01.05.2004 - 17:50
HEYAMA NÛ
an jî dema kesên ku êgir bera bênderan didin
an jî serê têgihiştineke edebî ya nû
(II)
Ibrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com
"Hingê, ka em ji serî de dest pê bikin. Kêfa tu kesî dê ji vî karî re neyê,
ne ya min û ne jî ya we. Lê divê em hin tiştan zelal bikin (...) Çi ye nivîsandin?
Em ji bo kê dinivîsînin? Ya rastî, weha xuya dike ku kesî serê xwe bi van pirsan neêşandiye."1
Jean-Paul Sartre (Qu'est-ce que la littérature?)
III- Mexzena Xwînê an jî koleksiyonên binhîşîna jenerasyona nû
Di vê berhemê de, Rênas Jiyan bi 22 koleksiyonên ji demên jiyana xwe yên ku ew tê re derbas bûye (û dibe) berhevkirî, weke ku ew bi xwe jî li ser berga dawîn dibêje2 , dixwaze " helbesteke nû " ava bike. Di vê nivîsê de, ji helbestvaniya wî bêhtir, em ê bala xwe bidin van koleksiyonên ku bi serê xwe ji hev cuda dixuyên, lê bi vî awayî gava ku mirov wan bîne ba hev, dibin hûrgiliyên tabloya civak û heyamekê, û dibin perçeyek ji tevahiya hiş û binhişîna nivîskêr, û herweha tabloyeke weha pêk tînin, ku hiş û binhişîna heyama dawiya sedsala bîstan û serê sedsala bîst û yekê xwe di nav re dide der.
Di pêşgotina berhema xwe de, Rênas Jiyan bi xwe jêderk an jî çavkaniya van koleksiyonên ku berhema wî pêk aniye, diyar dike :
Yek: "… koleksiyon, yanî beşên wê ji kaniya binhişînê diherikîn (…)
Carna gava min çavên xwe digirtin an jî vekirî bûn jî, di hişê min de
hin tabloyên tahl an jî şêrîn çêdibûn, min orjîna wan nizanîbû ji bo çi ye,
lê her û her di hişê min de bûn, min hinek ji wan veçirandin û deşîfre kirin,
lê hinekan ji wan zora min bir û wer man (…) min ev tabloyên binhişînê yek bi yek
bi wate, bi cih, bi wext, bi tahm û bi bêhn kirin… min huwiyetek bi ber stuyên wan ve kir…"
Heta niha tu nivîskarên me pêdivî bi pêşgotineke bi vî rengî û bi van hûrgiliyên ku ji aliyê hemû kesên ku serê xwe çenekî bi afirandina hunerî re êşandibe tê zanîn, nedîtiye. Em ê ji bo vê gavê nirxandina van hevokan û vê hewla nivîskêr ya biberxistinê nekin. Ji ber ku di nava pêşgotinê de dîsa nivîskar bi xwe li van daxuyaniyên xwe zêde dike û piştî diyarkirina çavkaniyên helbesta xwe, armanca xwe ya nivîsandina vê berhemê jî bi vî awayî eşkere dike:
Du: "Min xwest ez bi dîroka bîranînên xwe, ne bi zimanê zarokekî êdî bi
zimanê mezinekî bi riya van bîranînan -ku min ji wan re di vê helbestê de
koleksiyon got- xwe nas bikim, xwe bi nav bikim, xwe bi tahm, bêhn, cih û war
bikim û herweha xwendevanên xwe jî."
Nirxandinên ku ji aliyê nivîskêr bi xwe ve hatine kirin, diviya rê li ber rexnegiran vekiraya, lê di heman katê de ji ber vê însiyatîva nivîskêr, rexnegir jî mecbûr dimînin bidin ser rêya ku nivîskêr bi xwe destnîşan kiriye. Ji ber ku li gora nivîskêr, heke xwendevan (û herweha rexnegir) li ser vê pêşgotinê û van peyvan û fonksiyonên wan serê xwe hebekî neêşîne, ew ê nikaribe ji koleksiyonên nava berhemê jî tu tiştî fahm bike. Ji ber ku li gora me ev fikireke rast e, em ê jî weha bikin.
Ger em bala xwe bidin van herdu mînakên ku ji ber pêşgotina berhemê hatine girtin, em bi hêsanî dibînin ku Rênas Jiyan ji bo koleksiyonên xwe jî û ji bo xwe bi xwe jî heman peyvan bi kar tîne, ango ew van koleksiyonan wekî bermayiyên jiyana xwe dihesibîne; di ber re jî em di nava vegotina armanca wî re dibînin, ku ew bi xwe van her 22 koleksiyonên ku serbixwe dixuyên, wek helbesteke bi tena serê xwe dihesibîne, ku ev yek nirxandina me ya destpêkê xurttir dike. Hersê " qonaxên girîng ên xeyal û ramanê ", ku Rênas Jiyan di vê pêşgotinê de ji wan re dibêje " binhişîn, hiş û serhişîn " û hewl dide ku wan hebekî din veçirîne, xwendevanên xwe (û rexnegirên xwe jî) rasterast dişînin lêgerîna têgehên psîşîk.3
Weke ku heta vira me behs kir, em dibînin ku Rênas Jiyan rasterast behsa fonksiyona binhişîna xwe û bi giştî jî cîhana xwe ya psîşîk, a ku di pêvajoya afirandina berhema wî de xwe rê dide, dike û bi vî awayî hewl dide ku ji xwendevanên xwe re behsa bandora binhişînê li ser pêvajoya afirandina van koleksiyonên xwe bike. Ji xwe, ji Freud û Jung û bi vir ve, têkîliya hiş, binhişîn û serhişînê û fonksiyona wan a di jiyana rojane de û -nemaze ji bo mijara me- di pêvajoya afirandina berhemekê de jî, di dema me de êdî ji aliyê herkesî ve tête zanîn û heta niha di gelek berheman de li ser vê hêla berhemdariyê hatiye rawestin. 4 Hingê ji bo çi Rênas Jiyan behsa agahiyên ku herkes pê dizane, dike û ya giringtir jî ew e, ku em ji bo çi behsa vê pêşgotina wî dikin?
Di kurdî de, êdî pêdivî ye ku teoriyên karektera nivîsandinê (û nemaze jî yên nivîskariyê, ku hayê gelek nivîskarên me jê tuneye) jî bêne nîqaşkirin û ji ber vê kompleksa pêwist, Rênas Jiyan dikeve nava hewleke bi vî rengî û dixwaze li gora xwe hayê xwendevanê xwe ji hin hêlên berhemdariya xwe çêbike. Lê belê, jêderka vê pêşgotinê ne bi tenê kompleksa nivîskariyê ye û ev daxwaza xwevegotina nivîskêr jî, ji vira û heta bi cem Xwedê, xwezayî ye. Lê nivîskarê vê pêşgotina ku em behsa wê dikin, weha xuya dike ku weke ku bi armanca behskirina xwe û hunera xwe, berê berê ketibe nav hewla naskirina xwe û hunera xwe û serê xwe bi hin pirsên karê xwe re êşandibe. Ev çalakiya ku dê wî ber bi wergirtina helwêsteke xurt ve bibe, helbet ji berpirsiyariya nivîskariyê têt û ji bo ku mirov têkeve nava hewldaneke bi vî rengî, ne pêwist e ku mirov li benda pêdiviya nivîsandina berhemekê bimîne û herweha mirov ne mecbûrê eşkerekirina vê hewldayina xwe ye jî. Ev hewldayin çalakiyeke weha ye, ku piraniya berhemdaran ketiye nav, lê di kurdî de eşkerekirineke bi vî rengî û bi van hûrgiliyan nû ye. Lê dîsa jî, weke ku em ê di nirxandina xwe ya li ser paşgotinê de jî bibînin, erê ew dixwaze tev li nîqaşên edebiyata heyama nû bibe, lê belê helwêsta wî ya ku ew jê re dibêje " çirûskîzm ", ji ber sedema ku nivîskêr di ser re behs kiriye, di serê mirov de têra xwe zelal nabe. Lê dîsa jî jixwepirsîneke xurt li ser dema xwe, civaka xwe û xwe û di pey re jî wergirtina helwêsteke xurt li hember sîsteman, tabûyan, neheqiyan, bêhiquqiyan û desthilatdariyan di nava tevahiya pêşgotin-koleksiyon-paşgotinê de re xwe rê dide.
Rênas Jiyan bi vî awayî hewl dide, ku ototerapiyeke xeternak û marjînal bi vê pêşgotina xwe û helbesta xwe bike; xeternak: ji ber ku ew teva lixwemikurhatinên xwe yên din, hin hêlên binhişîna xwe jî ji xwendevanên xwe re vedike5 ; marjînal: ji ber ku, em bixwazin jî û nexwazin jî, em dilê xwe bigirin jî û negirin jî, gelek nivîskarên kurd bi berhemên xwe baweriya bi zanîna van hêlên berhemdariyê, yên ku me li jorê gotin, nadin mirovî, ku ev jî dibe yek ji sedemên hilbijartina me ya vê berhema ku paşgotina wê jî bi qasî pêşgotina wê balkêş e û xwe bi van hêlên xwe yên psîşîk û eşkerebûyinê ji tevahiya edebiyata me ya ku rengekî egosentrîk û " simulacre "6 wergirtiye, bi dûr dixîne. 7
Nivîsandina pêşgotinan di edebiyata cîhanê de gelekî navdar e û kevin e jî. Ger mirov bala xwe bide berheman, mirov dê bi hêsanî bibîne ku yan nivîskarê berhemê yan jî hin kesên din, ên ku ji bo vî karî ji aliyê nivîsker an jî weşangêr ve têne hilbijartin, an jî weşanger bi xwe, dikarin vî karî bigirin ser milên xwe. Piraniya caran, ger navê nivîskarê pêşgotinê nehatibe nivîsandin, mirov dizane ku kesê ku ew nivîsandiye, nivîskarê berhemê bi xwe ye. Hêjayî gotinê ye, ku weke ku Gérard Genette8 jî dibêje, pêşgotin û paşgotin ji bo xwendina xwendevên in û tim piştî bidawîkirina berhema ku ew pê re têkildar in, têne nivîsandin. Dîsa li gora Gérard Genette, li gora armanc û fonksiyonên xwe, gelek celebên pêşgotinan hene, lê di pêşgotinên weke vê pêşgotina Mexzena Xwînê de, ku ji aliyê nivîskarên xwe ve têne nivîsandin, nivîskar ji ber du sedeman pêdiviyê bi pêşgotinan dibînin. 9
Em dikarin li gora van herdu sedeman, fonksiyona pêşgotina Mexzena Xwînê jî bi vî awayî binirxînin:
1- Bidestxistina xwendinê
2- Bidestxistina ku ew xwendin xwendineke baş be
Helbet, ev herdu xal jî mirov dibe fikira ku nivîskar heta dawiyê jî dixwaze berhema xwe biparêze û lê miqate be yan jî bike ku berhema wî weke ku ew dixwaze, bête fahmkirin. Ji xwe balkêşiya vê pêşgotinê jî ne di naveroka wê de, lê belê di armanca wê de ye. Heke em pêşgotina vê berhemê bi tenê di nava mijara wê de binirxînin, em ê nikaribin tu alîkariyê bi têgihîştina vê verhemê bikin.
Lê dîsa nivîskar di devereke vê pêşgotina xwe ya din de dîsa bi xwe têkîlî ramanên xwendevên dibe û vê pêvajoyê zelaltir dike :
Sê: "Hinek beşên vê pirtûkê ne ji binhişînê hatine pê, ji heyata
reel hatine berhevkirin, ji ber ku bûyerên îro ango aktualîteya îro wê ji bo
sibêro bibe sermiyanê binhişîneke pêş."
Lê balkêş e, ku berî vê gotinê dîsa nivîskar bi xwe ji bo ku xwendinên xwe yên psîkalîzmê destnîşan bike, navê Jung (Carl Gustave) û têgeha wî ya " binhişîna neteweyî " dide û dikeve nav behskirina sedemên vê çalakiya afirandina koleksiyonên Mexzena Xwînê û armanca wê.
Çar: "… ji ber ku kurd û herweha ez û sûretên binhişîna min, em
bênasname bûn û hewcedariya me tavilê bi nasnameyeke eşkere hebû."
Ji ber ku nivîskar xwe weke berpirsiyarê dema xwe dibîne û li ser navê hemû kurdan dipeyive, hinkes dikarin bêvilbilindiyekê jî di van gotinên nivîskêr de bibînin, lê divê mirov xwe ji vê nirxandina ku dê mirovî ber bi xeletiyeke mezin ve bibe û rêyê bi temamî li ber têgihîştina vê berhemê bigire, bistirîne. Divê mirov di van agahiyên sêyem û çarem de " barkirina mîsyonekê ya li hunera xwe " jî bibîne ku ev yek dê rêyê bêtir li ber nirxandinên me veke. Ji xwe di berhemdarî û nemaze jî di nivîskariyê de bixwebaweriyek jî tim û daîm heye û mîsyoneke hemû berheman a xwezayî jî di pêşketina civakî de heye, ku divê mirov ji bîr neke.
Binhişîna nivîskêr ya neteweyî, yan jî binhişînê jenerasyona wî, yên ku di mînakên yekem û duyem de dixuyên, û mîsyona ku ew li berhema xwe bi mînakên sêyem û çarem bar dike, di heman katê de rengê vê dema edebiyata kurdî û pê re jî mîsyona ku divê nivîskariya kurdî lê bifikire jî bi awayekî ku heta niha nehatiye kirin " xweş " formule dike. Ji bo kurdan nivîsandin çi ye? Pozîsyona Rênas Jiyanî wek nivîskarekî kurd li hember vê pirsê çilo ye?
Herkes dizane ku huner ji hiş û binhişînê kesekî derdikeve rêyê, lê belê gava ku bikare hiş û binhişîna gelek kesan ên hevpar rave bike, dibe huner. 10 Hişê ku li ser pirsên hevpar pirsan ji xwe neke (meditation), nikare bigihîje hişê gelek kesan an jî hişê demekê an jî heyamekê û ev yek ji aliyê herkesî ve tête zanîn. Ji bilî psîkanalîstan, giringiya hişî ji aliyê teorisyênên edebiyatê jî gelek caran hatiye destnîşankirin. Li gora Roland Barthesê ku gelek caran peyvê tîne ser têkîliya berheman û demên wan, " teqîna zimanê edebî kirineke hişî bû, lê ne kirineke şoreşê. "11
Lê belê, dîsa jî ji bo baştir têgihîştina vê pêşgotinê û nemaze jî
têgihîştina mînakên pêşgotina Mexzena Xwînê ya yekem û ya sêyem, em
ê pişta xwe bidin yek ji psîkanalîstên mezin, ku nivîskar bi xwe navê wî de. Jung di ceribandineke xwe ya li ser " dema borî û pêşêroj " de fonksiyon û bandora binhîşînê bi awayekî gelekî zelal rave dike ku hewce nabe ku em li çavkaniyên din biniherin.
"Beşekî binhişînê ji bêndereke raman, têçespan (impression) û
wêneyên (îmage) ku carekê hatine jiyîn, ve pêk têt û digel ku ji bo hişî êdî wenda
bûbin jî ew her bandora xwe li hişî dikin. (… ) Hiş nikare di heman
katê de ji bilî hejmareke piçûk a wêneyên zelal di xwe de biparêze û ev
jî guhêrbariya zelaliyê diyar dike. (…) Lê belê ramanên jibîrkirî tim hebûna
xwe parastiye. Her çi qas vejîna wan a bidilxwaziyê jî ne di destê mirovî
de be jî, ew tim ji derveyî şiyana hişî, lê li cihê xwe ne." 12
Vê nirxandina Jungî ya psîkanalîst û mînakên pêşgotina Mexzena Xwînê, ku gelekî dişibin hevdu, careke din baweriya me ya xwendineke nivîskêr a dorfireh li ser psîkanalîzmê dipeyitînin. Ji xwe nivîskar jî vê yekê di pêşgotina xwe de ji me venaşêre.
Piştî vê agahiyê, ew ê ne şaşitiyek be, ku mirov koleksiyonên vê berhemê weke nuansên psîkoterapiyekê bihesibîne, ku nivîskar ji bo naskirina xwe û heyama pêwist dibîne.
IV- Hêmayên binhişîna jenerasyona nû û psîkoterapiya helbestvên
Weke ku me di destpêka nivîsê de jî gotibû, di Mexzena Xwînê de 22 koleksiyon hene û weke ku di mînaka me ya sêyem de nivîskar bi xwe jî dibêje, çavkaniya van koleksiyonan " binhişîna nivîskêr bi xwe û jiyana reel " e. Ji xwe ev çavkanî, çavkaniya hemû berheman e û ne bi tenê ya Mexzena Xwînê ye. Lê belê, taybetiya ku Mexzena Xwînê ji berhemên din cuda dike ew e, ku ev berhem ji aliyê kurdekî ve hatiye nivîsandin û ku ew kurd jî têra xwe dizane bibîne. Bikaranîna wêneyê çavekî, ku nivîskêr bi xwe xêz kiriye û navê wî kiriye " çavê helbestvên ", dibe ku ji bo vê yekê giring be. Ji xwe, li gora ku ji wî wêneyî jî diyar dibe, çavkaniya hemû wêne û hêmayên jiyana " reel " ku di binhişînê de bi cih dibin, di rêya çavî ango " dîtinê " re derbas dibin û tev li hêma û wêneyên berê dibin. Ji vira û bi şûn de pêvajoya jinûveafirandina tiştan û veguherîna wan a li gora hişê kesekî dest pê dike, ku ev yek dê me bibe nirxandina Mexzena Xwînê di nava heyama empresyonîzmê (impressionnisme) 13 de. Ji bo ku mijara me ji hev belav nebe, em ê bi tenê bi kurtî li ser mijara çavê helbestvên rawestin.
Helbestvan cîhana xwe dike du perçe: yek, jiyana derveyîn; du, jiyana hundirîn. Bi vî awayî ew li hember " bûyer-reng-cih-bêhn-tahm-deng"ê, " tenêtî-serbestî-acizî-bêxewî-evîndarî-bêdawîtî-dînîtî "yê14 datîne û herweha, tiştan û bandora wan a li ser xwe li derdora vî wêneyî diyar dike, ku ev yek jî mirovî dibe depresîfbûna heyama nivîskêr.
Li vê devera nivîsê, ji bo baştir fahmkirina mijara me, em divê koleksiyonan teva hêmayên binhişîna helbestvên li gora berhemê, û helbet li gora ku me jê fahm kiriye, li jêrê rêz bikin. Lê belê divê bête zanîn, ku ne mimkun e ku mirov (an jî rexnegir) bikare hemû " çirûskên " binhişîna helbestvên di nava helbesta wî ya ku bi hin hêlên xwe ve sembolîst e de, zevt bike. Ji ber wê, divê mirov (an jî rexnegir) li xwe mûkir were, ku dê hê gelek çavkaniyên van koleksiyonan ji me berşê bimînin. Ger mirov van hêmayên li jêrê dayî, li cem xwe weke deklanşorên girtina wêneyan saz bike, an jî weke albumeke wêneyan, dê hewla me ya biberxistina van koleksiyonan baştir bête fahmkirin:
1- Hêmayên zivistanê: berf, berfdimsk, nêçîra reşêle û têtiyan, bêhna nanê sêlê, kêfa zarokatiyê ya ji bo berfê û kişandina fotografan ya di nava berfê de, strana " ez berf im, berf im ".
2- Hêmayên golê: masî, quling, jinên çîphilkirî, teyrik, kinêrik, zarokên ku bi avê dilîzin.
3- Hêmayên bêriyê: esir, keriyê pêz, bêrîvan, dotina şîrî, bêhna firêzeya şûvan, " çixareya qaçax a şivên ", tûrikê şivên, bilûr, berxikên ku xwe li mayin û hidûdan diqelibînin, teqîn, pez û gur, şevîn, xwîn.
4- Hêmayên xortaniyê: lîse, xwepeyitandina xortan, bêhna pîrekan, lîstina bi kêran, hêtên qîzan, xwepêşandan, dewsa jopên girtinan û işkence, sazkirina xeyalên erotîk, kurkirina rîha nûhatî, evîn, fediya ji pizikên xortaniyê, cixareya pêşî, hevdîtinên evînî yên li deverên xewle.
5- Hêmayên bajêr: Amed, Ofîs, " qesrên kapîtalîst ", " tahma firo û bêhna gezo ", jina avis, hêvî û kêfa bûyina xwedîzarok, zarokên Ofîsê yên xizan ku parsê dikin, jinên ku ber destê êvarî li ber deriyên xwe rûniştine û " qala eyalên xwe dikin ", kezebfiroşên bajêr, zarokên ku di Dîcleyê de dimîzîn.
6- Hêmayên gundî: muxrib, pirêze, komên pûşî, " tahma fêrîkan û bêhna firîkan ", dûrbûyina ji behrê, mihîn, berî.
7- Hêmayên bihevşabûnê: eşa, mizgefta zerdeştkî, canê tazî, " bêhna himêzên dergîsiyên bêhngijnîj ", " doşekeke ji pûş ", agirê mizgeftê, dojeh, pêsîrên kevzgirtî, orgazm, fediya piştî wê, " bêhna pirtiqalan ji porê te tê ".
8- Hêmayên zayinê: malzarok, dê, dergûş, hezkirin û tahma dêtiyê, bêhna bebekan, cêwî, zik.
9- Hêmayên cejnê: kêfa zarokatiyê ya ji bo cejnê, tahma kulîçeyan, bêhna goştê ku li ser tifikê dikele, zarokên ku li nav malan li şekiran digerin, qurebûyina zarokan ya ji bo hejmara şekiran, xizanî, rebenî, zarokê ku ji ber ku sola wî tuneye li ber xwe dikeve, " cejnên kêrkirî ".
10- Hêmayên çûyinê: otogar, sirgûn, rêwîtî, qesas, rawestgehên qiraxên avan, kerba çûyinê, rê, buxçik û tûrik, bêriya " şikenandina pîvazan û şewitandina cixareyekê ", pîvongên çolê, leyistokên ji heriyê, şiva trênê.
11- Hêmayên sergoyî: tevlihevî û bêhna gennî, zivistan, sobe, xizanî, tahma elektrîkê, bêhna sergoyî, pisîk û mişk, pisîka ku di kîsekî devgirtî de li ser sergoyî, bahcanên pelçiqî, boçikên çixareyan, çîroka lempeya ku cin tê de ye, kuçikê tûle ku li se sergoyî digere, acizî.
12- Hêmayên bîrê: şev, binê bîrê, werîs, dewl, kûrahî, yaqamoz, reş, hibr, girî, nalîn, bitenêti, depresyon, mirina di binê bîrê de, şîzofrenî, kuştin, bîranîn.
13- Hêmayên nîvê şevê: stêrk, evîn, êş, felek, " tirs-tarî-tenêtî ", ferîşte, sewsîbûyin, ezman, kaînat, redkirina sîstem û zagonên civakî û polîtîk, bêdawîbûyina ezmên, heyv, gerdûn meteor, astronomî, Xwedê, pîvan, wext, rewş, cih, lixwegerîna bi gavên şopa berfê. 15
14- Hêmayên mahşerê: libendemayina tofanan, bêhêvîtî, serhildan, krîz, mahşer, şikestina mirazan, delalîbûna demên berê, xezeb, xewnên herimî, paranoya, gemar, qiyamet, mirin, giyan, şewata di nava êgir de.
15- Hêmayên xwînxaneyê: qrîstalên qeşê, biraştina goştê însanên mirî, xwendinên li ser zulma dema Hitler û naziyan, mermer, medrebkirina kêrê, kesab, mezrîb, karxezal, kûpên mezin, hûtên heftêsrî û pîrebok û çîrokên kevin, pelçîmokên lûsiyayî, tirs, cin, kabûs, meyt, şûjin, birîn, bahoz, desthilatdarî, rengê sor, serma, kefen.
16- Hêmayên daşirê: lixwexweşanîn, erotîzm, orgazm, neynika şikestî, bêhna mîzê, genî, tarî, serhildana li dijî tabûyên civakî, kovarên pornografîk, li ser dîwaran gotinên îdeolojîk, tevlihevî, fîlozofiya li ser dîwarên daşirê ya bêsînor.
17- Hêmayên hêrsbûyin û bitenêtiyê: qesra tenêtiyê, payiz, bêhêvîbûyin, quzulqurt, şîrêz, ziqûm, hêrs, jahr, şewb, zahferan, serhildêrên " terorîst ", revokî, gundên xerabe, gundên şewitandî, neçarî, şûr, şer.
18- Hêmayên şerî: bombeyên kîmyewî, çiya, kevir, şervanên serê çiyê, şerê azadiya welatekî, kerb, hêrs, girî, bêhêvîtî û bêçaretî, kilamên dengbêjan, zimanekî qedexekirî, cezakirina kesên ku bi kurdî distirên, mirina gerîllayan.
19- Hêmayên redkirinê bi sembolîzekirina teyran: milenyûm, qertelên qetlheram, çîkolata, qolanya, qertel, refê çivîkan, nikilkêr, sembolîzekirina xwekişandina ji civakê, redkirina jiyana civakî bi awayê heyî, şîzofrenî, bejî, kedînebûyin.
20- Hêmayên mişextiyê: sirgûn, bêriya welêt, bêriya hezkiriyê, baweriyên bêmahne, paranoya, redkirina olan, bindestî û serbestiya di bindestiyê de, astengên serbestiyê, derengbûyina mirinê, masîvanî, xurtbûyina zordariya li ser daxwaza serbestiyê, lê dîsa jî hezkirin, hêviyên evînê.
21- Hêmayên Qoserê: girêdayina bi bajarê xwe, trajediya malbatên ku milîtan ji wan derketine, tirsa ji dewletê, milîtanî, deşîfrebûyin, îllegalbûyin, meytên gerîllayan ên ku di nava çiravê de ji bo teşhîrkirinê rêzkirî, serjêkirî û guhjêkirî, wêneyê leşkerên ku ser û guhên gerîllayan jê kirine û bi kêf wêneyên didin girtin, tecawizkirina laşê gerillayeke mê, hoviya leşkeran, barbarî, xwepêşandanek ji bo protestokirina zulmê, xwarina lêxistinê ya ji polîsan.
22- Hêmayên işkenceyê: laşê ku bi dayina elektrîkê diperpite, talankirina welatekî, jêstendina hemû mafan, qedexekirina zimên, dijminkirina gelî, bêsînorbûyina zulma li ser gelî, lê dîsa jî, diyalektîk, digel hemû hovîtiya zulmdaran jî bêhtir xwastina azadiya û bihêvîbûyin.
Gava ku mirov van hemû wêne, hêma, sembol an jî deklanşoran tîne ba hev, tabloyeke bi tenê li ber mirovî pêk tê, ku ew jî Kurdistan e. Lê helbet di nava vê herêma dunyayê de, ku di dema me de kes newêrê (belkî jî nema dixwaze) navê wê jî bibêje, Rênas Jiyan hewl nade ku behsa hemû hêlên jiyana kurdistanî bike, ew bi tenê dixwaze behsa hin hêlên jiyana xwe bi xwe ya kurdistanî bike.
"wexta ku surxûn dibûm
min zanîbûya, ji dêvla çentê li milê xwe
min ê welatê xwe
yanî kurdistana xwe
û aramiya ruyê te
min ê we bi xwe re bianiya16
di hundirê qewlikê qurana xwe de
çi fêde!… " (koleksiyona 20an)
Ji bo zelalkirina hin çavkaniyên hin koleksiyonan, li vê devera nivîsa xwe, em mecbûr in hin hêlên ku em dizanin jî bidin xuyanî. Ji ber ku nivîskar bi xwe di kurtejiyana xwe de dibêje ku ew du caran hatiye girtin17 , hêjayî gotinê ye ku herdu caran jî ew li Qoserê hatiye girtin û cara pêşîn, girtina wî di xwepêşandanekê de pêk hatibû, ku di koleksiyona 4an û 21an de derdikeve pêşberî me. Di pêvajoya vê girtinê de, wî jî weke hevalên xwe yên din çend rojan işkence dîtibû.
Helbestvan vê bîranînê bi van rêzikan diyar dike :
"lîse,
ango taştiya emir
ango lîstina bi kêran
heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan
şûna jopên girtina xwepêşandanan
sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan" (koleksiyona 4an)
Girtina wî ya duyem, ji xwe ji aliyê gelek kesan ve tê naskirin û ev girtin bûbû sedema ku polîs dest deynin ser komputera wî û di encama wê de, teva hin xebatên wî yên din, orjînala van koleksiyonên vê berhemê jî ji aliyê polîsan ve hatibû windakirin.
Dibe ku van rêzikên koleksiyona 21an, piştî vê bûyerê hatibin nivîsandin.
"ji fîlmekî barbaran re şoreşvanên baranan dibûn qurban
qoserê di dawiya fîlm18 de li çepikan xist
wan li me dixist
me ji wan re li çepikan dixist…" (koleksiyona 20an)
Rênas Jiyan piştî vê girtina duyem hatibû sirgûnkirin. Dibe ku koleksiyonên ji 10an heta 16an (û ya 20an jî di nav de) piştî vê bûyerê gelekî di bandora vê girtinê û vê sirgûnbûyinê de mabin. Ji ber ku ger mirov bala xwe bide naverok û sembolên koleksiyonan, mirov dê bi hêsanî bibîne ku di hestiyariya helbestan de ji nêvî û ber bi dawiyê ve êşkişandin û bitenêtiyek xwe di her devera rêzikan de rê dide. Belkî koleksiyona 12an ji ber wê behsa binê bîrekî dike:
"di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
û binale jî" (koleksiyona 12an)
Lê ger mirov hebekî vegere serê berhemê, mirov dê li şêwazeke din rast were, ku dê me hebekî dûrî mijarên helbestên din bibe.
"tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê!
tu berf î
ez berf im,
berf im,
berf im
lê lê nar lê lê nar…
ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî difûre " (koleksiyona 1ê)
Di hin koleksiyonên din de jî, dîsa mirov dikare heman hêmayan bibîne, ku Rênas Jiyan di van mijaran de wek helbestvanekî xurttir xuya dibe. Bikaranîna hêmayên (li gora pirtûka wî ya yekem "Janya") bêtir şênber (nêrbaran, concret, somût) û hê xurttir jî, digel tevahiya Mexzena Xwînê, di koleksiyonên din de berbiçav e.
"solên di destê te de
devê dawa te hilkirî
pêxwas
li peravên pirêzeyan tu li şeytanok û qalikên behrê digerî
muxribkî
tu mihîneke xweşik î li nav pirêzeyên beriyê, dîn û şîn..." (koleksiyona 6an)
Dîsa hêjayî gotinê ye, ku peyva "xwîn" di nava koleksiyonan de neh caran hatiye bikaranîn û koleksiyona 15an jî li " xwînxaneyê " peyda bûye.
V- Çirûskîzma Rênas Jiyanî
Rênas Jiyan di paşgotina berhema xwe de êdî navekî li vê hewla xwe dike û ji wê re dibêje " çirûskîzm ".
Ger em bala xwe bidin vegotina nivîskêr a li ser çirûskîzmê, nirxandina me ya jorê, ku me li ser paşgotinê kiribû jî, dê baştir were fahmkirin.
Pênc: "Zimanê çirûskîzmê zimanê maran e ango jahrîn e (…) Di qirna em tê
de ne, kes, ji ber otorîte sîstemên desthilatdar û alavên gemarî xwe najî
(...) hûtê hindurê wî ji dêvla wî/wê dijî, ew hût împaratoriya xwe di ruhê wî
de ava kiriye (...) Zimanê çirûskîzmê yê marî û herweha yê jahrî bi pêvedanekê
van hûtan dikuje û kesayetiya orijîn ji nav lepên wan difilitîne. Çirûskîzm ne
agir e, ne tofan û ne jî lehî ye, yanî ji wesfên mezin û bandora wan pir nehatiye
pêkhatin, hew çirûskeke birûskê ye, di enerjiya çirûskeke birûskê de ye, di ronkaya
çirûskeke birûskê de ye, qederê çend saniyan ronahiyekê çêdike (...)
kesayetiya çirûskîst (...) hebûneke bêzayend e; (...) ew tiştekî din e,
lê heta niha ne tiştên heyî ye. (...) Navekî nuh, dirûvekî nuh,
ruhekî nuh, pîvaneke nuh, rengekî nuh, nuhbûneke nuh..."
Em hêvî dikin, ku xwendevanên me dê ji ber dirêjbûyina vê mînakê li me negirin, lê ji bo nirxandina çirûskîzmê, diviya me bi zimanê helbestvên bigotaya bê çirûskîzm li gora wî çi ye. Em bawer in ku ev mînak têra nirxandina me dike.
Li gora van hûrgiliyên ku nivîskar bi xwe dide, mirov mixabin nikare îmageke çirûskîzmê ya zelal di serê xwe de saz bike. Bi tenê em dizanin ku Rênas Jiyan serî li hember rewşa xwe ya heyî hil dide, lê belê têgihîştina (conception) ku ew pêşniyar dike, weke ku me li jorê jî gotibû, ne têrzelal e. Bi awayekî eşkeretir, ji ber ku nivîskar dixwaze retorîka xwe bi sembolan destnîşan bike, mirov nizane bê nivîskar dixwaze çi bibêje. Nivîskarekî ku di psîkanalîzmê de gihîştî be, xwedî fîlozofiyekê be û civata xwe baş nas dike û refleksiyon û reaksiyonên wî yên xurt hene, divê bizane ku ji bo civata me (belkî ji bo civatên din jî) vegotina ramanan bi sembolan nabe, lê bi veçirandin û mînak û pêşniyaran ve dibe. Berhemek dikare temsîla têgihîştineke nû bike, û Mexzena Xwînê jî ji bo vê yekê têra xwe xurt e, lê belê berhemeke bi vî rengî her çi qas dikare têgihîştinekê xurttir bike jî, ew bi tena serê xwe nikare wê bi qasî ku jê re divê, rave bike. Ji xwe, ji ber vê yekê ye, ku nivîskêr jî pêdivî bi pêşgotin û paşgotinê ve dîtiye.
Belê, weke ku li ser berga dawîn jî gotiye, em di avakirina vê berhemê de poetikayeke têra xwe modern dibînin, lê belê danîna teoriya vê poetîkayê zêde li dûrî edebiyatê maye. Kesayetiya ku Rênas Jiyan di vê paşgotinê de behs dike, kesayetiyeke weha ye ku red dike, serî hil dide û xwe ji nû ve saz dike. Ev kesayetî nikare bibe kesayetiya çirûskîzma ku "nûbûneke nû"dixwaze û heke em bixwazin hebekî din lê zêde bikin, em ê pişta xwe bidin koleksiyonên çarheh û nozdehan û bibêjin ku hemû karektera çirûskîzmê di redkirin û libendamayina tofanan de diyar dibe.
Lê ji bo çi?
Xwesazkirineke çilo?
Çima tofan?
Piştî wê dê çi bibe?
Çirûskîzm çi pêşniyar dike?
Ma qey ferqa çirûskîzmê û heyamên berî wê bi tenê di anarşiya ku ew pêşniyar dike de disekine?
Erê, helbestvên hewl daye ku çirûskîzmê bide fahmkirin, lê mixabin, helwêsta wî ya biberxistina çirûskîzmê, ku li gora me hêjayî piştgiriyê ye, ji bo vê gavê ne bi qasî ku ew hêvî dike biserketî ye, ji ber ku ji bo biberxistina vê helwêsta ku ji têgihîştineke nû hatiye, vegotineke eşkeretir diviya. Ji bo vê gavê, bi tenê mirov dikare bibêje ku li gora çirûskîzma ku Rênas Jiyan rave dike, nûbûnek divê û ji xwe herkes vê yekê dibêje û ew ne yê yekem e, lê nûbûneke bi çi awayî, em nizanin.
Ger mirov bixwaze navekî li heyama nû (ji xwe heyam navên xwe jî û nûbûnên xwe jî bi xwe re tînin) bike, divê mirov berî hertiştî nûbûnên wê heyamê tarîf bike, weke ku Victor Hugo di pêşgotina Cromwellê (nivîsandina pêşgotina wê: cotmeh-1827) de ji bo romantîzmê kiribû.
Lê belê Hugoyê ku bi pêşgotinên xwe gelekî navdar e, hê di pêşgotina xwe ya ji bo Odes et Poésies diverses (1822) de bingeha vê guherînê danîbû û di 1823an de li derdora kovara La Muse française hevalên xwe civandibû. Berî nivîsandina pêşgotina Cromwellê, ku di meha piştî temamkirina berhemê de hatiye nivîsandin, bi salekê, 30ê cotmeha 1826an, di nameyeke ku hevalê wî Nodier ji wî re dinivîsîne de, em dibînin ku ew êdî pêdiviya belavkirina doktrînên xwe yên polîtîk û edebî dibînin û Nodier ji wî re dibêje "êdî wext e (...) li hember Akademiya Frensî, akademiyeke nû, li hember rojnameyên heyî, rojnameyeke nû"û herî dawîn jî "li hember edebiyata heyî, edebiyateke din"19 .
Hugo jî di pêşgotina Cromwellê de têgihîştina klasîk bi vî awayî serobinî dike:
"(...) Karektera helbesta mirovahiyê ya yekem kawikî bû; karektera duyem hêsanî bû;
karektera sêyem -ango ya ya me- rastî ye (...) Heçî tiştên ku di xwezayê de hene,
di hunerê de jî hene. (...) Karektera dramayê reel e(...) roman bi rastiyê dijî. (...)
tu zagon û tu model tuneye; bi awayekî din, ji bilî xwezayê tu zagon tuneye... "20
Lê, weke ku em dibînin, di redkirina tiştên heyî de fikirên Nodier û Hugoyî gelekî zelal in û ew bi zimanekî gelekî eşkere û bêtirs dipeyivin û navan didin. Mirov di hevokên wan de rasterast fahm dike bê ew li dijî çi derdikevin û çi pêşniyar dikin. Xwezî me bikariya ji bo Mexzena Xwînê jî heman tişt bigotaya.21 Vê helbestvaniya bêhempa û van koleksiyonên ji bo helbesta kurdî giranbiha, vê kurdiya xweş û vê daxwaza hêja, paşgotineke bi zimanekî eşkeretir pêwist dikir. Baweriya me ew e, ku hê heta demeke dirêj jî dê kesek nikare helbesteke bi vî rengî di kurdî de binivîsîne û Mexzena Xwînê bide jibîrkirin. Xwezî paşgotina wê jî bi qasî wê û pêşgotina wê eşkere û rasterast bûya!
Ji ber ku di dema nû de êdî divê em rastiyan rasterast û bê tirs bibêjin. Weke ku Jean-Paul Sartre dibêje:
"... Nivîskar hişê civatê tev li hev dike (...) Binavkirin,
destnîşankirin e; lê destnîşankirin guhertin e."22
------------------------------------------------------------------------
1Wergera hemû jibergirtinên vê nivîsê ji aliyê nivîskarê vê nivîsê ve hatiye kirin û ji ber ku armanca vê nivîsê ne werger e, dibe ku wergera wan ne têra xwe biserketî be. Em hêvî dikin ku dê kesek serê xwe bi vê hêla nivîsa me re neêşîne.
2Weke agahî divê em bibêjin ku Rênas Jiyan di heman katê de yek ji birêvebirên weşanxaneya Belkiyê ye.
3Em ê li vira nekevin behsa têkîliya sîstema psîşîk (psychique) û ziman û nivîsandinê ku dê me ji mijara me bi dûr bixîne, lê belê, divê em bibêjin zimannasên wek Gustave Guillaume (Temps et Verbe, Leçons de Linguistique) û Ferdiand De Saussure (Cours de linguistique générale) berê li ser têkîliya sîstema psîşîk û ya semiyolojîk (sémiologique) xebitîne. Ji bo kesên ku miraq dikin: G. Guillaume, Leçons de Linguistique, nemaze jî dersa wî ya roja 25-11-1948an.
4 Kesên ku dixwazin di vê mijarê de xwendinan bikin, dikarin bi rehetî hin çavkaniyan peyda bikin. Ji bo psîkanalîsmê Sigmund Freud û Carl Gustave Jung, ji bo ziman û edebiyatê jî Gérard Genette û Gustave Guillaume, Jean-Paul Sartre û Roland Barthes.
5 Vegotina binhişîna xwe û karê xwe ji bo nivîskarekî ne hêsan e. Charles Baudelaire jî, li ser daxwaza weşangerê xwe, carekê dixwaze pêşgotinekê ji Les Fleurs du mal (Kulîlkên xerabiyê) re binivîsîne, lê belê ew di vê projeya pêşgotinê de, ku dê bi dû re çap bibe, weha dibêje: " Weşangerê min dibêje ku heke ez bi pêşgotinekê diyar bikim bê min ji bo çi û çawa ev pirtûk nivîsand, û ez bibêjim bê armanca min, derfetên min, awa û methodên min çi bûn, dê hem ji bo min û hem jî ji bo wî baş bibe. Bê şik, xebateke bi vî rengî dê kêfa evîndarên retorîka kûr bîne. Ez belkî ji bo van kesan, bi dû re bikarim tiştekî binivîsînim (…) Lê heke mirov baştir bifikire, ma gelo ne diyar e ku ev kar, karekî belasebeb e (...) ? Lê belê sedema "redkirina" min a herî giring ew e, ku kêfa min ji karekî weha re nayê û ev kar min aciz dike. Ma mirov temaşevanan dibe atolyeya dekorator û dirûnkerê (terzi) an jî loja (loge) komedyenan? (…) Ez naxwazim ne tiştekî bidim zanîn, ne kesî şaş bikim, ne kêfa kesî bînim û ne jî kesî qane bikim. Derdê min, halê min besî min e." (Baudelaire.- Les fleurs du mal: et autres poèmes.- Paris : Flammarion, 1964).
6Ev peyv ji ber berhema Jean Baudrillard (Simulacres et Simulation, Editions Galilée, 1978) hatiye wergirtin.
7Me di hin nivîsên xwe de û beşê vê nivîsê yê yekem de gotibû, ku divê em rastiyan ji hevdu re bibêjin. Di demeke weha de ku hejmara nivîskarên me ji xwendevanên me bêtir e de ( bi tenê li ser malpera Qamişloyê, heta niha navê 231 nivîskaran derbas bûye, îcar hûn bi xwe navên nivîskarên ku di internetê de nanivîsînin an jî di malperên din de dinivîsînin têxin ser vê hejmarê), pêdivî û giringiya nirxandina berhemeke weke Mexzena Xwînê, di ser gelek daxwazên me re ye. Bi vî awayî, belkî mirov bikare hin hêlên berhemdariyê bêtir bide nîqaşkirin. Kesên ku hayê wan ji xebatên me heye, dizanin ku ev çar sal in ku em bi rêya hin berhemên kurdî û rexnekirina wan hewil didin ku têgehên nivîsandin û berhemdariyê nîqaş dikin. Kesên ku hayê wan jê tune ye, dikarin li nivîsên me yên dawîn yên bi navê " Pirsgirekên Antolojiyên Kurdî " û " Sobarto û romannivîsiya Helîm Yûsivî" û " îstatîstikên romanên kurdî (kurmancî) " biniherin.
8Gérard Genette.- Seuils.- Paris : Seuil, 1987.- 389 r.. Ev berhem weke
" pirtûka pirtûkan " tête naskirin û Genette bi vê berhemê refleksiyonên xwe yên
li ser mijarên wek navê nivîskar û berhemê, epîgraf, pêşgotin û fonksiyonên wê,
sernivîs, beş, notên alîkar û hwd. bi awayekî gelekî vekirî û bi mînakan
rave dike û alîkariya têgihîştina berheman dike.
9hçd (heman çavkaniya dayî). r. 182-183.
10 Albert Camus, Discours de Suède, 1957
11Barthes, Roland.- Le degré zéro de l'écriture : suivi de Nouveaux essais critiques.- Paris : Seuil, 1953-1972.- p. 57.- (col. Points Essais).
12Carl Gustave Jung.- Essaie d'exploration de l'inconsient.- Paris : Folio, r. 51-54.
13Ji ber ku li ser rastnivîsandina hin peyvên teknîkî yên ku ji ber zimanên biyanî hatine wergirtin, zimannasên kurdan hê li hevdu nekiriye, nivîskarê vê nivîsê pêdiviyê bi dayina orjînala wan dibîne. Di nava kurdan de, bi tenê Grûpa Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê heye,ya ku bi awayekî akademîk li ser van pirsgirêkên kurdî dixebite, lê di ferhenga Kurmanciyê de jî hê ev peyv nehatine bicihkirin.
14Hêjayî gotinê ye, ku peyvên weke acizî, bitenêtî, bêxewî û dînîtî di helbestên Rimbaud û Baudelaire de jî gelek caran derdikevin pêşiya mirovî. Em nizanin ka gelo Rênas Jiyanî " Tableaux parisiens "a Baudelaire xwendiye yan na, lê awayê bicihkirina van koleksiyonan û helbestên Baudlaire yên ku heryek beşekî tabloya Parîsê pêk tînin, nêzîkiyê li hev dikin.
15Intertekstualiyek di navbera hin hêmayên Mexzena Xwînê û hin helbestên biyanî ber bi çavên me ketin, ku mirov dikare wek bandora xwendinên helbestvên û paraztina hin hêmayan a ji aliyê binhişînê wî ve binirxîne. Jung di berhema xwe ya derbarî Nietzche (Zerdeşt weha digot) mînakeke bi vî rengî dide û dibêje, ku hayê Nietzche jê tunebû, lê belê bandora pirtûkeke ku wî di zarokatiya xwe de xwendiye li ser beşekî vê berhema wî ya navdar heye. Jung diyar dike ku wî bi xwe jî bi tesadufî ew berhema ku rojnivîska keştiyekê ye xwendiye û piştî wê, wî xwe gihandiye xweha Nietzche û pirsiye, bê hela Nietzche ew pirtûk xwendiye yan na. Xweha Nietzche ji Jungî re gotiye ku rast e û wê û Nietzche, gava ku piçûk bûn, ew pirtûk bi hev re xwendibû. Em dikarin bi vî awayî bibêjin, ku intertkstualite jî encama çalakiyeke binhişînê ye. Di Mexzena Xwînê de, heke mirov du mînakan bide, mirov dikare têkîliya koleksiyona dehan bi " Bajar " û " îthaca "ya Kawafîsî û rêzikeke koleksiyona bîstan jî (û ji bo mirinê ji xwe êdî pir dereng e) bi helbesta Aragonî re (êdî wext dereng e ji bo hînbûna jînê) deyne. Herweha, mirov dikare ji bo mînakeke xwendinên helbestvên yên Cegerxwîn jî bide. Di koleksiyona sêzdehan de, rêzikek (ji malzaroka cîhanê derketime û nû hatime cîhanê) mirov dişîne hin helbestên Cegerxwînî. Herweha di heman koleksiyonê de, " şopên li ser berfê " jî helbesteke Ahmet Tellî (Karda izler) tîne bîra mirovî. Mirov dikare mînakeke ji derveyî edebiyatê jî ku bandora xwe li helbestvên kiriye, bide. Di koleksiyona panzdehan de, hêmayên filmên tirsê û " refeke pelçîmokên lûsiyayî " jî nemaze filmekî Hitchkock (teyr) tîne bîra mirovî.
16Weke ku di vê mînakê de xuya dibe, di çapa Mexzena Xwînê de hin şaşitiyên gramerê jî, yên ku ji devoka Mêrdînê tên, ber bi çav dikevin. Di vê mînakê de jî, şaşitiya ergatîvê heye. Rastiya wê ev e: min ê hûn bi xwe re bianiyana.
17 Heke ev agahiya ku nivîskar bi xwe dide, dê di têgihîştina hin koleksiyonan de alî me neke, hingê dê balkêş be ku nivîskêr sirf ji bo ku bibêje " ez hatime girtin " û di kurtejiyana xwe de behsa vê yekê kiribe. Ger mirov bala xwe bide kurtejiyanên ku em li ser hin berhemên kurdî dibînin, mirov egosentrîkbûna nivîskariya kurdî baştir fahm dike. Hin ji wan heta behs dikin bê çend rojan an jî çend mehan işkence jî dîtine, ku mirov têkîliya vê yekê bi berhemên wan re nikare deyne. Ew dibêjin qey li vî welatî ew bi tenê hatine girtin û wan bi tenê zordarî û zulm dîtiye. Gelek nivîskarên me zulmên xwe difiroşin me. Ev jî dibe taybetmendiyeke edebiyata me ya din.
18Di Mexzena Xwînê de, di hin peyvan de ji ber bandora devokê Mêrdînê, tewang hatiye jibîrkirin, ku yek ji mînakan jî peyva "film" e. Di devokê Mêrdînê de tewanga navên nêr gelekî kêm tê bikaranîn.
19 Seebacher Jacques, " Chronologie " in Victor Hugo.- Notre-dame de Paris.- Paris : Livre de Poche, 1998.
20 Verhaeren Emile.- Hugo et le romantisme.- Bruxelles : Editions Complexe, 2002.- r.52.
21 "Rênas Jiyan di hevpeyvîneke xwe de diyar dike, ku wî li ser heyamên sedsala 19an jî hin xwendin kirine û têkîliya xwe û cudabûnên helbesta xwe ya bi sembolîstan re vedibêje. Lê belê, dîsa jî li ser pirsa "çirûskîzm çi ye?" heman bersivê dide. Li gora me, Rênas Jiyan guherînên ku çirûskîzm pêwist dibîne baş fahm kiriye, lê veçirînên ku ew dide, têrê fahmkirinê nakin. (Ev hevpeyvîn di 21.01.2004an de di rojnameya Yeniden Ozgur Gundem de hatibû çapkirin)
22Sartre Jean-Paul.- Qu'est-ce que la littérature.- Paris : Folio.
|
|
|