www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
25.03.2003 - 01:10

NAN

Nîzar Agirî* - Oslo
nizaragri@amude.com

Nîzar Agrî
(wêne: Dugir)
Ew ê min di himbêza xwe ke. Dê bibêje tu dereng mayî. Ji min re gotibû ez ê te li ba firnê bibînim, lê min baş guh nedayê. Me yê li xelkê temaşa kiriba ku çawa nanê germ li ser destên xwe ji firnê dibin û dilezînin. Dê bihna nên bihata me û me yê hest kiriba ku em di hundirê jiyanê de ne. Em dê mil bi mil bi hevre bimeşiyana û em dê di qiraxa firnê re derbas bibana.
Ez neçûm ser sozê xwe, aniha ku ez ber bi deriyê mala wê ve diçim, ez dikim li erdê kevim û rih bidim.
Azad di ber firnê re çûbû, dît ku ew li wir rawestiyaye, li hawirdorî xwe dinêrî. Azad got ew gelekî xemgîn bû.
Ax Xwedê, ez çend bêzar im, ez Xwedê jê standî me. Çaxa Azad ji min re got min lihêf kişand ser serê xwe û min kir qîrîn: - ez dixwazim bimirim, xatûûûûûn. Dawiya mala wê nayê, tu dibêjî qey ji ber min dûr diçe, qerfê xwe bi min dike. Nefesa min diçike, ez dixwazim bazbidim. Ez ê bêjim li min negire, ez bêbav im, ez hirç im. Çaxa ew û hevala xwe, Hêvî, hatin, destê xwe li çena min xist û çentê xwe avêt ser text. Ez himbêz kirim û ji Hêvî re got ez jê hezdikim. Hevala wê, Hêvî, şermok e, rûyê wê zû sor dibe. Hêdî rûnişt û bi tiliyên xwe lîst. şûnde Azad hat ''Ev hevalê min Azad e.'' Azad jî şerm kir, nizanîbû çi bike. Wê got ez ê qehwê çêbikim, çav qurimçand min û çû metbexê. Hevala wê bi tenê ma, bêdeng û çev nuxumandî. Wek tabloyek reş û spî ye. Min lê nerî. Gava Xatûn qehwe da min got: Em li ber firnê hev bibînin.
Ez li ber derî radiwestim, bihn çikyayî, ez pişta xwe xwar dikim û destên xwe datînim ser çogên xwe. Ez ê çirokek direj çêkim da ez wê razî bikim. Ez ê bêjim Azad tu dîtî, wî dizanîbû tu l?i benda min î.
Cara pêşî ez hatim cem te, Xatûn, te fotoyên xwe şanê min kirin. Tu di nav daran de bû yî. Tu di nav gul û keskayiyê de bû yî. Tu difiriyayî, tu kevok bûyî.
Sê caran ez li derî dixim. Rûyê geş ji derî derdikeve.Ez dikevim nav herdû destên vekirî û serê xwe datînim ser singa wê. ez kûr wê bêhn dikim. Eniya min di nav herdû memikan de dimîne. Ew serê min bi herdû destên xwe bilind dike. Çavên xwe dixe çavên min, em herdû dikenin, em diçin ser balkonê, li xwar meyze dikin. Xelkên ku di kuçeyan de derbas dibin, ha ji me nînin. Ez ji nişkêve wê maç dikim, ez bejna wê bi destê xwe dorpêç dikim. Ez radihêjimê û wê dibim orta odê. Destên wê yên piçûk xwe li stûyê min dicivînin. Hevala wê jê kintir e, lê jê xweşiktir e. hergav bêdeng e, wek pûteke mermerî ye. Li ser serê tiliyên lingên xwe dimeşe. Kirasê wê yê direj li pey dişemite. Laşê wê wek pûteke ji berfê di nav kirasê wê re xuya dike. Serê xwe ditewîne û porê wê wek sûlavek reş bi ser sînga wê de tê xwar. Bişkokên sînga xwe vedike, kirasê xwe ji xwe dike. Xwe şilfî tazî dike. Tazîtiya wê êrîşî min dike.
Dihere ber pencerê. Xwe û memikên xwe bi pencerê ve ditemisîne. Memkên wê pehn dibin û dibin wek du glokên hevir ên raxistî. Di orta wan de herdu serên memikan wek du morikên sor in.
Di laşê hevala wê de bangek kûr heye. Lêvên wê gotinên bê deng dibêjin. Got?inên wê yên bê deng, wek mar derbasî dil dibin. Em ji hundir der dikevin. Mil bi mil em nêzikî firnê dibin. Bêhna nanê germ êrîşî me dike. Ji dûrve Azad û hevala wê bi hevre ber bi me ve tên. Dilê min tijî xem dibe û çavên min dibin wek du nanên şewi?tî.

---------------------------------------------------
* Rojnamevan û nivîskarek ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]