|
08.01.2002 - 16:00
EVÎNÊN KU NAÇIN SERÎ
Cemîl Oguz* - Stenbol
cemilocemilo@hotmail.com
Ez hatim wekû her gav, bi bayeke hênik, bi dengeke sivîk û bi evînên ku naçin serî...
Min da pey evînên ku heta êvarê min di nav bizotin xewnên agirîn de dişewitînin...
Evîn hergav di nav dilê min de wekû bizotekê bû, ez her dixwazim wisa bimîne; hem min germ bike, hem jî min bişewitîne.
Û keç wekî bizotan bûn, çendîn wan binasim û nehêlim min bişewitînin û carinan ji xwe dûr wan bigirim jî, di nav damarên min de valahiyeke ku li benda dagirtinê ye dihêlin…
Di vê kêliyê de ez jî bûm wekî bizoteke êgir êdî bila werin xwe bidin ber agirê min da ez wan germ bikim.
* * * * *
Belê ew, ango keçik, ango porreş û çavreş...
Ew wekî baranê bûn di meheke payizîn de û ez jî dengê di nava wê baranê de ku, wekî muzîkekê sivik, hêdî hêdî, bi nermikî dihatim û diherikîm nava dilê wan.
Ew wekî deryayekê bûn, ez jî keştî û min xwe diavêt navê, bêyî ku ji xwe re rotayekê saz bikim, tê de wenda dibûm.
Rota wenda dibûn, pîvan nedihatin sazkirin û bê ser û ber berdewam dikir.
Ne wan ji min fedî dikir û dev ji min berdidan, ne jî min ji wan...
Ew dibûn zivistan, berfeke xweşik, lê di heman demê de bi awirên xwe mirov diqerisandin…
Ez dibûm roj û min ew dihelandin, dibûm bihara hêşîn, lê carinan jî rol dihatin guhertin...
* * * * *
Ez hatim bi hemû hestên xwe yên ku di nav vê jiyana bêbext de têne eciqandin
Bi hemû evînên xwe yên ku naçin serî û bi hemû hewlên xwe yên ku dixwazin pêşiya wan bigirin .
Piştî vê kêliyê...
Belê piştî vê kêliyê ez nîşaniya evîndariyê me, ger tu evîndaran nas nakî fermo!
Fermo hemû evîndarên ku di nava vê jiyanê de hatine rêz kirin, hatine veşartin û li benda jiyînê ne, bibîne!
Fermo hemû dilopên ku evîn ji wan dipeke û xwe bi laşê min ve didin bibîne!
---------------------------------------------------
* Rojnamevanek ji Bakurê Kurdistanê
|
|