www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
18.06.2003 - 01:05

SERPÊHATIYA MINDALEKÎ

Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com

Kiçik bûm. Dê, bav û bira li ber ekranê televisyonê peykerên bê deng bûn; çav bendewar e, û her kes amade ye. Ev e çend roj... xelkên bajarê me, pîrejin û kalemêr li kokanan, cotkar li bexçe û zeviyên xwe, karker û bazirganan li bazar û dikanan…; ta bi şagirtên dibistanan, mindalên biçûk û yên mezin, tevde bi yek mijar û babetê mijûl in, û ew babeteya her dem, û li her derî li ser zimanê xelkê ye, bi hemû cûre û nifşên xwe…
- We bihîst bê çi bûye…?

Em kiçik bûn, me ne dizanîbû, kêmiya baran, komkuj û enfal çi ne? Me car caran segek yan jî pisîkek mirî li kolanên bê bext didît, û herwiha me car caran konê şînê jî li ber malekê vedayî didît. Lê, me ne mirî didît, û ne jî me dizanîbû mirin çi ye, yan jî ê mirî çawa ye?

Bêjer derdikeve, û bi dengekî melûl dibêje: "Em şîretê li hemû nexweşên dil, û xwedanên hestên tenik dikin, li vî fîlmê dokumentî temaşenekin, çunkî gelek wêneyên jan tê de hene." Hingê, min ji xwe re got: "Dawiya dawî pirsên min dê bersivên xwe bibînin, ev fîlmê dokumentî dê her tiştî ji min re zelal bike." Lê, heta ev fîlmê dokumentî jî bûbû cihê danûstandinê, pirs û gumanên xelkên bajarê min, ji dema ko TVyê ragihand, ew dê fîlmekî dokumentî li ser kujtar û kîmiya barandinê pêkêş bike, û xelkê dest bi pirs û sawîrê ne zindî kirin.

- Îşev, wê fîlmekî dokumentî li ser kujtarê bête weşandin.
- Ma ev rojnamevan çawa gihiştiye wê derê, lo …!
- Dibêjin, nabe nexweşên dil li vî fîlmî temaşe bikin, ew nikarin wêneyên wî tehmûl bikin; belkî bi sedema wan wêneyan bimirin.

Wiha sawîr û gumanên xelkên bajarê min berdewam kirin, heta şeva ko fîlmê dokumentî dê bête weşandin.

"Mala Xwedê ava be, ti nexweşên dil di mala me de tuneye", wisa min ji xwe re got. Lê wê demê, ez tênegihiştim çima bavê min gazî min kir û ji min re got were li fîlm temaşe bike…? Ev pirs e ya di wê demê de ji min re veşartiyek bû. Lê, bi tenê min yek tiştî dixwest, bi tenê bersiva pirsên xwe bidim, û wiha ez jî tevlî wan bendewaran bûm, û çavên min ber bi ekranê televisyonê ye, min bawer nekir! Gelo ev xewn e yan jî rastî ye… ?!

Wê şevê, û piştî ku fîlmê me bi dawî hat, her kes bi giranî ji cihê xwe rabû, û wê şevê jî min xwe li ber wêneyên zarokên kevirî, û dayikên xwe bi ser zarokên avêtî windakir. Ekterên wî fîlmî mîna peykeran bê deng bûn, bê lebat bûn, bê giyan bûn. Wê şevê min çiqasî xwest ez bi hewa kevim, giyanê xwe bigihînim giyanê wan mindalan, û min çiqasî dixwest pirsên min bê bersiv bimana; lê di wê şevê de ne tenê min berisv ji pirsên xwe re peyda kirin, lê ez fêrî kambaxiya mirovantiyê bûm, û kujtar lehiyeke boş bû, ji giyanê bê gunehan ber bi asîman diçû, û serpêhatiya bajarekî navê wî "HELPÇE" di simaxê min de nîgar bû.

Şam, 14.03.2003

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]