06.10.2003 - 18:30
EYŞANA ELÎ
Danhev û strandin: Miço Kendeş*

Miço Kendeş
|
Tê gotin ku Eyşana Elî dawiya jiyana xwe li bajarê Amûdê derbas kiribû (li ser bextê Amûdiyan).
Di stranên kurdî de, gelekan li ser çelengî û ciwanî û xweşikbûnê strandiye û gelek pesindarê spehiyê hene; yek ji wan Mihemed Arif Cizrawî ye. Ev zilam - Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike - di Eyşana Elî de - bi nerîna min - dighe radeyine bilind ji pesindariya xweşikbûnê û lihevhatinê…
Min ev stran ji gellek çavkeniyan da hev… M. Arif Cizrawî di her cihekî de bi rengekî ev stran gotiye û perçe-perçe gotiye.
Ne (kirasê) Eyşanê li rastiyê peyde dibe û ne jî (singê) wê. Ev tenê nimêje ji bo çelengiyê û nazdariyê û sebra dilê (Hac) Mihemed Arifê Cizrawiye.
Lê lê lê wayê
Eyşanê lê wayê
Kamilê lê wayê
Tenikê lê wayê
Guloverê lê wayê
Nazik û nazdarê lê lê lê wayê.
Memikê Eyşana Elî mîna sêvê Elî Paşayê.
Çar-malo nîvo way gundo…
Rabim tenbûrekê ji Eyşana xwe re çêkim bi çarde perdan way gundîno
Li beyana sibê li hemberî Eyşana Elî rûnim, ez ê tilîkên xwe jê re lê bidim:
Perdekê ji xeman
Yekê ji xetran
Yekê ji derdan
Yekê ji kulan
Yekê ji mereqan
Yekê ji şegran…
… … …
Gelê aşiqan.
Xwezîka hakimekî adil li herêma min û Eyşana malxirab rabya,
bi çeperê jina qenc bigirta ji teresê kotîkê mêrê xirabê genî berda, berda, berda…
Heçî Eyşana Elî dîtî ew ji herdu çavên xwe kor nebê. (Kûçik babê Eyşanê ew neda min, ew ji herdu çavên xwe kor bibê)
Eyşanê wî kirasê kitan, yê sor, yê mebrûm, yê meles, yê tenik, li ber bejn û bala xwe neke malxirabê, di nava kolanê gundê me re neçe û nêyo, çendî sewdal li gundê me zehf in û kirasê wê malxirabê jî tenik e, tirsa min e xuyan bike serê cotmemikê wê yo (Tirsa min e di bin zîzikên çavan jê re bikin îşaretan), ramûsanên Eyşana Elî xweştir in ji ramûsanên bîst û pênc û pênc û pênc keçikan. Çarmalo, bê xwediyo, way gundo.
Sing û ber û bedena Eyşana Elî mîna kembaxa berfa çiyayê Meletgirê, lo lo xelkîno bi şevê çiman barî-barî, le dilo sirgûno, li beyana sibê li zeraqa tavê singê Eyşanê daye avê.
De rabin, de rabin, de rabin, çar-malo bê xwediyo gundo.
---------------------------------------------------
* Dengbêjek ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye.
Niha li Swêsrayê dijî. >> www.m-kendes.ch
|
|
|