Reklam

KURDOMANIA
CDeya nû ya hunermendê kurd Îssa derket!
KURDOMANIA
li Fransayê li dikanên CDeyan bikirin an jî ji vir bixwazin:
www.issahassan.com
|
"Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê
cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên
nerînên wilo." Albert Einstein (1879-1955)
|
|
|
11.05.2008 - 01:17
Nivîskarê elman-kurd Şêrko Fetah: Derewan dikim eger bêjim Kurdistan welatê min e
Pêkanîna hevpeyvînê: Sîrwan H. Berko
 Şêrko Fetah: "Zimanê min nasnameya min e." | Bavê wî kurd e, dê elman e û pênûsa wî bi elmanî dinivîsîne: Di demeke kurt de nivîskarê elman-kurd Şêrko Rauf Fetah karî ji xwe re di nav wêjeya elmanî de ciyekî peyda bike. Tevî ku wî ta niha çar pirtûk nivîsandine, ku sê ji wan roman in, Şêrko Fetah komek xelatên wêjeyê yên giring stendine. Romana wî ya dawî "Das Dunkle Schiff" (Gemiya Tarî) îsal ketibû lîsteya kurt a Xelata Pêşangeha Pirtûkan a Leipzig 2008, ku yek ji xelatên wêjeyê yên elmanî yên mezin e. MALPERA AMÛDÊ Şêrko Fetah li bajarê Kölnê dît û pê re li ser pirsên nasnameyê, wêjeya pirçandî û herweha peywendiya wî ya bi Firstlady ya Iraqê Hîroxan re axivî. » bixwîne..
|
11.05.2008 - 19:21
Radoya elmanî hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî re diweşîne
amude.com
 Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî | KÖLN (amude.com) - Berî pênc salan hêzên leşkerî yên emerîkî û birîtanî êrîşî Iraqê kir. Wan sîstema dîktaturî ya Sedam Hisên bi dawî anî. Pênc salan piştre rewşa milet li Iraqê ewqas xerab e, ku 36% ji welatiyên iraqî dixwazin ji welatê xwe derkevin û koçber bibin, nîvê wan xwedî planine derketinê yên konkrêt in. Li gelek beşên Iraqê mirov rojane dibin goriyên êrîşên teroristyane û herweha şerê di navbera hêzên iraqî yên cuda de. Li Kurdistana Iraqê, rewş bi gelekî ji ya li aliyên din cudatir e. Li wir aramî heye û prosesa avadaniyê berdewam e. Lê herêma Kurdistanê jî rastî kêşeyên mezin tê. Di weşana xwe ya îroj de, Bernama Kurdî, ku beşê kurdî ya radyoya dewletê ya elmanî ye, hevpeyvîneke taybetî bi serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re weşand. Mirov dikare li vê derê guhdariya vê hevpeyvînê bike: [Bernama Kurdî]. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
09.05.2008 - 21:56
Ji bo goriyên Newrozê alîkarî hat şandin
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Piştî ku di êvara Newrozê ya îsal de li Qamişloyê sê welatiyên kurd bi fîşekên hêzên rêjîma Suriyê hatin kuştin û komek ji welatiyên din hatin birîndarkirin, li hundir û derveyî Kurdistana Suriyê alîkariya diravî ji bo goriyan hatin danhev. Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn-Brandenburg ragihand ku wê karî 4500 € (dora 320 hezar wereqeyên surî) bide hev û ew yekser weke alîkarî şandine ji bo goriyên êvara Newrozê. Komelê ragihand Malpera Amûdê ku pere gihane xwediyên xwe. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
07.05.2008 - 17:41
Studyoyên Roj Tv bûn armanca lêkolînên polîsên elman
amude.com
WUPPERTAL (amude.com) - Di seetên pêşî yên beyaniya îroj de li bajarê Wuppertalê studyoyên Elmanyayê yên Roj Tv û Newroz Tv bûn armanca lêkolînên ji aliyê polîsên elman ve. Li gorî daxuyaniyeke komela Rechthilfefonds Azadî dezgeha istixbaratan a wîlayeta Nordrhein-Westfalen bi biryareke dadgeha îdarî ya Kölnê lêkolînên xwe herweha di malên karmendên herdu kanalên televizyonê yên kurdî de pêk anîne û gelek materyal bi xwe re birine. Azadî herweha eşkere dike ku li Kölnê mala karemndek Roj Tv ku di heman demê de ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê re kar dike, bûye armanca lêkolînên polîsan. Ta niha polîsan ti agahî li ser van lêkolînên xwe belav nekirine. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
07.05.2008 - 01:32
Nêçîrvan Barzanî: «Li Kurdistanê gendelî heye û divê nemîne»
Sîrwan H. Berko
 Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Sîrwan H. Berko piştî pêkanîna hevpeyvînê |
Berî hefteyekê bû, roja çarşemê, di avahiya Encumena Wezîran de li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê. Tenê nîv seet dem bi min re hebû ku ez pirsên xwe ji serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî (42) bikim. Min gelek tişt li ser wî mirovî bihîstibûn, ku ji destpêka sala 2006ê ve berpirsyarê siyaseta hikumeta Kurdistana azad e. Min siyasetvanek ne pozblind û fermî, lê mirovek vekirî û nerm dît. Wî vekirî û bê rawestan bersiva pirsên min da. Çendîn min dixwest bêtir pirsan jê bikim, lê nîvseeta me zû qediya û dora mêvanek din hat ku li ser kursiya li kêleka serokwezîrê Kurdistana azad rûne û pê re biaxive. Dibe ku di rojên bê de derfetek din ji bo hevpeyvîneke din peyda bibe. Ta hingî fermo bersivên Nêçîrvan Barzanî li ser pirsên Malpera Amûdê bixwînin: » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
05.05.2008 - 22:25
Şêx Mihemed Baqî mir - Li Dortmundê şînî
amude.com
ŞAM (amude.com) - Îroj danê sibehê li Şamê siyasetvanê kurd Şêx Mihemed Baqî Mele Mehmud (72) mir. Şêx Mihemed Baqî Mele Mehmud ji sala 1975 ta 1997 sekretêrê berê yê Partiya Demoqrat a Kurdî li Suriyê bû. Termê wî li goristana malbatê ya li Taxa Kurdan hate veşartin. Rêxistina Elmanya ya partiyê roja şemiya bê, 10.05.2008, şîniyekê pêk tîne. Ev şînî dê li Komela Hêvî, Born Str. 18, 44145 Dortmund, li dar keve û seet 12.00 dest pê bike. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
04.05.2008 - 21:40
Hîroxan ji mirinê filitî
amude.com
 Hîro Ibrahîm Ehmed | BEXDA (ap/pukmedia/amude.com) - Vê sibehê li Bexdayê bombeyeke li kêleka rê vedayî li karwanê tirimbêlên xanima serokkomarê Iraqê Hêro Ibrahîm Ehmed teqiya û di encamê de çar pasevanên wê birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji nivîsgeha Celal Talabanî tiştek bi xanima Yekem a Iraqê Hêroxan nehatiye. Bombe teqiya dema Hêroxan bi rê de bû ku li Şanoya Niştîmanî li filmê "Jana Gel" temaşe bike. Eşkere nebû bê ma ew bombe ji bo wê hatibû dayin, an jî bombe bi sudfe teqiya dema karwanê tirimbêlên Hêro Ibrahîm Ehmed di ber re çû. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
29.04.2008 - 21:20
Hewlêr dilên Kurdistaniyan digihîne hev
amude.com
 "Em dixwazin Kurdistanê bikin yek." Mesud Onur ligel xanima xwe Şoreş û kurê xwe Nêçîrvan di mala xwe ya li taxa Eynkawayê de. |
HEWLÊR (amude.com) - Kurdistana Iraqê ji bo Kurdên herçar beşên Kurdistanê ne tenê bûye warê siyaset, çand û kurdayetiyê, ew herweha ji bo gelek Kurdan bûye warê evînê jî. Mesud Onur (39) yek ji wan Kurdan e ku li Hewlêrê evîna jiyana xwe peyda kir. Piştî Serhildana 12ê Adarê ya li Kurdistana Suriyê Kurdê ji Cizîra Botan Mesud li paytexta Herêma Kurdistanê dil ket Şoreşa (28) ji Qamişloyê. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
27.04.2008 - 19:04
Xweşnav jiyana xwe li Kurdistanê didomîne
amude.com
 Xweşnav li Hewlêrê kêfxweş e. | HEWLÊR (amude.com) - Piştî salên dirêj li biyaniyê hunermend Xweşnav (43) vegeriya Kurdistanê. Muzîkvan û stranbêjê kurd Xweşnav pişta xwe da Swêdê, da ku li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê bi cî bibe. Xweşnav ji Malpera Amûdê re diyar kir wî biryar daye ku ew bi temamî li Kurdistanê bimîne. Wî herweha got ku ewê ji bo kanala televizyonê Zagros Tv du bernameyan çêke, yek li ser hunera xwarinê û ya din jî li ser hunera muzîkê. Li ser sedemên hatina bo Kurdistanê tevî rewşa wê ya dijwar Xweşnav got ku ew ji jiyana li Ewropayê westiyaye û dixwaze li nav xelkê xwe bijî. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
26.04.2008 - 10:49
Di KurdSatê de bernameyek li ser lobiya kurdî li Ewropayê (Vîdyo)
amude.com
HEWLÊR (amude.com) - Çarşema buhurî kanala televizyonê ya kurdî KurdSat bernameyeke taybetî li ser pêwîstiya hebûna lobiya kurdî li derveyî Kurdistanê weşand. Di programa “Peyvîn“ a rojnamevan Letîf Nerweyî de lêkolîner Siyamend Haco û rojnamevan Sîrwan H. Berko li ser rewşa Kurdan li Elmanyayê û pirsgirêkên wan rawestiyan. Wan herweha bal kişand ser qelsbûna lobiya kurdî li Elmanyayê bi taybetî û Ewropayê bi giştî û pêşnioyazên xwe ji bo xurtkirina lobiyeke kurdî pêşkêş kirin. Siyamend Haco û Sîrwan H. Berko endamên şandeke Kurdên Elmanyayê ne ku ji bo serdaneke fermî hatine Kurdistana Iraqê. Malpera Amûdê bernameya di KurdSatê de diweşîne. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
24.04.2008 - 15:06
Şandeke ji Kurdên Elmanyayê serdana Kurdistanê dike
amude.com
 First Lady ya Iraqê di avahiya KurdSatê de pêşwaziya Kurdên ji Elmanyayê kir. Ji aliyê çepê ve: Yûsiv Zozanî (YNK), Zinar Şêxmus, Dr. Hisên Kîkî, Hîroxan, Siyamend Haco, Sîrwan H. Berko û Beha Mihemed . |
SILÊMANÎ (amude.com) - Bi hevdîtinên bi berpirsyarên kurdî yên bilind re şandeke ji Kurdên Kurdistana Suriyê yên nişteciyên Elmanyayê li Silêmaniyê dest bi serdaneke fermî ji bo Kurdistana Iraqê kir. Xanima yekem a Iraqê Hîroxan û herweha peyvdarê polîtbîroya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar pêşwaziya şanda ji Elmanyayê kir û pê re li ser pêkanîn û xurtkirina lobiya kurdî li Elmanyayê guftûgo kir. Di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de Kurdên ji Elmanyayê herweha bi kesayetiyên din jî re hevdîtin pêk anîn û serdana dezgehên mîna KurdSat, televizyona Gelê Kurdistan û Navenda Ragihandinê ya YNKê kir. Di hevdîtinên xwe de Kurdên ji Elmanyayê bi taybetî bal kişand ser rewşa Kurdên Binxetê li derveyî welêt û pêwîstiya sazkirina dezgehên lobiyê ji bo Kurdistanê bi giştî û Kurdistana Suriyê bi taybetî. Şanda kurdî ji van kesan pêk tê: Dr. Hisên Kîkî, Beha Mihemed, Zinar Şêxmus, Siyamend Haco û Sîrwan H. Berko. Kurdên ji Elmanyayê berê xwe didin Hewlêrê da ku hevdîtinên xwe berdewam bikin. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
11.04.2008 - 14:42
Oxir be, Nazdar! Çîroka jinekê û dijwariya jînekê
Semîr Sifuk
 Nazdar ("Yadê Nura") berî du salan (wêne: prîvat) | Bi ser temenê wê yê 95-salî, ji 33 salan ve, Nazdar bi tenê di odeyekê de dijî û xwe bi xwe jiyana xwe bi rê ve dibe û ji mala xwe hez dike. Wê tucarî li derveyî wê malê xew nedikir û heger hat û çêbûba, xemgîn dibû û mitale dikirn û digot: “Mala pîrê stara pîrê. Kurê min, xaniyê min gazinan ji min dike ku ez seetekê jê dûr dikevim, sebra min jî li tu deveran nayê. Ez nikarim Wehîda tenê li mal bihêlim, çimkî ew jî wek min wehîd e.” Van gotinan dibêje û di ber re dikene û ji kena xira dibe, çimkî Wehîda navê mîha wê bû. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.04.2008 - 20:58
Rûdaw dest bi weşanê dike
amude.com
HEWLÊR (amude.com) - Li Kurdistana azad rojnameyeke nû kete nav rêzên alavên ragihandinê yên kurdî: Rûdaw. Duşema buhurî li Hewlêrê yekemîn hejmara Rûdawê derket. Ew rojnameyeke heftane ye û ji 20 rûpelan pêk tê. Sernivîserê berê yê rojnameya Medya, Ako Mihemed, niha wekî sernivîserê Rûdaw dixebite. Şirketek bi navê Rûdaw vê rojnameyê derdixîne. Ew dibêje ku ti girêdanên wê bi partiyên kurdî ve tune ne. Rûdaw weşana xwe bi soranî dike. www.rudaw.net. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.04.2008 - 19:59
Berlîn dîsa dibe Mekeya filmên kurdî
amude.com
 Behmen Qobadî jî tê Berlînê. | BERLÎN (amude.com) - Piştî serketinên di salên buhurî de, Festîvala Filmên Kurdî îsal jî li Berlînê li dar dikeve. Ji 24.05.2008 ta 01.06.2008 dê li komek ji sînemayên Berlînê hejmareke mezin ji filmên kurdî û yên li ser Kurd û Kurdistanê bêne nîşandan. Ji Kurdistanê û derveyî wê dê filmçêker, derhêner û leystikvanên filman beşdarî vê festîvalê bibin. Derhênerên mîna Behmen Qobadî (Halfmoon), Hiner Saleem (Dol), Hîşam Zaman (Vinterland) û Yüksel Yavuz (Close-up Kurdistan) dê li Berlînê filmên xwe pêşkêş bikin. Malpera Amûdê dê di rojên bê de programa pêncemîn Festîvala Filmên Kurdî biweşîne. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
09.04.2008 - 17:16
Daxuyanî ji bo raya giştî
Birêvebiriya Malpera Amûdê
Yekşema buhurî, ji seet 00.30 ve, hin kesên nediyar dest bi êrîşên li dijî Malpera Amûdê kir. Hewildanên wan berdewam kir ta ku ew seet 16.26 bi ser ketin û karî derbasî beşekî ji Malpera Amûdê bibin. Di encama êrîşê de kesên ku dixwest serdana Malpera Amûdê bikin, dihatin şandin bo malpereke propagandayê ya Tirkên faşist. Wekî din êrîşkeran nekarî ti ziyanê bigihînin Malpera Amûdê. Ev tê wê wateyê ku wan nekarî Malpera Amûdê bi tevayî têk bibin, wan nekarî tenê faylekê jî têk bibin. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
|
|
|
Reklam

|
|
|