25.03.2003 - 22:18
ÇEND PIRS
Adil Elî* - Essen/Elmaniya
adilali67@hotmail.com
Adil Elî (wêne: amude.com)
|
Gelo rojên me yên xweş bi rastî hîn di paşerojê de veşartî ne?
Jiyan xwe di paş vê pirsê de vedişêre.
Carinan serê xwe dihejîne û carinan bi kenekî nepaqij bersivê dide.
Gleo rojên em bi xemgînî tê de dijîn, bêyî ku em bixwazin, an ne wek em dixwazin, tên? Gelo piştî demekê, ew dê bibin roj û dem in xweş? Û çima?
Zaroktiya me digel hemî xemgînî û belengaziya xwe, çima em wan rojan bi xweşî tînin bîra xwe?
Ji ber ku zaroktî bi hemî rengên xwe kêf û xweşî ye, yan...?
Hemû şevên dirêj, xewnên evîndaran, hêviyên belwela.. Çima ewqasî di hestiyên me de ta mirinê dimînin?
Barkirina ji jiyanê çendîn tal e!
Tevlihevî bûye perçeyek ji jiyanê.
"Ortayetî" ango bêalîbûn bûye bavê nêrîn û biryaran.
Nermahî û hişkahî şevbuhêrkan bi hev re derbas dikin.
Sînor di navbera hest û nêrînan de nemane.
Mêvanê min ê vê şevê, hevalekî min ê kevn e. Me temenê xwe bi hev re derbas kiriye. Kengî ez bêriya wî bikim, ew bilez tê.
Lê gava ew tê û rûdine, ez bi tenê lê guhdar dikim.
Ji ber ku ew baş min nasdike, ew dipirse û ew bixwe bersivê dide.
Çendîn min ew ji demeke dirêj ve jî nedîtibe, ew dizane pirsên min çi ne.
Jixwe vê taybitya wî hiştiye ku hevaltiya min û wî ji zaroktiyê ve ta payîza temenê me berdewam bike.
Lê her carê ew min di rewşeke xerab de tbi tenê dihêle.
Tiştê herî balkêş, bawer im ew e ku, ev hevalê min - Û dîsan dibêjim hevalê min - çiqasî ew dûrî min be, ewqasî ez kêfxweş im, sedî sed ew jî wilo!
Erê erê, çiqsî xweş e ku di xemgîniyê de mêvanekî mirov bê. Çiqasî ew bi qedr û qîmet e.
Ev bi tenê hest in, ne bawerî ne.
Bi tenê taybetiyek e neku gelemperiyek e.
Elmaniya 2003
|
|
|