|
08.01.2002 - 15:59
LI SER GIRÊ MASTFIROŞ SIYASET
Mem Mîrxan* - Amed
mmirxan@hotmail.com
Em li ser Girê Mastfiroş in. Ev gir bi ser gundê Peyasê ve ye û bi qasî 70-100 mitroyan bilind e. Tê gotin berê bi banetî koçer dihatine ser vî girî . Dengê berx û berxanan, ê mih û bêrîvanan, ê dewkil û mastfiroşan tevlî hev dibûn. Niha jî li cihê bêrîvanan, Dangeha Ava Amedê (Diski Temiz Su Aritma Tesisi) hatiye avakirin. Dema ku mirov ji ser vî girî li Amedê dinihêre; hemî rengên ku her û her bûne parçeyek ji qederên Kurdan xuya dikin: Birçîbûn, parçebûn, koçberî, xizanî, bêsazîbûn û xewnên her di nîvê xwe de qurmiçî...
Kurd, kurmancî, zazakî, welat, hesreta hezar salan, deşt, zozan, gulistan, Kurdistan, dibistan, xewna me…
Belê "ew çi xewneke şêrin bû, ew çi xewneke rengîn bû."
Min xewnek dîtibû.
Ma ne wisa ye, mirov xewna xwe bi zimanê ruhê xwe, bi zimanê canê xwe, bi zimanê dayîka xwe dibîne...
Aha xewna min jî bi vî rengî bû ;bi zimanê dayîka min.
Ez di xewna xwe de di deriyê polê re diketim hundir.( Berî ku ez bibim şagirtekî vî zimanî, ez bûbûm mamosteyê wî û yê xewna xwe...)
Min digot:
- Rojbaş zarokino! Hûn çawan in.
- De ka lênûsk û pênûsên xwe derxînin.
- Pirtûka Zanîna Jiyanê jî derxînin. Rûpel 21: "Em Bajarê Xwe Binasin". Belê bajarê me Amed, bûka Kurdistanê ye. Çar hawîrdorên wê bi sûran hatine rapêçan. Çar deriyên wê hene. Li vir gelê Ermen, Suryanî, Keldanî, Ereb jî jiyane. Ev çiyayê hanê Qerejdax e; li başûrê wî deşta Heran, li bakurê çiyê jî Deşta Gewran e.
Niha jî Matematîkê, Zanistê, Compîturê …
Piştî peymanên Yekitiya Ewropa yekem car e ku derfetên wisa ketin destê me. Helbet tevî derfetan gelek pirsgirêk jî bi van rûdan û gavavêtinan re derketin pêşberî me:
Yek: Kî wê dersên zimanê kurdî bide. Her çiqas amadeyiyeke me ya kêm û zêde heye jî pêwist e careke din li ser vê pirsgirêkê bête sekinandin.
Dudo: Wê mamosteyên çi, çawa hînî zarokan bikin. Gelo materyalên me hene. Em ê behsa Kurdan, erdnîgariya Kurdan bikin yan em ê bêjin kalikên me Alpaslan li hespê xwe siwar bûyê û serê Bozê Rewan berdaye. Wa wa, ca tu lê çi mêr e !.. Xatûna diya Misto Kemal cihanik bû bi ser pozê xwe re. Sêwiyê Misto tim bi qijakan re şer dikir.
Sê: Dê û bav dê cara heftan disa zarokên xwe bi daxwaza "Qe nebe bila bibe mamoste..." bişînin Kursa Zaningehê yan min mala xwe û zarok tev de şewitand; ez ê wî bişînim kursa zimanê zikmakî(!) bila berê xwe nas bike pişt re xwe xelas bike.
Çar: Dê gelê me dev ji "tirkmanciyê" berde û êdî nebêje: "Hele bir kilo îsot wêr." Wê dîsa nebêje "Ben şimdî Seyrantepe serberjêrindeyim. Erebe xirabe olmîş…"
Pênc: Dê kî xwe bide ber vî barî yan bi gotinek din dê kîjan sazî li kurdî xwedî derkeve. Bi dîtina me divê saziyek wek Fono Ögretim Kurumu* hebe û li her bajarekî jî şaxekî wê hebe. Gelo ev bi destê MKM yê dibe?.. Em di wê baweriyê de ne ku wê dewlet astengiyan derbixe. Bila dewlemendekî me destê xwe li sînga xwe bixe û derkeve pêş, destûr ji xwedê alîkarî ji me. Perwerdehî jî dive hem di dibistanan de hem jî perwerdehiya bi nameyî hebe. Bi destekî bête meşandin ji bo standarbûna zimên jî gelekî giring e. Ku ne wisa be her kes dê zimanê gundê xwe yan jî zimanê pîrika xwe hînî gel bike.
Bi kurtî tevî ku bi eyarê me hatibe lîstin jî dê disa xwe ji nû ve saz bike.
Dive her kurdek van pirsên hanê ji xwe bipirse.
Tevî her tiştî ev gavên ku hatine avêtin bi serê xwe serkeftinen mezin in. Dîroka ku hezar sal in hatiye qedexekirin û êdî baweriya me jî pê nemaye, dê ji nû ve bê zimên. Erdnîgarî, zozan bi zozan dê biaxive. Cûdî dê bi serbilindî silavan li Herekolê bike. Ferat jî dê bêminet bi ser sîngên dayika niştiman ve biherike.
Yanê Kurd dê bibe Kurd. Dê xewnên xwe di hemêza yarê de bi kurdî bibîne. Ew ê bibejê:
"Wê rojê nameyeke te hatibû
Li pelê sipîbozê hestdagirtî
Te digot, merheba
Wekî dilê xwê yê paqij,
Li çavên min ê sorhînbûyî dinêrî
Hûrik hûrik..
Çi bêjim
Min jî bêriya te kiriye aniha
Û bêriya şagirtên zimanê te."
Û her weha; xewnên me yên ku heta niha şevên reştarî ronî kirine lê bi hilavêtina rojê re bi zimanekî din pûç bûne, êdî dê bi hest û cest û ruh û giyanên kurdewar, rojên me jî ronî bikin.
*Perwerdehiya bi nameyê ku li Tirkiyeyê mamoste ji bo demekê bi vî rengî hatin perwerdekirin.
*Navikî vî çiyayî yê din jî Çiyayê reş e.
---------------------------------------------------
* Nivîskarek ji Bakurê Kurdistanê
|
|