www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

01.01.2003 - 17:54

Careke dî: Têgeha demê di navbera
"PÊŞEROJ" Û "PAŞEROJ" de


Deham Abdulffetah


Navlêkirina dema ayinde (dema bê musteqbel) di nav Kurdan de bûye pirsgirêkeke aloz. Kurdên başûr û rojhilat, bi herdu zaravan (Kurmanciya jorîn û ya jêrîn), gotina "paşeroj" bi kar tînin. Lê Kurdên bakur û rojava gotina "pêşeroj" (hin ji wan jî paşeroj bi kar tînin).

Derbarî vê kêşeyê gelek gotar û gotebêj daketine rojevê, lê hîn jî çareser nebûye. Di kovara "Nûdem", cotejimara (39-40)ê de(1) mamoste Rojen Barnas gotarek bi navnîşana "Istiqbal çiye, pêşeroje an paşeroje" nivîsiye. Ez jî, weku dilêşekî zimanê Kurdî, dixwazim nêrîna xwe (careke dî) daxim rojeva gotebêjê.

Berî her gotinê dixwazim bêjim, ev gotara min ne bersiva mamoste R.Bernas e. Lê ji ber ku gotara mamoste, bi şêweyekî berfireh mijara me daye ber xwe, min jî xwest ez li ser şopa wî destê xwe dirêjî mijarê bikim, lê ji hêleke dîtir û bi nerîneke dîtir.

Mamoste Barnas ji destpêka gotarê nerîna xwe derbarî mijarê aşkera dike: "Bi manaya istiqbalê mîna gelek kesan ez jî gotina pêşerojê bi kar tînim". Bo çespandina nerîna xwe, mamoste Barnas çend xalan (mînakan) dadixe ber gotebêjê:

1. "Yên paşerojê bi kar tînin, li gora xwe van gotinan berpêş dikin û dibêjin ku Kurd dibêjin:

A-gotinên pêşiyan: gotinê wan kesan in ku li pêşiya me hatine dinyayê... (dema bûrî)
B-li paşiya xwe bifikir (yanî li istiqbala xwe bifikire).
Paşiya me: yanî nevî û nevîçirkên me (ku istiqbala me) ne..."
Mamoste Barnas vê şîrovekirinê pesend nake û dibêje: "Di her tişt û têgehên ku di hereketê de ne herwekî zuriyet, karwan.... û tirên aliyê pêşî aliyê wan î serkêş e. Serkêşê zuriyetê pêşiyê zuriyetê ye ku li gora me dibe bav û bapîr. Paşiya wan jî dûvik, dawî, xelefê wan e. Li vê derê pêşî (qebl, ûn) û paşî (axir, arak, ard) ye, ne ku yek mazî (geçimş) û yek musteqbel e."

2. Mamoste Barnas gotina "musteqbel" bi vê mînakê ronî dike: "li herêma me, gava mezinekî dewletê dihat bajarekî eşraf û xwendayên navesere... bi kurmancî digotin emê herin istiqbala filan kes, xelkên sade jî bi kurmancî digotin, emê herin pêşiya wî."
Li dawî mamoste dipirse: "Gelo hûnê herin pêşiya wî an paşiya wî?" Helbet, mamoste dixwaze bibêje, hûnê herin pêşiya wî, yan jî istiqbala wî. Anku, pêşî istiqbal e, û pêşeroj musteqbele.

3. "Di berbanga sipê de demên limêjê yên wê rojê yên li pêşiya meriv (yên musteqbel) nîvro, esir, mexrib û îşa ne. Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya meriv dimînin, yanî musteqbel in, lê limêja nîvro û ya sibehê buhirîne, li paş meriv mane"

4. "Baş e ku pêş bûrî (mazî, geçmiş) be, pêşveçûn bi çi maneyê ye gelo? Çûyîna ber bi istiqbalê ve ye an ya ber bi bûrî (mazî, geçmiş) ve ye? Li pey van şîrovekirin û pirsan, mamoste Barnas dibêje: "paşeroja me perçezemanê me yê dawiya emrê me, yê axirê emrê me ye. Lê pêşeroja me ew perçezemenê me yê ji niha heta paşerojê li pêşiya me ye. Em di her gavê de ber pê diçin, li pêşiya me ye ku emê hê bibînin û bijîn, yanî istiqbal e."

5. Mamoste Barnas nerînên zimanzan û ferhengnivîsan derbarî wateya "paşerojê" berçav dike:

-Mîr Celadet Bedirxan:(2)
Paşeroj: berdestik (yedek), teseruf.
-Elî Seydo Goranî(3)
Paşeroj: teseruf (el-wefir), musteqbel.
-D.Îzolî(4)
Paşeroj: isteqbal.
Paşrojmendî: teseruf.
-Salah Sadallah(5)
Future: paşeroj, pêşedem, dungî
-Hejar(6)
Paşeroj: lewe diwa, ayinde, rojanî diwayî".

Di encamê de mamoste Barnas nêrîna xwe derbarî mijarê kurtebir dike: "Bi dîtina min paşroj an paşeroj ne teseruf e û ne jî istiqbal an musteqbel e, lê belê bi xwe dawî, dungî, axir e, û wek mecazî jî maneya teseruf, zewade, zexîre an tedbîra ji bona rojên paşiyê bi xwe re tîne"

Li dawiya vê ronîkirina mamoste Rojen Barnas em ê careke dî li wan xal û mînakan vegerin, û wan li gora baweriya xwe şîrove bikin.
Di parvekirina zimên de, gotina "pêş" û ya "paş" nîr (hoker, hevalkar, zerf)in. Nîr jî du beş in: Nîrê cîgehê û nîrê demî (demane).

a-Nîrê cîgehî: ew nîr e ku cîhekî, yan hêlekê ji zemînê destnîşan dike. Wekî: (pêş, paş, ber, dûr, nêz, jor, jêr, ser, bin...)
b-Nîrê demî (demane): ew nîr e ku demekê, ji rojgara dirêj destnîşan dike. Wekî: (berbang, spîde, nîvro, rojhilat, rojava, pêş, paş, ber,…)
Diyar e ku gotina "pêş" û ya "paş" têgeha her dû nîran jî bi xwe ve digrin. Ew têgeh bi alîkariya navinî nîşankirî û ji pêvajoya hevokan zelal dibe.

Nimûne:1-Mala Zînê li pêş (pêşiya) mizgeftê ye.
-Mizgeft li paş (paşiya) çem e.
2 -Zîn pêş rojhilatê diçe karê xwe.
-Zîn paş nîvro ji karê xwe vedger e.

Di mînaka(1)ê de, têgeha nîrê cîgehî di "pêş" û "paş" de, bi alîkariya navên "mizgeftê, çem" zelal bûye (cihê mala Zînê li pêş cihê mizgeftê ye. Cihê mizgeftê li paş cihê çem e).
Di mînaka (2)ê de jî, têgeha nîrê demî di "pêş" û "paş" de, bi alîkariya navên "rojhilat, nîvro" zelal bûye. (dema çûyina Zînê bo kar, pêş dema rojhilatê ye û dema vegera Zînê ji kar, paş dema nîvro ye.
Carna gotina "pêş" û "paş" têgeha nîrên cîgehî û demî, bêyî navên alîkar, destnîşan dikin. Anku ew têgeh ji pêvajoya hevokan tê nasîn.
Wek: -Raneweste, qûnaxa te hîn li pêş e. (li pêşiya vî cihê te ye)
-Nuho were em ê rawestin, paşê em ê karê xwe berdewam bikin. (paşî dema rawestanê).
Li gora vê têgeha "pêş" û "paş" ku di navbera nîrên cîgeh û demê de berçav in, em ê li mînakên mamoste Rojen Barnas vegerin û wan vekolin.

1-"Gotinên pêşiyan". Gotinên bav û bapîran in, gotinên wan kesan in ku di dema pêş vê dema me de hatine cihanê û çûne. Anku, di dema bûrî (mazî) de jiyane, dema pêşdeçûyî (pêşedem = pêşeroj), rojên li pêş vê roja me bûrîne.
-"Li paşiya xwe bifikire" : Li dawiya temenê xwe bifikire. Li wê dema ku li paş vê demê tê bifikire, dema jiyana xwe ya dawî û jiyana zarok û neviyên xwe bifikire. Anku, li wê dema paşdemayî (paşedem=paşeroj) bifikire.

Lê ji hêleke dîtir, gelo ne dirust e ku em bibêjin:

-"gotinên pêşiyan" gotinên wan kesan in ku hêj nehatine, ew ê di dema li pêş me (pêşiya me) de bêne cîhanê. Anku, dema li pêş me (pêşedem=pêşeroj)?!
-"Li paşiya xwe bifikire": Li wê dema çûyî ku te ew li paş xwe (paşiya xwe) hiştiye. Anku, dema li paşmayî (paşedem=paşeroj)?!
Bêgûman, ev şîrovekirin ne dirust e. Ji ber ku:
-Di "gotinên pêşiyan" de, divê kesin berî me hebin, ew gotin ji me re hiştibin. Da ku em sûdekê ji gotinên wan kesan bibînin, ne gotinên kesnî hêj nehatine cîhanê.
-Di "li paşiya xwe bifikire" de jî, gerek mirov li dema bê (hîn nehatiye) û bûyerên wê bifikire û tedbîrekê ji tengasiyên wê dema (musteqbel) re bibîne, ne ku li dema bûrî û bûyerên wê bifikire. Dema çûyî venagere, lê tirs ji dema paşdemayî ye.
Di vê pêvajoyê de pirsek raberî me dibe: Gelo pîvanoka dirustî û nedirustiya têgeha "pêşeroj" û ya "paşeroj" çi ye, ku em dibêjin, "musteqbel" paşeroj e yan pêşeroj e?!
Çi têgeha berpîvan (ya li ber pîvanê) gerek li gora pîvanokeke nîşankirî, ji celebê wê têgehê, bête pîvan. Anku, navê berpîvan û yê pîvanokê ji yek celebî bin. Li vê gorê, heger têgeha "pêş" û "paş" nîrê cîgehî be gerek li cîhekî nîşankirî bête pîvan.
Wekî: -Dara gulê li pêş malê ye.
-Dara hinarê li paş malê ye.
Li vir cihên daran berpîvan in û cihê malê pîvanok e. Cihê dara gulê li gora cihê malê li pêş e, cihê dara hinarê jî, li wê gorê li paş e.
Bi vê rêpîvanê jî em dikarin têgeha nîrê demê "pêş" û "paş" ronî bikin.
-pêşeroja me ne zelal e.
-paşeroja me jî ne zelal e.
Di van mînakan de gotina "pêş" û "paş" (ji pêşeroj û paşeroj) berpîvan in, xwe sipartine nîrê demî "roj" ku ew jî pîvanoka wan e. Li vê gorê em karin bibêjin:

-Pêşeroj: Rojên li pêş (pêşiya) vê roja me
-Paşeroj: Rojên li paş (paşiya)vê roja me

Em dizanin ku dem jî, zincîreke herîker e (diherike). Xelekên wê rojine bêjimar in, li pey hev diherikin. Gelek ji wan rojan li pêş vê roja me buhirîne. Ew rojên li pêş vê rojê derbas bûne, pêşeroj in. Anku, dema bûrî (mazî) ne. Gelek ji wan rojên demê jî li paş vê roja me mane, hêj nehatine. Ew rojên li paş vê rojê paşeroj in. Anku, dema bê (ayinde, musteqbel) in.

Lê ew kesên ku "paşerojê" bi wateya dema bûrî (mazî) bi kar tînin, gotina "pêş" û ya "paş" di wan mînakan de, wisan şîrovedikin:

-pêşeroj: rojên li pêş (pêşiya) me ku hêj em ê wan bibînin.
-paşeroj: rojên li paş (paşiya) me, ku me ew li paş xwe hiştine.
Ji hevberkirina her dû şîrovekirinan dixuye ku alozî di pîvanokê de ye. Gelo, rojên li pêş û paş me, yan rojên li pêş û paş roja me?! Rasteqîna pîvanê dixwaze ku berpîvan û pîvanok ji yek celebî bin. Anku:

-Pêşeroj: rojên pêş roja me. (ne pêş me)
-paşeroj: rojên paş roja me, (ne paş me)

Bi vê dîtinê "pêşeroj" dibe ew rojên ku li pêş vê roja me çûne (dema bûrî), "paşeroj" jî dibe ew rojên li paş vê roja me mane (dema bê, ayinde)

2-Gava mezinek dihate bajarekî xelkên wî bajarî diçûn istiqbala wî, yan jî pêşiya wî.... Di vê mînakê de mamoste R.Barnas gotina "istqbal" û ya "pêş" bi têgeha nîrê demî digre û dibêje: "Gelo hûnê herin pêşiya wî an paşiya wî?!" "Istiqbal! û "musteqbel" du gotinên erebî ne. Her du gotin ne hevwate ne (ne bi wateyekê ne). "istqbal" jêdereke razber e, bi wateya pêşwaziyê tê xebitandin: Emê herin istiqbala wî, anku em ê herin pêşwaziya wî. Gotina "pêşiya wî" jî, bi wateya istqbal û pêşwaziyê hatiye. Ev her sê gotinên hevwate "istiqbal, pêşwazî û pêşî" di mînaka me de, têgeha demê bi xwe ve nagrin. Anku, pêjna demê ji wan nayê. Bo vê sedemê jî, ne dirust e ku ev mînak di pêvajoya mijarê de pêşber bibe. Lê gotina "musteqbel" bi wateya dema bê (ayinde, duwaroj) tê xebitandin.

3-Limêjên musilmanan pênc in. Gava ku mirov di dema limêja esrê de be, dû limêj li pêş in û dû li paş in. Mamoste Barnas dibêje, li mêja "sibehê" û ya "nîvro" derbas bûne û li paş wî merivî mane. Anku, buhirîne. Li vê gorê "paş" dema bûrî (mazî) ye. Limêja mexrib û ya işayê jî, li pêş wî mirovî mane, hêj nehatine. Anku, musteqbel in. Li vê gorê jî "pêş" dema bê, ayinde (musteqbel) e. Careke dîtir jî mamoste Barnas dikeve şaşiya pîvanê. Dema limêjan, li mirov dipîve (limêja sibehê û ya nîvro li paş mirov mane û ya mexrib û ya işayê li pêş wî ne). rasteqîna pîvanê ew e ku demên her çar limêjan berpîvan li dema limêja "esrê" bipîve, ne li mirovê di "esrê" de. Bi vê rêpîvanê, demên limêja sibehê û ya nîvro li pêş dema limêja esrê buhirîne û demên limêja mexrib û ya işayê li paş wê dema esrê mane. Li vê gorê, "pêş" dema bûrî ye, û "paş" jî dema bê (musteqbel) e.

4-Mamoste Barnas gotina "pêş" (ji pêşveçûnê) bi wateya "musteqbel" werdigre û dibêje: "baş e, ku pêş berî be, pêşveçûn bi çi manayê ye? Çûyina ber bi istqbalê ve ye an ber bi mazî ve ye?!"

her weku me berê jî gotiye, "pêş" û "paş" nîr in, cîhekî yan demekê destnîşan dikin. Lê hindek caran, di pêvajoya gotinê de, ji wateya her dû nîran têne der û weku rewşeke kesanî bi xwe ve digrin. Nimûne:

-Pêşketin: Memo di xwendina xwe de pêşketî ye.
-Paşketin: Egera paşketina me, nezniya me ye.
-Pêşverû: Partiya pêşverû erkên xwe bi cî tîne.
-Paşverû: Dijminê paşverû xwînmijê gelan e.

Li vê gorê jî, gotina "pêşveçûn" ne çûyina ber bi "musteqbel" ve ye, ne ya ber bi "mazî" ve ye. Li vir pêjna demê ji pêş nayê, lê bi "çûnê" re rewşeke jiyana mirovnî berçav dike . Mînak:
-Nuha, parzemîna Ewropa pêşveçûyî ye, lê ya Afrîka paşdemayî ye. Sedema pêşveçûna Ewropa jî zanîna mirovên wê ye.

5-Têgeha gotina "paşeroj" yan "paşroj", di ferhengên Kurdî de bi van wateyan hatiye.:
a-Elî Seydo Goranî. "Ferhenga Kurdî Nûjen" (Kurdî-Erebî)
-paşroj: Teseuf (el-wefir), musteqbel
b-D.Îzolî "Ferhenga Kurdî-Tirkî"
-paşeroj: istqbal.
-paşroj: Teseruf.
c-Selah Sadellah "ferhenga Ingilîzî-Kurdî"
-Future (musteqbel): paşeroj, pêşdem.
Ç-Hejar Mukriyanî "Henbane Bûrîne" (Kurdî-Farisî)
-paşeroj: Le we duwa, ayinde, rojanî dûwem.
d-Gêwê Mukriyanî (Ferhengî Kurdistan) (Kurdî-Kurdî)(7)
-Paşeroj: dûwaroj (musteqbel)
-Paşroj: Aiynde (musteqbel)
e-Fadil Nizamidîn (Estêrî Geşe) (Kurdî -Erebî)(8)
-paşeroj: Musteqbel, lahiq, muqbil.
Gotina "paşeroj" û ya "paşroj" yek gotin in. Her dû gotin lêkdayî ne û bi yek wateyê jî, tên xebitandin.
Gotina "paşroj" bi vî şêweyî, ji (roja paş) saz bûye:
-Zêdera (veqetandek) "a" hatiye avêtin û rewş ketiye pêşiya navê rewşdar "paş-roj=paşroj"
-Ji hêla denganiyê (fonitîkê) jî û bi egera dengrewaniyê, tîpa "e" (ku li vir gihîneka dengan e) dikeve navbera her dû gotinên xwerû (paş-e-roj = paşeroj.
Bi vê pîvanê jî, hatiye gotin:
-gula sor= sorgul.
-mêrê kal= kalmêr, kalemêr.
-bayê reş= reşba, reşeba.
-marê kor= kormar=koremar.
.... û roja paş= paşroj, paşeroj.
Piştî vê ronîkirinê, em ê dîsan li wan ferhengan vegerin: Her şeş ferhengên binavkirî jî, têgeha gotina "paşeroj" bi wateya dema bê, ayinde (musteqbel) şîrove kiriye, û yekê tenê ji wan negotiye "paşeroj" bûrî (mazî) ye!!


-(1) payiz û zifistana (2001)-Swêdê.
-(2) Celadet Bedirxan û Rocê Lîsko-Rêzimana Kurmancî- parîs (1990).
-(3) Elî Seydo Goranî-Ferhenga Kurdî nûjen -Emman (1985).
-(4) D. Îzolî- ferhenga Kurdî -Tirkî . Denhag (1987)
-(5) S. Sadallah- ferhenga Ingilîzî-Kurdî. Istanbol. Avista (2000)
-(6) Hejar- ferhenga Kurdî-Farisî. Parîs. Tehran (1989)
-(7) Ferhengî Kurdistan-Hewlêr. Çapa. Aras (1999)
-(8) Estêrî Geşe. Bexda. Ç


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com