|
02.02.2003 - 02:18
BAWERIYA BAHAÎ Û CIVAKA BAHAIYAN
Salihê Kevirbirî* - Stenbol
salihkevirbiri@hotmail.com
"Hûn hemû fêkiyên daran û pelên çîqilan in."
Hz. Bahaûllah
Li gorî lêkolîneke 'Ansiklopediya Britanîca' yê, Ola Bahaî ku ji baweriyên olî û nîjadî, erkên etnîkî û însanên ji çînayetiyên aborî û cîvakî, bi afirandina "di nav pirengiyê de yekîtî" civakeke cîhanî pêk tîne, di pey Ola Xrîstiyaniyê (Îsewî) de dînê ku herî zêde li nav cîhanê belav dibe bixwe ye. Baweriya Bahaîtiyê di nav xwe de, behtirî 2100 komên etnikî û qebîle dihewîne. Berhemên ku li ser Bahaiyan û ola wan hatine nivîsîn, ji bo 800'î bêhtir lîsan û devokan hatine wergerandin.
Felsefeyên Bahaî
Bêgûman mirov dikare tevahiya îtîkat û felsefeyên baweriya Bahaiyan bi gotinekê bîne zimên: 'Yekîtî'. Li gorî vê baweriyê, damezrîner û sazûmankarê Bahaiyan Hz. Bahaûllah gotiye ku êdî mirovahî ketiye pêvajoyeke nû lewre jî divê pergala cîvakî ji nû ve saz bibe. Her wiha tê gotin ku di berhemên xwe yên ku 100 sal berê nivîsî de Bahaûllah qala pirsgirêkên ku îro mirovahî tê de ye, bi awayeke ku mirov şaş û metel bike aniye zimên. Felsefeyên bingehîn ên baweriya Bahaî; yekîtiya yezdan, yekîtiya olan û yekîtiya mirovahiyê ne. Hz. Bahaûllah ji bawermendên xwe re daye fêrkirin ku wehya îlahî di pêvajoya pêşketinê de ye. Peywirên 'Qasidên Xwedê', di civaka mirovahiyê de pêvajoyên cihêreng temsîl dike. Felsefeyên Bahaî, ji bo mijarên xwezahiya olê û armancên wê dîtin û ramaneke nû tîne û ji bo pirsgirikên civakî yên îroyîn, nêzîktêdayinên rûhanî pêşniyaz dike.
Ji bo Bahaiyan armanca jiyana mirovan, naskirina Xwedê, hebandina Xwedê û piştgiriya şaristaniyeke ku her dem bi pêşve diçe ye.
Ev sed sal in ku kesên di şopa vê baweriyê de dimeşin hewl didin xwe ku yekîtiya alema mirovahiyê, aştiya cîhanê û pergala nû ya cîhanê pêk bînin. Ji bo ku ev yek pêk were, çend felsefe ji baweriya Bahaî ku ji bo wan dibin çavkanî û feyza îlhamê ev in:
* Ji tevahiya bexûdiyan (hesûdî) vekişîn.
* Ji bo jin û mêran mafên hevpar û fersendên hevpar.
* Ji holêrakirina dewlemendî û xizaniya giran.
* Perwerdehiya zanistî û navneteweyî.
* Ji bo herkesî, ji bo rastiyê lêkolîna serbixwe.
* Pêkanîna bihevrebûna ol û zanistê.
* Di jiyana şexsî de, bidestxistina standarda ehlaqî ya bilind.
* Pêwistiya zimaneke navneteweyî.
* Ji bo cîhaneke nû, damezirandina parastineke hevpar û sîstema edaleteke navneteweyî
Zagonên Bahaî
Di Dînê Bahaî de, ji bilî zagonên ruhanî wekî limêj û rojiyê, zagonên civakî jî hene. Zagonên Bahaî, giringiyeke zor gewre dide saziya malbatê ku wekî bingeha cîvakê tê nirxandin. Her wiha ev bawerî, yekjinî û zewacê difermîne û giringiya namûsê diparêze. Ji bo zewacê 'erê' kirina her du kesan û malbatên wan pêwîst e. Zagonên Bahaî, vexwarina alkolê û kişandina berhemên tevzîner ango tilyakê qedexe dike. Bahaî nabin endamên partiyên polîtik, rêxistin û ramanan. Di Ola Bahaiyan de sazî û çalakiyên ku pêk tên, bi tenê bi alikariyên Bahaiyan tê organîzekirin.

Pîrozgeheke Bahaiyan
|
Pergala Rêvebirina Ola Bahaî
Di ola Bahaî de çînên ruhban (ruhanî) tunene. Çalakiyên dînî û civakî, wekî Cejna Newrozê roja 21'ê adarê, li gorî salnameya Bahaî pêk tên. Di nava 'Sala Bahaî' de 9 rojên pîroz û meha rojiyê ku ji 19 rojan pêk tê, mewcûd e.
Jiyana rûhanî û civakî ya Ola Bahaî, li gorî modela Rêvebirina Navneteweyî pêk tê. Ev model ji hêla Hz. Bahaûllah ve hatiye afirandin, ji hêla Abdulbaha ve hatiye ragihandin û ji hêla Hz. Şewqî Efendî ve jî ketiye jiyana pratîk. Di vê pergalê de ji bilî modela birêveberiya navneteweyî; rêvebirina herêmî û navneteweyî jî ciheke girîng digire. Fealiyetên civakê herêmî yên Bahaiyan, ji hêla 'Mahfîlên Rûhanî yên Herêmî' ku salê carek tê hilbijartin û ji neh endaman pêk tê ve tê rêvebirin. Di qada neteweyî de 'Mahfûla Rûhanî ya Neteweyî' berpirs e û ev mahfil ji delegeyên ku salê carekê tê hilbijartin pêk tê û ji 9 endaman teşkil dibe. Îro li tevahiya cîhanê bi qasî 20 hezar mahfîlên Mehelî (heremî) û 172 mahfîlên ruhanî hene. Mezintirîn organîzasyona Bahaiyan, di civîna navneteweyî de ku tevahiya endamên Mahfîla Rûhanî beşdar dibin û 5 salan carekê pêk tê. Hilbijartinên Bahaî bi dengdanên veşartî û bêyî endametî û propagandayê li dar dikevin.
Saziyên Ola Bahaî, şêwazeke wisa bikar tîne ku her mijar û pirsgirêk bi awayên şêwirmendî (meşweret) têne çareserkirin. Ji bo ku rastiya mijaran zelal bibe, niqaş çêdibin, biryarên ku nêzîkê prensîbên rûhanî ne têne girtin.
Projeyên pêşvebirina civakî û aborî
Cîvakên Bahaî, ji bo ku pêywendiyên gelê herêmî çareser bike, dest bi xebat û projeyên civakî û aborî kirine. Îro hejmara projeyên bi vî rengî ji 1500'î zêdetir in.
Têkiliyên Bahaî û Neteweyên Yekbûyî (NY)
Îro têkiliyên Civaka Navneteweyî ya Bahaiyan bi Konseya Civakî û Aboriya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) û Fona Acil a ji bo Alikariya Zarokan (UNICEF), di statûya şêwirmendî de pêk hatiye. Her wiha têkili bi Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) û Ofîsa Enformasyonê re jî hatine pêşvebirîn.
Mabedên Bahaiyan
Îro mabedên Bahaiyan li seranserê cihanê belav bûne. Çend mînak ji wan ev in; Îllînoîs (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Frankfurt (Elmanya), Kampala (Ûganda), Sydney (Awûstralya), Panama City (Panama), Nû Delhî (Hindistan) û Apîa (Samoaya Rojava). Li gorî baweriya Bahaiyan di pêşerojê de wê di her cihê ku mirov lê hene de mabed bêne çêkirin û li derdora wan dê saziyên zanistî û însanî bilind bibin.
Dîroka Ola Bahaî
Ola Bahaî, ji hêla Mirza Hûseyîn Elî (1817-1892) ku bi navê Hz. Bahaûllah tê nasîn ve li Îranê hate damezirandin. Hz. Bab (1819-1850), di sala 1844'an de li Şîrazê îlan kiribû ku 'Qasidekî Xwedê' ku wê ji bo mirovajiyê aştiyê bîne, bê şandin. Hz. Bab ji ber vê daxuyaniyê di sala 1850'an de li Tebrîza Îranê hate kuştin. Hz. Bahaûllah, di sala 1863'an de ragihand ku ew kesê ku ji hêla Hz. Bab hatiye binavkirin, ew bi xwe ye.
Çavkanî
* Çend broşür û katologên li ser Bahaiyan
* Ansîklopediya Britanica
---------------------------------------------------
* Nivîskar û rojnamegerek ji Bakurê Kurdistanê
|
|