 - 06:04
HED
Rezoyê Osê - Qamişlo
rezo@scs-net.org
Rezoyê Osê (dîha)
|
-1-
Di serboriyeke civakî de, zarokek ji jineke navser re çêdibe. Pêşî
ev zarok pilitik dibe, diçe nav heval û hogiran. Lê, weke zarokan jî jê re digot:
"Sexela pîrê bû, qor û laxer bû, bi nûz-nûz bû, jar û belengaz bû." Belê,
bê ev zarok çendî li malê delalî bû, wilo jî sist û pist bû, lê ew çendî doza
delalîbûna xwe li heval û hogiran dikir.
Rojekê, ev zarok bi girî bi ser diya xwe de hat. Dê li sedema giriyê
zaroka xwe pirsî, zarokê got: "Zarokan çêr ji min re dan, gotin. . . !".
Wilo, piştî hin pirs û bersivan, dê nasî bê çi ji zarokê re hatiye gotin.
Erê, bi vê yekê li xwe hay bû, ku ew jî di nav pîrekan de bûye navek.
Rabû, ji kêfa xwe re derkete devê deriyê mala xwe û dengekî lîland.
Cîran li dengê lîlandinê derketin, da zanibin çi şahî li mala cîranê
wan heye, çiko lîlandin nîşna kêf û şahiyê ye, pirsîn:
- Xêr e, cîranê? Ev çi lîlandin e?
- Xêr e. . . ji xêrê pê ve nîne. Ji kêfa re ez dilîlînim.
- Kêfa çi?. . . Xwedê xêr ke!
- Kêfa ku "Q. . . " ê me jî kete nav "Q. . . "an. . . .
Cîranan, bi van gotinan re kenê xwe bi devdesmalên xwe veşartin. Lê, cîranê serê
xwe bi kenveşartinê neêşand.
-2-
Di serboriyeke ayînî (olî) de, du bir oldar li gundekî dikevin gengeşê de û
dibine du bend. Bendek dibêje: "Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe pê ve naxwe!"
Ango, bê Xwedê çi li aniya te nivîsiye, nayê guhertin. Wilo,
ev bend behweriyê bi xwesipartinê (tokiliyê) tîne û bizavê di ber guhertinan
de nake. Bendek jî dibêje: "Rast e, rizq li Xwedê ye, lê Xwedê gotiye 'abe ez bi te re!'" Ango, Xwedê bê kar û
xebat, bê bez û berxwedan nan nade kesekî. Wilo, ev bend baweriyê
bi hêza xwe tîne û bizavê di ber guhertinan de dike. Lê belê vê gengeşê dom kir û herdu
bendan baweriyên xwe neguhertin.
Dibêjin, rojekê yekî hafiz (korê ji herdu çavan) hate vî gundî û weke
her car xwe li camiyê girt. Erê, ji ber çira negerekî yê hafiz bû, çira camiyê vemirandin û li hev kirin, ku kesek şva yê hafiz nebe camiyê. Hinga wê bê xwiya kirin bê riziq li Xwedê ye, yan jî bez di ber
rizq re dive. Wilo li hev kirin û mane li benda sibê, li benda bersivê.
Pîrebiyekê şîva miriyên xwe derxist. Tepsikek tije xwarin kir, bi ûçikê
xwe nixumand û berê xwe da camiyê, belkî rêwîn lê hêwirî bin. Gava pîrebiyê derî vekir,
dît hundirê camiyê reş e, taristan e, bi şûn de vegeriya. Yê haviz pêjin
kir û li pêjinê kire "ihênî ". Hinga pîrebî derbas bû û tepsika xwarinê danî
ber yê hafiz.
Roja din, herdu bendan xwe li yê hafiz girtin, da bersiva wî derbarî
rizq bizanin. Yê hafiz got: "Herwe rizq li Xwedê ye, lê ihêniyek jê re dive."
Lê herdu bendan serê xwe bi bersiva yê hafiz neêşandin.
-3-
Xwepêşandana bo nasnameyê serboriyeke folklorî di bîra min anî.
Li gorî vê serboriyê, kur ne tenha bi ya bavê xwe nake, lê tim berevajî daxwazên wî
pîşan dike.
Belê, dibêjin rojekê kur û bav ji êş ve ber bi malê de vedigerin. Sewalên wan
tevî barên xwe li bor didin. Barê kur di nîvê bor de ber bi tilekî dibe.
Bav vê rewşê dibîne, lê ceger nake rasterê kur agahdar bike. Bi xwe mijûl dibe,
dibêje: "Ez bêjim, barê xwe rast bike, wê di avê wer bike. Ya baş ew e, ku ez bêjim
wî barî kupî nav avê bike. Wê hinga barê xwe rast bike. ."
Wilo, bav li kur gazî dike, dibêje: "Wî barî kupî nav avê bike!"
Belê, kur li bav vedigerîne, dibêje: "Babo, min ti caran bi ya te nekiriye,
hema vê carê ez gotina te badilhewa bernadim.", û bi vê bersivê re arvanê xwe
kupî zê (çem) dike. Lê serê xwe bi arvanê nav avê naêşîne.
-4-
Li gorî tradîsyonên mirinê, li herêma me mirov, nas û dostên yê mirî wî
li darbestê dikin û berê xwe didin goristanê. Li wir, miriyê xwe bi kul û
keser dadixin gorê. Pişt re bergora wî ferş dikin. Ango, bergora wî bi ferşên
kevirî (bi hedan) dinuxumînin, da ax nekeve ser kelaxê wî de. Hinga axa gorê lê kom dikin,
gorê bi kêl dikin û telqînê li ser dixwînin.
Oldarên me dibêjin, mirov di mirinê de di xwe dernaxe,
ku ew e yê mirî. Loma wê hingê li xwe hay dibe, dema kesên li ser gorê ber
bi malê de vedigerin. Ew jî hewl dide ku rabe û bi wan re bimeşe, lê serê wî
li hedan dikeve. Wê çaxê dipelîne, ku yê mirî ew e, ne kesekî din e.
Lê, ya baş ku êşa serî hest nake.
Qamşo
13.11.2003
|
|
|