www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
04.11.2003 - 20:14

ÎŞEV ŞEV QÎR E LI SER BASKÊN ZAROKAN

Cîhan Roj
rcihan@nefel.com

Cîhan Roj
Sibeh roj ji rengê helbesta Cegerxwîn dadipale...
Işev şev qîr e li ser baskên zarokan...
Pêşa asîman a li xaka birîndar vegirtî ziwa bi ser neftê ketî...
Hê rojnameyên ku wêneyên ji jahra Helebçeyê lê dikin qîrîn, neriziyan e...
Hê insan weke tayên hevrîşîmî bi riya ji riyan ketine...
Mar ber bi buharê ve ketine, hêla tevizî lê dilebitin...
Talana çivîkên baskşkesti ye...
Niha bivir di dest cîranên me de ye; satilên avê li milên wan hewl didin ku pirîskên êgir ji xaniyê me hilnepeke bexçeyê wan...
Xewnên xwe şewitandine... Mêjî li wan di paş heft deriyên hesinî de kilîtkirî; ji bêhna dîrokî re li destmalên di xwêdanê de riziyayî digerin...
Îşev şev, şeva evseneyên destpêka destpêkê; di bazara qewlên sedsala bê de çav hene; hin jê di xew re çûne, hin jê ji jana xwê xwîn lê sor bûne... hin jê fedîkar, hin jê ji Îştar de mane... hin jê ji tirîjên hêviya asoyên pînekirî de mane... hin jê bi ava buharan re diherikin... hin jê kil kirî... hin jê li benda hespên çîrokên servekirî...
Duhezar û du sal ma di paşila bi xem û birîndar de...
Îşev şev ji pênûsê de, mîna kena yezdanek pêrgî melkemotê bextê xwe hatibe, diherike... Şêrek birîndar êk di dastana xwe de xêzkiri ye maye di boxçeyek hevrîşîmî de... Lehî lê rabûne... Tav aravî vedirişe... belekiyên koyan dişewitin... Her sedsalê civîna yezdanan heye li "Gula min"... Her ku pênûs li destan ter dibe ,govenda berbûtiya Gulê li dardikeve dengê verişiya erdê dêwên hov bi ser riyan dixîne... Kê ji we li çîrokan digere...Kê ji we li evînên man li ser çar darikan digere... Ji we kê kêlî bi kêlî nizane bê ka serî li ser çi balîfî maye di bin ewrê reş û tarî de... Îşev şev nîşana saleke nû ye...
Dunya di siya biryarên qehpik de reşeşîn...
Niha ,wextê kevirên dîwaran hawar ji zimanê me olan didin çendî xanimên biryardaran derpiyên sor li xwe dikin daku di sala nû de ji wan re şens bîne...
Niha di kenên peritî de mazata çemê sala bê ye...
Îşev şev weke moriyek şîn maye di nav qeşayê de...
Hindik maye reşêlek,qîjîk ref girê bidin ber bi parçeyek asîmanê şîn û vekirî ve... Dewê ceribî,mast bi axînên me havênkirî!.. Ji pira Siratê pirek heye di navbera helbesta Cîgerxwîn û îsal de...
Îşev rêwî nêzikahî li pirê dikin... Di tariya şevê de ber bi asîmanê por lê gijik ve yezdanên xerabiyê ristên terecan hildikişînin...
Îşev! îşev! Îşev di bin nêrînên avis êk zaroyên Hewlêrî de amadehiyên vêxistina agirê li ser pişta wî/wê hene...
Îşev şev kerengperek bi ser kefa lehiyan ketî...
Pênûs darikek di dest de li heriyê wêneyên bextê xwe tevlîhev dike...

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]