|
19.02.2002 - 12:40
GUNEHKARÎ Û CEZA
Bersiva gotara Mustefa Reşîd "Gengeşî li ser gotara
Nîzar Agrî "Li ber baranê""
Nîzar Agrî* - Oslo
nizaragri@amude.com

wêne: Dugir
|
Bi sernavê "Gengeşî li ser gotara Nizar Agrî "Li Ber Baranê"" (ÊVAR BAŞ, 03.02.2003)
Mustefa Reşîd gotarek di Êvar Başê de belav kir. Ew bersiva gotara min a bi navê "Li Ber Baranê" ku min jî di Êvar Başê de belav kiribû, dide. Tê xuya kirin ku wî xwe pir westandiye. Paragraf bi paragraf, belku hevok bi hevok li pey gotarê diçe û wê serûbin dike. Li her cihî, li gor pejirandina nepejirandina wî, ew min spas dike yan jî min agahdar dike. Carcaran ew weha dibêje: "Ev gotina te rast e. Ev gotina te ji zêr e...." Û carcaran jî ew dibêje: "Ev ne rast e, ev ne weha ye". Wek çawa mamosteyê dibistanan dereceyan didin şagirdên xwe û destên xwe li pişta wan dixin, Mustefa Reşîd jî weha dike. Ev şêwe min bêzar nake, berovajî wê dihêle ku ez weke mamoste li cenabê wî meyze bikim. Xuya ye ew bi rastî jî mamostetiya zimanê kurdî dike. Ji ber van sedeman ez dixwazim wî wek mamoste bi nav bikim. Ez hêvî dikim ku ew ji vê nasnavê aciz nebe. Bi rastî ez li xwe zor dibînim ku navê cenabê wî weha rût û bê tişt bi lêv bikim. Herweha ez di destpêkê de spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim.
Ez ne rexnevan im. Ez idiya nakim ku karîn û taqeta min a rexnevaniyê heye. Rexnevanî pêdiviyî gelek mercan e: Hêza aferînê, behremendî, ezmûn û tecrûbeyên berfireh, zanistiyên cûrbecûr (di her warî de), .. û hwd. Ez ji van tiştan ta radeyeke mezin bêpar im. Lê ez jî, wek her kesî, xwendevan im. Ez li gor zanayî û çêja xwe tiştan dixwînim: Him deq û tekstan û him kesan û bûyeran. Her yek ji me xwendevanekî serbixwe ye. Ji lewre her yek bi awayekî xweser xwendinê bi kar tîne. Ev xwendina nakokane û cawaz, ta radeyekê, nirxandin e jî. Yanî dema mirov dixwîne mirov di heman demê de dinirxîne ango bi çavekî rexneyî li berhemên berdest meyze dike.
Ez maf didim xwe ku ez wan rexneyên xwe yên ku serencama xwendina min in, derbibirim û eşkere bikim.
Mamoste dibêje:
Pêwîstiya me gelek bi rexneyê heye; lê belê rexneya avaker, rexneya afirîner, rexneya ku me pêşve bibe.
Û li cihekî din dibêje:
Deriyê rexneyê her vekirî ye; tikes nikare rê li rexneyê bigire. Rexneya avaker û afirîner li ser serî û herdu çavan e. Lê rexneya êrisker jî dê bê bersiv nemîne.
Ez jî weha dibînim: pêwîstiya me bi rexneyê heye. Lê ez tê nagihêm mebesta mamoste ji rexneya avakar û aferîner çi ye? Min digot qey ev gotin bi tenê li cem Ereban hene. Min herdem ji dezgehên ragihandinê yên welatên ereb ên serdest dibihîst (û dibihîzim) ku rexne divê avakar be (bi erebî: El-neqid el-benaa). Hukûmetên totalîter ev peyv wek slogan li her derê û di her demê de belav dikirin (û dikin) da ku xelkê bixapînin û rê li ber rexneya rasteqîne bigirin. Ew rexneya ku hewl dide mekanîzmên zulm û zorbazî û dizîn û talanê eşkere bike. Ew desthilat, bi quretî û bi şêwekî şîretmendane, xelkê agahdar dikin ku ew azadiya xelkê diparêzin û mafê xelkê yê rexnekirinê parastiî ye. Lê ew maf di cihê xwe de tê qurmiçandin. Lewre her kesê ku rexneya wî ne "avaker" û" aferîner" be, dikare bê mehkûm kirin ji ber ku rexneya wî dikeve xizmeta dijmin. Ji ber ku her kes dizane ceza rexneya neavakar çi ye, her kes devê xwe digire û tenha şukr û senayan ji dewlet û serokê dewletê û welat û simbolên welêt re dişîne. Xelk di ber xwe de dibêjin: Ne di nav tirban de razê û ne jî xewnên ne xweş bibîne.
Ew desthilat ji xelkê re diyar nakin rexneya avakar çi ye, şert û mercên wê çi ne. Tenha ew dibêjin ku rexne divê di xizmeta welat de be. Divê welat li pêş xîne, divê xêzên sor derbas neke.
Mixabin mamoste Mustefa Reşîd jî, bi zanayî yan jî bi nezanî, eynî peyvan bi kar tine. Ew diyar nake rexneya avakar çi ye. Çawa rexne dibe avakar û aferîner û mirov li pêş dixe yan jî ma tiştekî bi navê rexneya avaker û wêranker heye yan na??? Herweha ew şirove nake çawa rexne êrîşker e. Ji ber ku mamoste diyar nake bi çi awayî rexneyên min "êrîşker" in, ez jî nikarim tiştekî lê zêde bikim.
Mamoste weha dibêje:
Nîzar Agrî pêsî bi zimanê erebî, di rojnameyên erebî de dest pê kir û di bin sîber û sîwana rexneyê de dev avête sembolên Kurdan ên herî bi nav û deng. Ji rehmetî Mulla Mustefa Berezanî bigire heya Abdulla Ocalan û ji Ehmedê xanî bigire heya Mîr Celadet Bedirxan gistik dan ber das û misasê.
Bi wê jî nekir, çavên xwe li Ewropayê jî gerandin, kî di nav Kurdan de hinekê navdar e - wek nimûne Mehmed Uzun û yên din - ew jî dan ber kêr û birrekê. Her carê jî her bi mafê rexnekirinê û rexneya azad.
Wek ku tê xuya kirin mamoste ji sînorê gotara min a ku di derbarê wê de dest bi nivîsa xwe kiribû û dabû zanîn ku ew ê naveroka wê veçine û sistî û şaşiyên wê derxe holê, derdikeve. Ew anuha behsa hin gotarên min ên berê dike û wan weke nimûne ji "tawanbariya" min re dide pêşkêş kirin.
Du belku ihtîmal hene :
- yan mamoste ew gotarên min bi rastî xwendine.
- Yan jî wî bixwe nexwendine lê jê re derbarê wan hin tişt hatine gotin.
Ez belkuya ihtîmala yekem hinekî sist dibînim. Ez dizanim ku mamoste gotinan weha bê pîvan nabêje û navêje. Ew nirxandin û hukmên xwe bi bingeh û li ser stûna hiş û hesabên aqilane nîşan dike. Vêca çawa ew, bê ku ti belge û senede ji me xwendevanan re bîne, weha bi sivikî min tawanbar dike? Kengî û li ku min "dev avêtiye sembolên Kurdan"?
Min derbarê gelek kes û bûyeran boçûnên xwe nîşan kirine. Min derbarê rehmetî M. Barzanî û A. Ocalan û A. Xanî û C. Bedirxan û Cegerxwîn û.......yên din nivîsiye. Ma gunehek e? ma kesên "bi nav û deng" nayên rexne kirin? Nexwe divê mirov qet rexneya li Hitler û Stalîn û Ataturk û Shakespeare û Nazim Hikmet û Madona û Maradona û Michael Jakson û....... neke ji ber ku ew pir bi nav û deng in. Yan jî li gor mamoste nabe mirov rexneyê li kesên kurd ên bi nav û deng bike?
Bi herhal vê nasnavê (bi nav û deng) bixwe rê li ber rexneyên min vekirin. Yanî ji ber ku ew bi nav û deng in. Ew kesayetî şexsiyetên cemawerî ne. Tesîra wan li civat û xelkê heye. Ew bandor û tesîr dikare baş be dibe xerab be. Min ew ne weke kesên mucered rexne kirine belku weke fenemonên kolektîvî. Min wek xwendevanekî heq da xwe ku ez wan bixwînim. Ez wan ji xwe re şirove bikim. Ez wan nas bikim. Ez bi çavê xwe li wan meyze bikim ne bi çavê kesine din. Min hewl daye ku ez ji aliyekî din, ji bilî aliyên naskirî, li wan û berhemên wan meyze bikim. Gelo ev hewldana min rexne ye? Ev pir normal e. Lê mixabin ev hewldana min ji mamoste re wek "devavêtinê" û "das û misasê" hatiye xuya kirin. Berî mamoste jî hin kesan bi eynî pîvanê meyze kiribûn. Min guh neda gotinên wan ji ber ku wan munaqeşa nerîn û boçûnan nekirin. Wan mesele weke xêrnexwazî û çavnebarî û hesûdî nirxandin. Mirov dikare wan kesan fam bike ji ber ku ast û sewiya wan a têgihiştinê û hizr û fikr û ramanê nizm e. Lê ez tênagihêm çawa mamoste dikeve eynî cihokê de.
Eger mamoste gotarên ku behs dike xwendiba dê nas kiriba ku min dev navêtiye kesî. Min xwest ez rastiyê nas bikim. Min xwest ez derbasî hundirê fenemonê bibim. Ez ji mamoste tika dikim ku ji xwendevanan re "devavêtin û das û misas" a min bide xuya kirin. Ez herweha lavajan dikim ku ji me re bibêje çawa min M. Uzun "daye ber kêr û birrekê". Mirov zulmeke mezin dike dema mirov kesekî tawanbar bike bêyî ku mirov sûcên wî jê re bide xuya kirin. Mirov nikare tenha bibêje: tu sûcdar î ji ber ku te dev avêtiye filano û te bêvano daye ber kêr û birrekan. Her kes dikare di heqê her kesî de weha bibêje. Sûcdarkirin pir asan û erzan e. Lê ya pêwîst ew e ku mirov isbatên sûc û tawanê bîne holê.
Mamoste dibêje ku rexnegir divê "rexneyên xwe bi tore û perwa, bi zimanekî xweş" bike "û bi behaneya rexneyan" dev navêje payedariya kesê ku tê rexne kirin.
Ez jî vê nerînê dipejirînim. Bi gotinên mamoste ev nerîn "ji zêr e". Lê mebesta mamoste ji vê gotinê ew e ku min rexneyên xwe " bi tore û perwa û bi zimanekî xweş" nekirine. Herweha min dev avêtiye payedariya kesên ku min ew rexne kirine. Ez dubare dikim: ez ji mamosteyê xwe yê bi rêz tika dikim ku ji min re bide xuyanî kirin min di ku de rexneyên xwe bê tore û perwa kirine û li ku min dev avêtiye payebilindiya kesên ku min ew rexne kirine. Dema mamoste bersiva min bide, em dikarin wî çaxî bi hevre bidin û bistînin. Mirov nikare gotinên weha bê zemîn munaqeşe bike.
Mamoste weha dibêje:
Kesê ku rexneyan dike, divêt bi kêrî vî karî were û di qada wêjeyî de hatibe pejirandin.
Min li pêşî jî gotibû û anuha ez dubare dikim: ez xwe wek rexnevan nabînim. Ez carcaran gotarên rojnameyî dinîvîsim. Gotarine derbarê babetine cihêreng li gor şiyan û zanebûna xwe. Pir caran ew gotar wek nirxandin ji hin tekst û kes û bûyeran re tên. Yanî ew celebek ji rexnegeriyê ne. Ez nizanim ta çi radeyê ez "bi kêrî vî karî" têm. Herweha ez nizanim ta çi radeyî ez "di qada wêjeyî de" hatime "pejirandim". Ez nizanim kî van mercan dipîve. lê wek min got ez hewl didim ku ez vî karî bi şêweyekî baş û rind bikim. Gelo ez bi ser dikevim ya na?
Mamoste weha dibêje:
Heke kesek di bin banê rexneyê de heriyê bavêje xaniyê Cegerxwîn, bê guman, emê gist li dij wî derkevin. Lê heke bi camêrî rexneya Cegerxwîn bike, aliyên wî yên bas jî bêje û kem û kurtiyên wî jî derêxe, emê gist spasiya wî bikin.
Xuya ye mamoste gotara min a derbarê Cegerxwîn nexwendiye. Herweha xuya ye ku kesên jê re raport derbarê gotarê pêşkêş kirine wêneyeke pir negatîv di heqê wê de durust kirine. Ji lewre ew hewldana min a rexnekirina berhemên Cegerxwîn weke avêtina heriyê ser xaniyê Cegerxwîn dibîne. Lê dîsa jî ew qet nabêje çima û çilo. Min di gotara xwe de gotibû û ez dîsa jî dibêjim: Cegerxwîn ziyaneke mezin gihandiye helbesta kurdî. Min ev tişt weke nerîn, weke pêşniyar, weke tez nîşan kiribû. Mamoste dikare li gotarê vegere û bixwîne. Ev nerîna min e. Ez eşkere û bi dengekî bilind dibêjim. Dibe ev nerîn şaş be. Dibe mamoste vê nerînê nepejirîne. Pir normal e. Di warê wêje û rexnegiriyê de li her derê weha ye. Her kes bi eynî şêweyê li berheman meyze nakin. Min nerîna xwe bi firehî şirove kiriye. Lê min ti herî navêtiye xaniyê Cegerxwîn. Ji min re ne giring e xaniyê Cegerxwîn li ku ye û ji çi ava ye, ji keviran e an ji textan e an ji kelpîçan e. Ya giring berhemên wî û têkeliya wî bi wan berheman re ye.
Mamoste dixwaze mirov rexneyê "bi camêrî" bike. Pir baş e. Lê mixabin ew nîşan nake rexneyên "bi camêrî" çawa ne. Eger min hinek şaşitî kiribin ne sûcê min e ji ber ku ez hîmên "rexneya camêrî" nas nakim. Ez li ti derê jî raserî babeteke derbarê rexneyeke weha nehatime. Ne di lîteratûra ingilîzî de, ne di ya fransî de û ne di ya farisî û hindî de. Dibe ev taybetiyeke lîteratûra kurdî be, lê min ti tişt derbarê wê nexwendiye. Ev kêmaniyek e. Ez lê mukur têm.
Mamoste weha dibêje:
Bêguman e, mirov dikare rexneya Cegerxwîn jî bike; lê bi awayekî hêja û durist.
Bala xwe bidin: jî . Ha va ye celebekî din ji rexneyê: rexneya hêja û durust. Lê dîsa mixabin ku mamoste piçekî xwe nawestîne û vê rexneyê ji me re şirove nake. Gelo hîmên vî celebî ji rexneyê çi ne?
Mamoste dibêje:
Ma helbestvan û nivîskar ji bo kê dinivîsîne? Ji bo gel yan ji bo xwe? Ma ezê çi bikin bi wê helbesta ku - bi dîtina te - ya here baş e, lê bi tenê tu û xwediyê wê jê fêhm dikin!
Ev nirxandin me derbasî warekî pir fireh di qada wêjeyê de dike. Di hemû wêjeyan de ev boçûn derketiye holê. Piraniya wêjeyan hema hema mesele çareser kirine (tevî ku bi temamî qet çareser nabe) û ji wê qonaxê, ji mêj ve, derbas bûne. Di wêjeyên paşdemayî de (wek a kurdî) hîna ev nerîn berz e. Nerîna ku helbestê (û her berhemeke wêjeyî) weke dezgahekî ragihandin û hînkirinê dibîne. Ev babet dûvdirêj e.
Bi rastî ew diyalogeke berfireh û piralî dixwaze. Ez nikarim di vê bersivdana bi lez de boçûnên xwe bi awakî razîwer destnîşan bikim. Lê tiştê ku ez jê bawer im ew e ku helbest, weke berhemeke hunerî, dikare him bê fam kirin û him jî wek asteke bilind û pir spehî û zîba be. Helbest, berî her tiştî, divê helbest be, ne deqek ji propaganda û sloganan be. Dibe mirov helbestekê fam neke lê xwediya nirxekî hunerî ya pir bilind be. Herweha dibe mirov helbestê baş fam bike lê nirx û qîmeta wê ya hunerî ne tiştek be. Helbest ne beyanname ye. Ew berhemeke hunerî ye. Têkeliya di navbera huner û xwendevan de (yan jî bînewer an guhdêr) de ne li gor pîvana famkirin/nefamkirinê ava dibe belku li gor pîvana cêjwergirtin û xweşiyê.
Mamoste dilê min xweş dike û dibêje:
Ez vê garantiyê didim Te. Fermo, ev sala 2003an sala Cegerxwîn e. Ka bi camêrî nirxandineke hêja daxîne meydanê; emê gist spasiya Te bikin. Ezê berî her kesî spasiya Te bikim.
Di vê paragrafê de pênc xal hene:
1- mamoste garantiyê dide min.
2- ev sal sala Cegerxwîn e.
3- divê ez rexneyeke camêrane derbarê Cegerxwîn "daxim meydanê".
4- giş dê spasiya min bikin.
5. berî her kesî dê mamoste spasiya min bike.
Ez nizanim mamoste dê garantiya çi bide min. Ya ku kes min nebe dadgehê yan jî kes bombeyekê navêje mala min? Di bin çi sêpiyê de ew vê garantiyê dide? Ew bi navê kê diaxife? Bi navê 40 milion Kurdistanî yan jî bi navê endamên rêxistinekê ku ew serokatiya wê dike? Gelo xelk dê bi gura wê bikin ya na? Ez van tiştan nas nakim.
Bi ya min ev şêwe ji peyvan bi mamoste nakevin. Kesên ku di warê fikr û ramanan de kar dikin ne xwediyên şirketên otomobîlan in ku garantiyan li hev belav bikin. Ma kê mamoste wek serok ji xw re hilbijartiye da ku garantiyan bide min an xeynî min? Ma kesên ku dixwazin raman û nerînên xwe eşkere bikin divê pêşî garantiyan wergirin? Em li ku dijîn? Li bin hukmê Sadam yan jî Esed?
Mamoste vê salê wek sala Cegerxwîn nîşan dike. Ev kêfa wî ye. Herweha kêfa her kesê ku ev celeb ji munasebatan bi wan xweştên e. Ew dikarin her rojê jî li gor xwe û bi navê ku ew dixwazin, dest nîşan bikin. Ti kes nikare li himber arezûya ti kesî raweste. Lê kêfa min bixwe ji van tiştan re nayê. Ez hez ji zemawend û dawet û zurne û daholan, di warê wêje û nivîsînê de, nakim. Tiştên ku min elaqedar dikin berhem in. Û ji bo berhemeke hêja li ba min her roj mihrecan e. Ev sal sala Cegerxwîn be yan sala Dilbixwîn be ji min re ne muhim e û ne jî ez pê mijûl dibim.
Wek ku min li jor got ez ê li bende bim ta ku mamoste fermo bike û şiroveyeke kurt derbarê "rexneya camêrî" pêşkêş bike yan jî "daxe meydanê".
Min rexneya xwe derbarê berhemên Cegerxwîn nivîsiye. Eger mamoste xwendibe ew dikare nerîna xwe ji min re bibêje. Ew rexne camêr bû ya na ez nizanim. Lê ew nerîna min e. Îcar ez ê "spasiya" her kesî û bi taybetî ya mamoste bikim eger ew "di sala Cegerxwîn" de nerînên xwe derbarê Cegerxwîn pêşkêş bikin. Ez ê pir kêfxweş bim eger ew wan tiştên textînî dubare nekin: Cegerxwîn li Hesarê hatiye dunyayê, navê wî Şêxmûs e, ew kurê filan kes e, ewqas dîwanên wî hene....û hwd.
Mamoste dibêje:
Gelo çima Nîzar Agrî (rexnevanê bi sûr û tiving) pêsî di rojnameyên erebî de rexneya avêtina gaza bi jehr, bi destê Seddam Husênê fasîst û zebaniyên wî li ser bajarê Helebçe nake??? Çima ey Nîzar Agrî çima?? Û bi sedan û bi hezaran tewanbariyên wisa, ku li gelê me hatine kirin. Çima Nîzar Agrî di rojnamêyên erebî de van tistan nanivîsîne?? Çima?
Bi rastî jî. Gelo çima? Ez ê sedemê ji mamostê xwe re bibêjim: Ji ber ku te tiştekî min nexwindiye. Te tenha qîl û qal ji devê hin kesan bihîstine. Na mamoste!! Min nivîsiye. Min pir jî nivîsiye. Û ez her dinîvîsim û ez ê her binîvîsim (eger Xwedê em sax hiştin, em giş) Ger tu bixwazî nas bikî min derbarê wan tiştên tu behs dikî nivîsiye yan na, hinekî xwe biwestîne û guh nede peyvên ser tenûran, tu yê rastiyê nas bikî.
Mamoste dibêje:
Nizar Agrî ...... çû bi erebî û di rojnameyên erebî de bi navê rexneyê dev avête hin sembolên neteweyeke bindest.
Kesê ku were bi navê rexneyê nebasî û xirbiyê bike, yan jî tinaziyan bi nirxên me yên neteweyî bike, ew ne rexnevan e. Ev dibe wek mesela, ku li cihê çav kil bide, radibe çav kor dike. Rexne tistek e, êris tistekî din e. Ev herdu du tistên ji hev cida ne.
Mamoste ji çi aciz dibe? Ku ez bi erebî dinîvîsim? Ku ez di rojnameyên erebî de dinîvîsim? Ku ez "dev davêjim sembolên" netewa kurd? Ku ez tinaziyan bi nirxên Kurdan dikim? (mamoste dibêje nirxên "me", yanî min ji derve dihêle. DÎSA SPAS MAMOSTE!!).
Gelo eger min bi ingilîzî yan turkî yan taylandî binîvisanda, dê rewş cawaz ba? Yan jî eger min di rojnameyên îranî yan turkî (wek Hurriyet, Milliyet, Cumhuriyet an jî Ozgur Politika) de binîvisanda, dê mamoste aciz bûba yan na? Ez nizanim. Gelek ji Kurdan bi erebî û di rojnameyên erebî de dinîvisînin. Gelek ji wan bi turkî û di rojnameyên turkî de jî dinîvisînin. Herweha gelek rojnameyên Kurdan bi zimanê erebî û turkî û farisî dertên. Partiyên Kurdan di wan rojnameyan de û bi wan zimanan şerê hev dikin. Tiştek namîne di heqê hevdu de nabêjin. Di Ozgur Politika (wek nimûne) de û bi zimanê turkî xeber û sixêf û dijûnên herî giran derbarê partî û kesayetiyên kurd ên ku dijî xêza PKK ne, tên dan.
Mamoste min tawanbar dike ku min "bi navê rexneyê nebaşî û xirabî kiriye". Lê ew nabêje ka ew nebaşî û xirabî yên ku min kirine çi ne? Xuya ye kesên ku raport radestî wî kirine, ji bîr kirine ku jê re dosya xirabiyên min pêşkêş bikin. Ji lewre ez mecbûr im ku ez bixwe ji mamostê xwe re behsa nebaşî û xirabiyên xwe bikim:
- Min bi tundî rexne li şerê navbera herdu hêzên sereke yên Kurdistana Başûr kir. Dema herdu hêzan dest pê kirin zêdeyî 5000 kes ji hev kuştin (yanî bi qasî kuştiyên Helepçeyê) û mal û warên xelkê wêran û talan kirin. Min di riya gotaran de qehr û xemgîniya xwe eşkere kirin.
- Min rexne li wan kesan kirin ên ku ta doh xeber û sixêf ji Mustefa Barzanî re didan û ew wek nokerê imperyalîzmê nîşan dikirin. Û îro, piştî pereyên gumreka Ibrahîm Elxelîl derket holê, rabûne li dahol û zurneyê didin û şabaştiya herî erzan dikin û çi kesê ku dûrî mala Barzanî be wek xayin bi nav dikin.
- Min rexne li helwesta Abdullah Ocalan kir ku piştî hate destgîr kirin xwe ji Turkan re tewand û dawa lêbûrînê ji wan kir û got ku şerê Kurdan ta nuha şaşitî bû û sixêf ji şoreşa Şêx Seid re dan û ew weke tevgereke kevneperest dest nîşan kir.
- Min xwest (û ez her dixwazim) durûtî, derew, keysbazî, xweperestî, pûtperestî û ibadeta kesan, tunebûna azadiyan, pelixandina mafê kesan di bin navê welat û welatperweriyê de eşkere bikim.
- Min got ku Ehmedê Xanî mirovekî dîndar e û kar û barên xwe bi armanca olî, bêtir ku bi armanca netewî wek tê gotin, anîne zimên.
- Min got ku not û neh ji sedî ji helbestên Cegerxwîn beyannameyên siyasî û sloganên reqreqî ne.
- Min got ku elfabeya latînî ya ku Celadet pêşniyarî Kurdên kurmanc kir ne di demeke durust de bû û qelşa di nav Kurdan de firehtir kir.
Hinek ji tawanbariyên min ev in. Ez li bende hukmê mamoste Mustefa Reşîd im.
Dibe rexneyên min ne baş bin. Dibe zimanê wan ne xweş be. Dibe û dibe û dibe. Lê ew
nerînên min ên şexsî ne. Motîva min ne devavêtina sembolan e û ne jî tinazî bi nirxên
netewî kirin e. Lê ez tênagihêm çima mamoste li himber wan kesên ku bi rastî rexneyên hişk
li sembolên kurdî dikin û qerfên xwe bi nirxên netewî dikin nasekine. Mamoste!!
Abdullah Ocalan wek sembolê netewa kurd dide nîşan kirin. Ocalan
tinazê xwe bi şoreşên kurdî yên berî tevgera PKK dike. Ocalan tevgera Mustefa
Barzanî wek penceşêrê (cancerê) di laşê civta kurdî de bi nav dike. Ocalan
hukûmeta ku Kurdan li Kurdistana Iraqê saz kiriye wek "xencera di newqa Tirkiyê û welatên ereb de" bi nav dike. Gelo mamoste derbarê van "rexneyan" çi got û çi dibêje? Ma bi rastî şoreşa Şêx Seîd pîs û xerab bû? Dibe rexneyên Ocalna ji celebê "avakar û aferîner" bin lê yên min na. Kî dizane?
Mamoste weha dibêje:
Nîzar Agrî gelek rexneyên zimanî li Mehmed Uzun dike. Dibe ku ew di hin
rexneyên xwe de mafdar be jî. Lê ka em bipirsin: Gelo di nav nivîskarên Kurd de,
yê ku zimanê xwe herî berbat û jihevketî Memed Uzun?! Nexêr. Çawa be, hem mirov ji
berhemên wî fêhm dike û hem jî di warê wêjeyî de gelek nirxên giranbiha di nivîs
û romanên wî de hene.
Zimanî kurdî, yê kurmancî, di qonaxa damezirandinê de ye. Ew hewl dide ku xwe ji mirinê rizgar bike. Tikes ji nivîskarên kurd, ji Celadet Bedirxan bigire ta Mustefa Reşîd, nikare idiya bike ku wan zimanê xwe durust û pak û temîz kiriye. Lê kesên wek Celadet Bedirxan û Mustefa Reşîd, ku xema zimanê kurdî dixwin û dixwazin ev ziman rabe ser piyan, ta ji wan tê zimanê xwe saxlem dikin. Ew xwe diwestînin da ku zimên ji qelsî û şaşitî û çewtiyan xelas bikin. Ew kesên ku gotaran an beyannameyan an babetên siyasî, civakî, zanistî....û hwd dinîvîsin, dikarin têkevin şaşitiyan de ji ber ku armanca wan a sereke ne ziman e. Armanca wan naveroka hundirê zimên e. Lê ji bo kesên ku wêje ji xwe re kirine kar û xebat ziman tiştê herî pêşî ye ku divê li ser biponijin û tê de tekoşîn û berxwedanê bikin. Lewre bê ziman wêje nabe. Ziman canê wêjeyê ye ne laşê wê ye. M. Uzun ne tenha idiya dike ku ew xwe bi wêjeya kurdî ve mijûl dike lê ji her kesî re eşkere dike ku WÎ zimanekî nû ji romana kurdî re afirandiye. Dibe çewtiyên hin helbestvan û romannivîsên din ên kurd wek ên Uzun bin an jî ji yên wî kambaxtir bin (ez bixwe vî tiştî bawer nakim û ez dikarim li ber destê mamoste û bi beşdarbûna komîteyeke serbixwe vî tiştî isbat bikim), lê ti kes ji wan nabêje min zimanekî kurdî yê nû afirandiye. Mamoste dikare pirtûka bi navê: "Bir dil yaratmak" ku M. Uzun li Istanbulê bi zimanê turkî çap kiriye, bixwîne û idiyayên wî bibîne. Mamoste pesnê berhemên Uzun dide ji ber ku mirov ji wan "fêm dike".
Herweha mamoste wan berheman xwediyê "gelek nirxên giranbiha" bi nav dike. Xwezî û sed carî xwezî mamoste ji me xwendevanan re ew nirxên giranbiha şirove kiribana. Uzun ne tenha zimanekî nivîskî yê baş neafirandiye wî zimanê kurdî di nav çewtî û şaşitiyên bê hempa de xeniqandiye. Mirov ji ber zimanekî weha şerm dike.
Dîsa xuya ye mamoste nivîsên min derbarê berhemên Uzun nexwendine. Wî tenha guhdarî camêran
kiriye ku jê re gotine min êrîşî sembolekî ji sembolên giranbiha yên wêjeya kurdî kiriye,
ango M. Uzun. eger mamoste bixwaze ez dikarim jê re gotarên xwe rêkim.
Mamoste ji min re teqez dike û dibêje:
Her bawer bike, ku piraniya rewşenbîrên kurd li dijî hemû şêweyên koletiyê ne.
Ez nizanim eger mamoste nûneriya rewşenbîrên kurd dike yan na, lê ya ez nas dikim ew e ku
gelek ji "rewşenbîrên" kurd koletiya herî xirab a serokên rêxistin û partiyan dikin
û ji wan re wek bilûrê zûrezûr in.
Mamoste dibêje:
Bi gelemperî, heke kesek - kî dibe bila bibe - bi rabûn û rûnistina xwe, bi dan û standina xwe, bi cil û bergên xwe, bi axaftina xwe, mîna mafiyozan were xuyakirin, bila mat nemîne, gava xelk guman bike ku ew ji mafiya ye.
Eşkere ye ku qesda mamoste ji vî kesê han ê ku wek "mafiyozan" xuya
dike, ez im. Eger nirxandina mamoste ji kesekî ku ew bi çavan nedîtiye û qet pê re neaxifiye
û hîç diyalogek di navbera wan de li dar nekitiye ev be, emê çi ji xelkên din omîd bikin? Min
qet mamosteyê xwe yê ezîz nedîtiye. Wî jî ez nedîtime. Vêca çawa hukum li rabûn û rûniştina min, dan û standina min, cil û bergên min, axaftina min, dike? Ez nizanim. Dibe ev jî perçeyek ji "rexneya avakar û aferîner" be. Her tişt di vê demê de dibe.
Piştî mamoste min davêje nav refên mafya ew weha hukumê xwe yê teqez di dadgehê de dide:
Ev sêweyê ku Nîzar Agrî li ser diçe, dikeve sopeke wisa ku serê neteweya
kurd bi gistî tê kirin.
Tenha maye ku mamoste fetwayekê ji cem xwe yan jî ji cem meleyekî welatparêz
(ji Yekîtiya Dîndarên Kurdistanê, wek nimûne?) bîne û xwîna min hedir bike.
Mamoste weha berdewam dike:
Gava rewşenbîrên kurd jî bersiva wî bi tundî didin, radibe kilî û gazinan dike û dibêje: Çima hûn deriyê rexneyê yê pîroz li min digirin; gilî û gazinan dike, ku rewsenbîrên kurd "ew li ber baranê histine".
Na mamoste na. Min gilî ji "rewşenbîrên" te yên netewî nekirine. Min gilî û gazin ji halê rewşenbîriya kurdî kiriye.
Eger rewşenbîriya kurdî ev be, gereke mirov ne tenha gilî û gazinan bike, gereke mirov
hêsiran bibarîne. Ew rewşenbîrên ku tu behs dikî, ti rexne, ne tund û ne nerm, li min
nekirine. Wan gotinên sukakan û dijûnên sêwlekên xiyabanan belav kirin ku ez şerm dikim
li vir ji te re behs bikim. Mixabin, ey mamoste! ku tu xwe di rêza wan "rewşenbîran" de
dibînî. Sed carî mixabin.
Mamoste gefê li min vedixwe û dibêje:
Nîzar Agrî bi vî sêweyê xwe li dijî lehiya çemê me yî neteweyî melevaniyê dike. Ez bawer nakim jî ku kesek li dijî lehiya çem bikaribe çem bibire.
Peyvên mamoste xitabên xwîngerm ên partiyên kurdî tîne bîra mirovan, ne xasim xitabên PKK. Wan herkes ditirsandin ku divê li pêşiya lehiya şoreşê melevaniyê nekin. Dawiya dawî lehiya şoreşê ket bêrîka Bulent Ecevîd.
Na mamosteyê delal. Ez dijî lehiya çemê te yê netewî melevaniyê nakim. Ne jî ji min re giring e çemê te di kuderê re diçe û di kuderê re tê.
Mamoste weha ji min re dibêje:
Te xwe bi xwe xistiye quncikê bi tenê. Ji lew re jî, tu xwe bi tenê dibînî. Ev niha problema Te ye. Divêt tu ji wî quncikî derkevî. Te bi destê xwe, xwe xiste wî quncî.
Ez tê nagihêm mamoste behsa çi quncikî dike ku xwedêgiravî min xwe xistiyê. Lê wek ku ji pêvajoya gotara mamoste tê xuya kirin, min bêheqiyeke mezin li Kurd û Kurdistanê kiriye çunku min rexne li kesên (bi nav û deng) ên Kurdan kiriye. Ji lewre her kes dijî min derketiye û ji min dûr ketiye û ez di quncikê xwe de mame.
Li cihekî din ew şîretê li min dike û weha dibêje:
Fermo bibe rewşenbîrekî şoreşger.
Rê hergav vekirî ye. Mirovê rewşenbîr divêt rê bibîne.
Fermo em vê rewşê biguhêrin.
Ez spasiya mamoste dikim ku şîretan li min dike. Lê ez lêborînê jê dixwazim: ez qet naxwazim bibim rewşenbîrekî şoreşger. Herweha ez qet idiya nakim ku ez ê rewş mewşan biguherînim. Ez xwe rêber û pêşengê ti kesî û ti miletî nabînim. Şoreşgerî di ser taqeta min re ye.
Mamoste ji halê min ne razî ye lewre ew weha şîretan li min dike:
Lê gelo ev çi rews e, ku tu têde yî? Gelo tu ji vê rewsa xwe razî yî? Heke tu razî yî, hîngê di wî quncikê xwe de bimîne û ew cih û war li Te pîroz be. Lê heke tu ne razî yî, hîngê divêt tu ji wî quncikê xwe derkevî û werî nav lek û refên xwe.
Erê mamoste, ez pir ji rewşa xwe razî me. Ez nizanim ew refê tu behs dikî, çi ye. Lê ez qet hez ji refan nakim. Xuya ye tu hez ji ref û keriyan dikî. Li te hezar carî pîroz be. Quncikê min têra min dike.
---------------------------------------------------
* Rojnamevan û nivîskarek ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
|
|